‘Divê li Lubnanê mafê kurtajê bidin jinan’

Jinên Lubnanê diyar kirin ku li Lubnanê zagon di şertên diyar de destûr didin pêkanîna kurtajê, dan zanîn ku divê çarçoveya zagonê were berfirehkirin û bê îstîsna mafê kurtajê bê dayîn.

 SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd- Li Lubnanê kurtaj di rewşên di dema ducaniye de gef li jiyana dayikan dixwe, yan jî pitaka ku di rehma dayîkê de mirî di zagonan de weke maf tê naskirin. Di zagonan de ji ber ducaniya ku nayê xwestin kurtajkirin weke sûc tê dîtin, ji bo berfirehkirina revîzekirina mafê kurtajê têkoşîna jinan berdewam dike. 

‘Ger kurtaj bi daxwaza jinê bê pêkanîn weke sûc tê dîtin’

Parêzer Susam Îsmail ku di dadgeha mezheb û hiqûqa di qada tundiya di nava malê de dixebite diyar kir ku li Lubanê mafê kurtajê mijareke nîqaşkirinê ye û pirsgirêkek mezin e û got: “Ji bo ducanîbûniyên ku nayên xwestin jinên ku kurtaj bûne cezayê ji 6 mehan heta 3 sal ê girtîgehê, kesên ku alîkariya jinên dixwazin kurtajê bikin heta 5 salan cezayê girtîgehê tê dayîn. Der barê kesê ku teşwîqî kurtajê tê kirin û jê re asankirin, yan jî kesên ku pêk tînin de ceza heye. Bijîjk, cerah û perestarên ku karûbarên kurtajê dikin cezayê wan zêdetir dibe. Zagon di navbera ‘sucên giran’ û ‘qebehet’ de cihêkariya ceza dikin. Ger kurtaj bi daxwaza jinê pêkhatiye weke qebehet tê dîtin, cezayê girtîgehê digre yan jî cezayê pare dide. Di rewşa bi zorê de jî ceza heta 3 salan zêde dibe.”

‘Divê çarçoveya zagonê berfireh bibe’

Susam Îsmail da zanîn ku Li Lubananê kurtaj di rewşên di dema dû caniyê de gef li jiyana dayîkê kirin, yan jî pitaka ku di rehma dayîkê de mirî di zagonan de weke maf tê naskirin û wiha got:

“Ma raste ku di van herdû rewşan de destur bê dayîna kurtajê? Komeleyên femînisit û mafê  mirovan ji bo mafê kurtajê were dayîn bang dikin. Bûyerên dû caniyê ên di encama ensest çêdibe hene. Di civaka muhavazakar de ew rewş ji bo jinek dû canî wek nîşanekê ye, rê li ber cinayet yan jî întiharê di veke. Di bûyerên ensest de wê zarokên ku xirabiya psîkolojî û fizîkî jiyan dikin çawa were tedawî kirin. Divê çarçoveya zagonê bê berfireh kirin.”

‘Bi dawîkirina ducanîbûna ku di encama êrîşa zayendî de çêdibe qedexe ye’

Susam Îsmailê destnîşan kirin ku di encama êrîşên zayendî de zarokên keç ên di navbera 12-16 salî de ducanî dibin û wiha got: “Zarokên ku di vî temenî de ne di aliyê fizîkî, ne psîkolojîk de jî di aliyê exlaqî de ne guncaw in ku bibin dayik. Qanûna ceza ya Lubnanê di çareseriya van pirsgirêk û pêşketinên zanîstî de kêm dimîne. Tu proje û pêşniyarên rayedaran ji bo projeyek ku guherînê pêk bîne nîne. Li aliyê din di dema dîmenên tibî de hebûna ne normaltiya di fetusê de, bandorê li jiyana zarok û ma lbatê piştî welidînê dike. Em dixwazin  eve wek îstisna bê xistina zagonê û bibe qanûn.”

‘Kurtajên ne ewle zêde bûn’ Susan Îsmaîl bal kişand ser zêdebûna bihaya hebê kontrola zayînê ya ku yek ji rê û rêbazên herî hesan tê gihand û wiha got: “Ev zêdebûna biha û sedemên din dibe sedem ku kurtaj li cihên ne ewle were kirin. Ji ber vê yekê di encama kurtajên ne ewle de dibe ku jin û zarokên keç jiyana xwe ji dest bidin an jî nikaribin careke din bibin zarok.” Ceraha doxûm û pispora jineolojiyê Wajeha Jaber jî, hişyarî da ku kurtajên li hawirdorên biewle nayên pêkanîn, dibe sedema mirina jinan. Wejeha Cabir, anî ziman ku pêwiste di vê mijarê de ji bo jinan xebatên hişmedî kirinê bên pêkanîn û wiha axivî: “Li Lubnanê hejmara kurtajên li cihên ne ewle tên kirin zêde dibe. Piraniya jinên ku şert û mercên wan ên aborî nebaş in nikarin biçin nexweşxaneyê. Jinan, ji ber ku nikarin di pêşerojê de jiyaneke baş ji zarokên xwe re pêkbînin serî li kurtajê didin. Di encama kurtajên li hawîrdorên ne ewle tên pêkanîn de, di jinan de enfeksiyon û girek ên fibrous çêdibin. Di hin rewşan de bi girtina rehmê re encam  dibe. Di bûyerên ducaniyê yên pêşkeftî de dibe sedema mirinê." ’Divê bêyî îstîsna ji kurtajê re destûr bê dayîn’ Cerah û pispora jineolojî û înfertilitê Elena Amr jî, diyar kir kurtaj di jinan de dibe sedema depresyonê û wiha got: “Ji nişka ve dawî anîna ducaniyê stresê çêdike. Dema tedawiya rast neyê pêkanîn, di zara hundir a rehmê de enfeksiyon çêdibe û dema rehm baş neyê paqij kirin dibe sedema penceşêr e. Divê ji bl kurtajê rêbazên bi ewle hebin. Divê rayedaran ji bo parastina ewlehiya jinan, bê îstîsna destûra pêkanîna van operasyonan bidin.”