“Di vê serdemê de yek ji nexweşiyên ku zêde bûye penceşêr e”

Di cîhanê de salane rêjeyek zêde ya nexweşên penceşêrê tê tomarkirin, sedemên wê jî jiyana ne bi tendirust û nedîtina çareseriyê ye. Ya girîng ew e ku mirov têgihîştibî bin, li xwe, xwarina xwe û hwd. haydar bin û bi vê nexweşiye nekevin.

ŞINYAR BAYÎZ

Silêmanî- Li seranserê cîhanê salane 20 milyon kes bi nexweşiya penceşêrê dikevin, ji ber vê nexweşiyê 7-10 milyon kes jiyana xwe ji dest didin û her ku diçe rêjeya nexweşiya penceşêrê ber bi zêdebûnê ve diçe. Li welatên Yekitiya Amerîka tenê di sala 2021’ê de 1.9 milyon daneyên nû yên penceşêrê hatin tomarkirin. Li gorî daneyan 608 hezar û 507 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li herêma Kurdistanê 8 hezar bûyerên pêketina nexweşiya penceşêrê di sala 2021’ê de hatin tomarkirin, piraniya wan niştecihên bajarê Hewlêrê ne, bi awayek giştî zêdetirin cureyê penceşêrê, di mêran de penceşêra sihan û di jinan de jî penceşêra pêsîrê ye.

Bijîjk û pispora çareseriya nexweşiya penceşêr û xwînê û di heman demê de mamoseteya koleja bijîjkê ya zanîngeha Silêmaniyê Haje Abdulah der barê nexweşiya penceşêrê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku nikarin pêşî li nexweşiya penceşêrê bigrin. Mînak kesên 60 salî rîska pêketina nexweşiya penceşêrê zêdetir e û ji ber wê jî nikarin rê li ber bigrin ji ber dema temen mezin be egerên wê zêdetir dibin, di jinan de sedemên pêketina penceşêra pêsîrê zêdetire. Sedemê pêşketina nexweşiya penceşêra anotomiya mêran zêdetir e û ji ber wê ev yek ji wan bûyerên ku nikarin rê li pêşiyê bigrin. Der barê pêşîlêgirtinê de jî wiha got: “Nekêşana cixareyê dibe sedema kêmtir pêketin penceşêra sih û nefesê. Ji ber ku cixare sedemeke ji bo nexweşiya penceşêra lêv, ziman, gewrî, gurçik û boriya mîzê, xwarina kuxikê dibe sedema pêketina penceşêrê û rêjeyek zêde, nekirina spor û zêdebûna pirsgirêkên laş û nexwarina fêkî û giya û xwarinên giran û hazir sedema pêketina nexweşiya penceşêrê ne. Qirêjbûna xwezayê dibe sedema zêdebûna penceşêrê, hinek qirêjî ne di destên hemwelatiyan de ye wek dûkêla kargehan lê belê qirêjbûna xwezayê û hebûna rêjeyek zêde ya wesayîdan di destê hemwelatiyan de ye, xwarina dermanên bi hormon ji aliyê jinan ve sedema zêdebûna penceşêrê zêde dike.”

Sedema zêdebûna penceşêrê

Guherîna sîstema jiyanê û bandorên wê sedemek din a penceşêrê ye û der barê vê yekê de bijîjk Haje dibêje: “Nîha hemwelatî hişyar in û xwe aşî dikin lê belê di cîhanê de daneyên pêketina nexweşiya penceşêrê zêde bûne. Li gorî daneyên cîhanê heta sala 2040’ê rêjeya pêketina nexweşiya penceşêrê wê di astek bilind de be, sedemên wê jî ji ber guherîna şêwazê jiyan û terzê ne bi tendirust e.”

“Pênc qonaxên penceşêrê hene”

Bijîjk Haje wiha behsa qonaxên penceşêrê kir û got: “Pênc qonaxên penceşêrê hene, qonaxa sifir ew qonaxa ku penceşêr nu çêdibe, qonaxa yekem kêmtirîn qonaxa penceşêrê ye û bi qonaxa duyem re weke destpêk tê zanîn. Di qonaxa sifir û yekem de hîn zêdetir çareseriya wê heye, di qonaxa sifir de ji sedî 90 çareserî heye lê belê di qonaxa sêyem de çareseriya wê kêmtir e, qonaxa çaremîn qonaxek gelek giran e.”

“Yên bi penceşêrê ketine divê ji xwarinên giran dûr bikevin”

Bijîjk Haje da zanîn ku divê kesên ku bi penceşêrê ketine şekir nexwin û wiha domand: “Heta niha zanîstê diyar nekiriye ku şekir xirab e, ji ber wê em nikarin ji nexweşên xwe re bibêjin şekir nexwin xirabe lê ya baş ew e ku em bêjin ger bixwin jî bila kêm bikin, ya girîng ewe  ku nexweşên penceşêrê kêmtir goştê sor û tiştên hazir bixwin da ku qelew nebin.”

“Çareseriya penceşêrê bi dema wê ya pêketinê ve girêdayî ye”

Bijîjk Haje Abdulah bi bîr xist ku piraniya cureyên nexweşiya penceşêrê çiqasî zû werin teşhîskirin wê hîn zûtir werin çareserkirin lê ger ev nexweşî belav bûbe, çareseriya wê zehmetir e û wiha got: “Ne şert e ku ev nexweşî zarok û yên mezinan bigre, gelek caran çareseriya wê zehmet dibe, hinek penceşêr hene zarok zêdetir pê dikevin û çareseriya wan zêde ye. Divê ji bo diyarkirina nexweşiya penceşêrê lijneyek pispor li ser nexweşiya girê û penceşêrê were avakirin û piştre li gorî nexweşiyê çareserî jê re were diyarkirin. Mînak gelek nexweş hene baştir e destpêkê tedawiya kemoterapî û dermanên hormonan bigrin û piştre emeliyat bikin, di hinek bûyeran de ger were emeliyatkirin çareseriya wê kêmtir dibe. Divê piştre were emeliyatkirin. Em dikarin bêjin ne şert e hemû çareseriyên penceşêrê bi kemoterapiyê be, di qonaxa destpêkê de ger ev nexweşî were teşhîskirin pêwîstî bi kêmtir dermanê kîmyewî çêdibe. Daxwaza min ji hemwelatiyan ew e ku xwe aşî bikin agahdarî tendirustiya xwe bin û xwe ji qelewiyê biparêzin da ku bi nexweşiya penceşêrê nekevin.”