Ji bijîjk Sirwe Cemal hişyariyên ji bo dema regla jinan

Ji bo tendirûstiyê û xwedî bedenek bi tendirûst divê agahiya jinan ji dewrê hebin û derbarê wê de bibin xwedî hişyarî. Bijîjk Sirwe Cemal li ser hişyariyên ji bo dema dewra jinan ango reglê axivî.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Bijîjka jin û zarokan Sirwe Cemal derbarê regla jinan de diyar kir ku ji destpêka roja regil heta dawiya wê hemû beden xwe nû dike û ji bo jinan hişyariyên ku divê di vê pêvajoyê de lê haydar bin qal kir.  

Bijîjka Jin û Zarokan Sirwe Cemal wiha got: “Regil divê di nava 21 heta 35 roj carekê be, lê belê piraniya jinan 28 roj carekê regil dibin. Di vê regilê de êşek heye, hebûna êşê asayî ye, lê belê divê negihe wê astê ku ji karê rojane dûr bikevin. Bi awayek giştî regil 3 yan 5 roj berdewam dike.”

‘Divê regl di temenek guncaw de destpê bike û bi dawî bibe’

Bijîjk Sirwe Cemal da zanîn ku hinek caran regl pêş de tê û nişaneyên wê di temenek kêmtir de derdikeve ji ber vê jî hinek pirsgirêkên weke bejnê derdikeve û wiha domand: “Ji ber wê giring e dayik agahdar bin û zarokên xwe bibin gel bijîjk da ku wê reglê bisekinîn û gihîştina zarok berdewam bibe. Sedemê pêşketinê û paşketina reglê dibe sedemê têkçûna hormonan, her wiha dibe sedemê zêde û kêmiya pirsgirêkên bedenê. Regl bi awayek giştî heya 50 salan berdewam dike, ger heta temenê 25 sal berdewam bike yan jî heta temenê 40-42 sal raweste, divê serdana bijîjk were kirin. Rawestandina reglê di temek kêm de ji ber têkçûna hormona ye, ji ber wê giring e hormonên xwe çareser bikin, da ku ziyan negihe tendirûstiya jinê.”

‘Bikar anîna hêminiyê di sînorek yê reglê de asan e’

Bijîjk Sirwe da zanîn ku di regilê de dû cûrên êşê hene, yek ji wan normal e dema ku regl destpê dike û tenê yek roj e, nabe ku wisan be ku ji karê rojane dûr bikevin û got: “Cûrek din yê êşê ewe ku beriya regilê destpê dike heta roja dawî berdewam dike, jivê cûrê re dibêjin ‘Organik’ û sedemek yê wê heye divê serdana bijîjk bikin. Bi karanîna dermanê hêminiyê di dema reglê de asan e ger dema ku bi karanî û êşa wê kêm nebû divê serdana bijîjk were kirin û divê dermanê hormon ji bo rêxistina reglê bikar bînin, ji bo kêmkirina êşê jî tê bikar anîn.”

‘Rawestandina regilê beriya demê xwe ne tendirûst e’

Bijîjk Sirwe Cemal bi bîr xist ku hinek jin daxwaz dikin ji bo demekê regilê rawestînin û rawestandina vê jî bi dayîna hormonana dibe û wiha qala xetereya vê kir: “Dema ku ev hormon bi kar tê, hormonê bedena kesan têk diçe. Ji ber wê pêşniyara min ji bo jinan hewil nedin ku reglê rawestînin, ji ber ji bo bedenê xirab e. Dema ku jin hîna di temenek kêm de reglê radiwestînin, hestên cûda pêre derdikevin û hertim germ dibin, ji qerebalixê hez nakin û bandorê li ser hormonan dikin û kêm kalsiyum pê re peyda dibin nexweşiya dil û gefên xwînê zêde dibin. Hinek bûyer hene ku jin beriya temenê rawestadina regilê, xwîna wan qut dibe. Di vê demê de divê li gora rênmayên bijîjkan regilê rawestînin, niha jî ew bikar nayê û destkariya hormanon nakin.”

Bijîjk sirwe di dawiya axaftina xwe de got ku divê bi tu awayî jin hewil nedin regilê rawestinin û wiha got: “Ger pêwîst kir divê hewil bidin û bî rêyek baş be, ne ku hekên xwe rakin, ger bi awayek asayî regil rawesta lê belê xwîna jinê hebe, divê raste rast serdana bijîjk bike daku rastî tu nexweşiyan neyê.”