Dorpêça li Xezayê tedawiya nexweşên penceşêrê asteng dike

Piraniya nexweşên pençeşêrê yên ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê nikarin tedawiya xwe bidomînin, li cihê ku rewşa tendurustiya wan baş be, jiyana xwe ji dest didin. Aya Murad diyar kir ku ji ber destûra rêwîtiyê nikare tedawiya xwe bidomîne.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Nexweşên penceşêrê yên li bajarê Xezayê, ji ber êrîşên Îsraîlê û pirsgirêkên di pergala tenduristiyê de nikarin tedawiya xwe bikin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ji ber qedexeya rêwîtiya li Xezayê û derengketina pêkanîna protokolên tedawiyê yên nexweşên penceşêrê, zêdeyî 3 hezar nexweşên penceşêrê ku îhtîmala bi tedawiyê baş bibe hebûn, jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Mafên Mirovan a Filistînê jî ragihand ku li Xezayê zêdeyî 8 hezar nexweşên penceşêrê yên tedawî nabînin hene. Ev hejmar di rapora bi navê “Di Şert û Mercên Guncaw De Daxwaza Tedawiyê” de ya di Cotmeha sala borî de hat weşandin de jî cih girt. Yek ji nexweşên penceşêrê ku li Xezayê nikare tedawiya xwe bidomîne Aya Murad a 20 salî ye.

'Her deqîqe jiyana min dixe nava xeteriyê'

Aya Murad a ji ber li nexweşxaneyên Şerîda Xezayê tedawiya pêwîst nagire dixwaze tedawiya xwe li derveyî welat bidomîne, nikare destûra rêwîtiyê bigre. Aya Murad da zanîn ji ber êrîşa Îsraîlê hemû bender û derbasbûn hatine girtin wiha axivî:

“Em ji bo wergirtina destûra rêwîtiyê bi rojan disekinin. Ez ji bo bikaribim hin dermanên ku li nexweşxaneyên dewletê û klînîkên taybet kêm car tên dîtin bistînim, neçar dimînim demek dirêj bisekinim. Dem êdî ji bo min xeter e. Ji bilî rewşa derûnî û fizîkî ya ku ez bi berdewamî dijîm, komplîkasyonên cuda yên vê nexweşiyê jî hene. Her deqîqeya ku dereng dikeve, jiyana min dixe nava xeterê. Ez wek sergêjbûn, weşandina por û gêjbûn ên bandorên nêyînî yên dermanên bi kar tînim dijîm. Tedawiya penceşêrê pêvajoyeke giran e û di vê pêvajoyê de negirtina tedawiya pêwîst travmayek derûnî ya cuda ava dike.”

‘Tedawî mafeke qanûnî û mecbûrî ye'

Parêzer Hadîl Hemûda jî diyar kir ku tedawî dîtin ji bo her ferda civakê mafeke qanûnî û mecbûrî ye. Hadîl Hemûda destnîşan kir divê hemû xizmetguzariyên ku ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ve tên pêşkêşkirin bên misogerkirin û xwest hemû zagon û peymanên xwecihî û navneteweyî bên pêkanîn.

'Binpêkirina mafên nexweşên penceşêrê sûceke bi pergalî ye'

Hadîl Hemûda anî ziman dorpêça li ser Şerîda Xezayê tê pêkanîn her dem gihandina derman û amûrên pêşketî asteng dike û got ku Îsraîl qanûnan binpê dike. Hadîl Hemûda diyar kir ku nexweşên penceşêrê bi hincet û bahaneyên ne rast rastî astengkirina rêwîtiyên xwe tên û wiha got:

“Mexdûriyeta nexweşên penceşêrê ji bo wan nebaş e. Her çiqas ji nexweşên penceşêrê re destûra pêwîst bê dayîn jî ji ber proseduran rewşa wan a mexdûrbûnê berdewam dike. Jixwe demên binçavkirinê ya 6 saetan didome lêgerînên dirêj jî di nav de zehmetiyên cuda dijîn. Bi vê wateyê Peymana Cenevre ya Çaremîn jî tê binpêkirin. Li Xezayê binpêkirinên li dijî nexweşên penceşêrê sûcekî bi pergalî ye.”

'Divê sûc bên belgekirin û îfşakirin'

Hadîl Hemûda bang li Navenda Filistînê, komîsyona serbixwe û Navenda Mafên Mirovan a El Mezan kir ku sûcên Îsraîlê yên li dijî nexweşên penceşêrê bi belge bikin û wan li pêşberê Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) îfşa bikin. Hadîl Hemûda bang li çapemeniyê jî kir û daxwaz kir ku trajedî û binpêkirinên tên jiyîn ji raya giştî re ragihînin û wiha got: "Divê tiştên tên jiyîn bê belavkirin ku aliyên pêwendîdar û raya giştî ya cîhanê ji rewşê agahdar bin."