Hekîma gundewarên Dêrazorê Aîda El-Mûdahî

Piraniya niştecihê Dêrazorê ji sûdên dermanên xwezayî bawerdikin û ji ber nexweşiyên xwe serdana hekîma gundewarên Dêrazorê Aîda El-Mûdahî dikin.

ZEYNEB XELEF

Dêrazorê - Piraniya niştecihê Dêrazorê ji dermanên xwezayî yên ku ji bo gelek nesxweşiyan bi taybetî nexweşiyên zarokan dermanin bawer dikin û pêre mijul dibin. Jinên li ser nebatên xwezayî û ji wan dermanên xwezayî çêdikin ji ber vê xebata xwe ya giring din ava civakê de weke hekîm tên nasîn. Ji hekîmên gundewarên Dêrazorê Aîda El-Mudahî a 60 salî ji bajarê El-Meydan ê Rojavayê çemê Firatê ye.

 “Welatiyên Dêrazorê ji dermanên xwezayî bawer dikin”

Aîda El-Mudahî da zananîn ku ew di amadekirina dermanên xwezayî de dixebite û nêzî sê salane ji ber bombardûmana rejîmê ji devera xwe koçber bûye û li devera Ebû Hemam a gundewarê rojhelatê Dêrazorê dimîne û wiha behsa dermanên xwezayî kir: “Li Dêrazorê dermanên xwezayî gelekî bibandore û hemû nexweş bi van dermanan tedawiya xwe dibînin. Ez ji dayika xwe fêrî vî karî bûme û hin nexweşiyên jinan ên weke nebûna zarokan, dermankirina zarokên bi xwarinê dikevin tînin cem min. Ez dermanên arif didim wan dema ku zarok bêhnek xurt distîne dibe sedema qelsiya laşê wan. Her wiha ji bo nexweşiya her zarokekî ez tiştên cuda bi kar tînim. Ji ber ku zarokê bi xwarinê dikevin, ez bi qulkirina guhê wî derman dikim û jêre rûn ji heban ji giyayan çêdikim da ku kurmê di roviyê wan de derxînim û ez wî derman dikim û ji bo ku sax bibe heta du mehan nanê genim nabe ku bi xwe.”

 “Pîşeya dermanê xwezayî mîrasê dayîka mine”

Eîda El- Mudahî bi bîr xist ku wê pîşeya dermanê xwezayî mîrasê dayika wê ye û got: “Dema ku li nexweşan dinêrim û li ser tiştê ku pêre çêdibe dipirsim, nexweşiyan jî nas dikim û dermanên guncaw jêre diyar dikim. Di dixwazim vê zanînê bidim nîşa keçên xwe, ji xwe keça min jî nêzî 9 sale di dermanên xwezayî de dixebite. Ewê di pêşerojê de vê zanînê bide keç û neviyên xwe, da ku pîşeya me di malbatê de bi parêzin.”

 “Kesên ku ji bo dermankirinê tên cem min sûdeke mezin digirin”

Eîda El- Mudahî derbarê daxwaza rêbazên dermankirinê de jî diyar kir ku ew rojane zêdetirî pênc nexweşan derman dike û wiha pêdeçû: “Piraniya nexweşan ew nexweşên ku dereng zarokên wana çêdibin tên gel min û zarokên ku bi xwarinê dikevin, ji bo wan ez giyayên cuda bikar tînim. Hinek giyayên ku ez pêşniyar dikim li Şam û Helebê heye û hinek giyayan jî ez bi xwe ji deşta Dêrazorê berhev dikim. Her wiha nexweşên ku ji bo dermankirinê tên cem min sûdeke mezin digirin ji yên derdora xwe re jî dibêjin ku werin û serdana min bikin û ji min fêr bibin. Gelek nexweş tercîh dikin ku dermanê xwezayî bi kar bînin.”