Di nava 24 saetan de 700 zarok çûn nexweşxaneyê

Di nava 24 saetan de 700 zarokan serdana nexweşxaneya Dr Cemal Ehmed Reşîd kirin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daxuyaniya rêveberiya giştî ya tendirustiya Silêmaniyê ku duh hat dayîn, di nava 24 demjimêrên borî de 700 zarokan serdana nexweşxaneya zarokan a Dr Cemal Ehmed kirine.

Li gorî daxuyaniyê nêzî 700 zarokên nexweş rakirine beşa şêwirmendiyê ya nexweşxana zarokan, 137 zarokên nexweş razandine û nêzî 70 zarokên nexweş di beşa nexweşiyên kronîk de hatine dermankirin, piraniya wan zarokan rakirine beşa lezgîn û beşek ji wan zarokan jî di beşa jidayikbûna zarokan de hatine dermankirin.