Ger em tendirustiya xwe ji şirîkeyan rizgar nekin dê hebûna me di metirsiyê de be

Bazirganiya derman û pêwîstiyên tendirustiyê ku bi navê xizmeta civakê tên kirin, nikare nexweşiyên di nava civakê de kêm bike. Ji ber ku bi armanca bidestxistina sermayeyê tê kirin, nexweşiyan çareser nake.

SIRWE NÊRGIZ

Navenda Nûçeyan- Di hemû welatên cîhanê de tendirustî tişta herî bingehîn e û têkiliya wê rasterast bi jiyana rojane ya mirovan re heye. Girîngiya sîstema tendirustiyê, pêwîstî bi şarezayî û çavdêriya tendirustiyê heye. Kel û pelên pêwîstiyên asam ên berdest û dabînkirina derman û cureyên pêwîstiyan asan bûye ji bo mirovên di nava civakê de. Wisa ye ku dema jiyana hemwelatiyan bi tendirust be, weke xwezayek bi tendirust, civakek bi tendirust bi nav dikin û her wiha kesên bi tendirust ji dayik dibin. Lê belê ger civak nexweş be, wisa dike ku kesên nexweş ji dayik bibin, ev jî rasterast têkiliya xwe bi xwezayê re heye.

Dema ku mirov zirarê nede xwezayê sûdên wê yên ji bo tendirustiyê bizanibe, beden bi tendirust dibe, mejî aktîf û nû dibe, jiyana bi tendirust temenê mirovan dirêj dike û her wiha beden û mêjî nû dibe. Tendirustiyek baş xwedî girîngiyeke sereke ye ji bo bextewariya mirovan, di civakê de çiqas mirov bi tendirust be, ewqas pêşketinên mezin çêdibin.

Ger em berê xwe bidin dem û dezgahên tendirustiyê, em ê bibînin ku xebatên ji bo sîstema sermayedar dikin, ji bo berjewendiyên bazirganiyê hewl didin roj bi roj xelkê bi derman û goya pêwîstiyên tendirustiyê ve girê bidin û ev yek jî wisa dike ku gelek nexweşî derbikevin.

Jineolojî der barê bazirganî û tendirustiyê de çi dibêje?

Di pirtûka jineolojiyê de diyar dibe ku ger em îro nikaribin tendirustiya xwe ji kampanyayên ku li gorî zagonan qezencên sermayedaran zêde dikin rizgar bikin, wê çaxê hebûna me di metirsiyê de ye û di bin gefa tunebûnê de ye. Ger em nikaribin xwe ji nexweşiyên pergalê û zîhniyeta ku nexweşiyan diafirîne rizgar bikin, em ê bikevin nava tora pergaleke têkçûyî. Baweriya bi pargala tendirustiya îro bûye sedem ku civak bi awayek zêde pere dide sîstemê. Ji aliyekî ve sîstem gelek nexweşiyan bi zanebûn belav dikin. Piştre jî dermanên wê nexweşiyê peyda dikin û tedirustiya me bûye bazara saxkirina bi dermanan, ên ku xizmeta tendirustiyê dikin hemû bûne bazirgan.

Pergala heyî bi xwe nexweşiyan diafirîne îcar dê çawa bibe çare?

Pergala tendirustiyê ya heyî ji ber ku armanca wê bazirganî ye, mirovan di warê nexweşiyan de dixapîne û neçar dike ku berê xwe bidin saziyên wan. Her wiha ew nexweşiyên di roja me ya îro de li ber çav in û ziyanek zêde dane mirovan. Ger bi berfirehî were lêkolînkirin dê were dîtin ku ew hemû nexweşî ji aliyê pergalê ve tên çêkirin lê tên çêkirin. Bi rêya vaksîn yan jî dermanên cur be cur jî goya dermanan dibînin. Ev jî dibe sedemê piştgermkirina zêdetir hemwelatiyan bi qerta tendirustiyê. Gelek ji wan nexweşiyên ku destkarî lê hatine kirin bandorê li ser jiyana mirovan dikin û piştî tên çareserkirin mirov weke amrazeke saxkirina derman û nexweşiyan bi kar tînin.

Li vê derê mirov dikare pirs bike gelo em dikarin tendirustiya xwe ji sîstema sermayedar rizgar bikin? Bê guman em dikarin, wê demê divê em rêya çareseriyê bi yek destî bigerin û pêk bînin.