'Dermanên xwezayî ji bo tendirustiya mirovan gelek bi sûd in'

Xedîca Bekir ku ji xelkê Efrînê ye bi xwezayê re eleqdar dibe û ji wan dermanên xwezayî çêdike ango karê tiba xwezayî bi pêş dixe.

HESNA MIHEMED

Şehba - Ji kevnariya jiyanê ve her dem ên ku bi xwezayê re eleqedar dibin jin in. Bi destên jinan tov û xweza hatin kişifkirin û bi demê re ji xwezayê derman hatin avakirin. Bi destên xwe nexweşiyan derman dikirin. Ev taybetmendiya jinê ye ku heya serdema me ya niha jî derdikeve holê û dermanên xwezayî dûrî dermanên kîmyewî çêdikin û derdora xwe tedawî dikin.

Xedîca Bekir 52 salî ye ji navçeya Recoya herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye bi xwezayê re eleqedar dibe û dermanên xwezayî çêdike lê niha li gundê Til Qireh ê kantona Şehbayê bi koçberên Efrînê re berxwedana xwe berdewam dike. Xedîca piştî ku koçber bû jî dîsa dev ji pîşeya xwe berneda û ruxmî hebûn û tunebûnê ji xwezaya dora xwe dermanan çêkir da ku vê çandê zindî bihêle. Xedîca ji 14 saliya xwe ve karê tiba xwezayî dike, ew jî ji bapîrê xwe hîn bûye û heya niha berdewam dike. Xedîca Bekir bi riya ajansa me behsa dermanên ku çêdike û nexweşiyên ku derman dike kir.  

'Bi gihayên ku berhev dike dermanan çêdike'

Xedîca Bekir behsa dermanên ku ji giyayan çêdike kir û wiha dest bi gotinên xwe dike: "Ji xwezaya derdora xwe gelek dermanên xwezayî çêdikim û ji nexweşiyan re dibin derman. Ji ber Efrîn bi çiya û xwezaya xwe gelek navdar bû me hemû dermanên nexweşiyan çêdikir. Lê li Şehbayê ji ber zêde xweza tune ye em nikarin dermanan zêde çêbikin. Ji çiloyên daran û gihayan dermanên xwezayî dihatin çêkirin. Em ji nexweşiyên laşmniyayê re çiloyê darên qisanê tevli avê dikelînin û li şûna wê didin, ew nexweşî baş dibe. Pelên dara biyê jî ji bo nexweşiya berikan tê bikaranîn. Em gihayan ji erdê kom dikin û ji bo nexweşiya kuxikê dikelînin, gelek bi sûd in. Ji bo nexweşiya hemorroîdê jî derman ji xwezayê tên çêkirin.

'Gelek nexweşî bi tiştên xwezayî tên tedawîkirin'

Li kêleka çêkirina dermanên xwezayî jî hestiyên şikestî yên mirovan jî tedawî dike. Xedîce Bekir di berdewamiya gotinên xwe de ev tişt got: "Li kêleka dermanên xwezayî jî ger hestiyên mirovan şikestibin bi sabûn û hêkan tedawî dikim. Ji nexweşiyê navik, bocik, şekir re jî dermanên pêwîst tên amadekririn ji bo bên tedawîkirin. Bijîşk bi van nexweşiyan ne dizanin û ne dikarin tedawî bikin. Ev derman tenê di nava civakê de belav bûye û bi navê "Tib El Erebî" an "Tiba Xwezayî" tê nasîn. Ji ber tiştên pêwîst li Şehbayê nayên peydakirin em ji Helebê tînin lê gelek astengî û zehmetiyan li ser rê dibînin ji aliyê Hikumeta Şamê ve."

'Dermanên xwezayî ji bo tendirustiyê bi sûd in'

Xedîca Bekir bang li gelê xwe kir ku dev ji dermanên kîmyewî berdin ji ber ku bi zirar in û berê xwe bidin dermanên xwezayî û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Banga xwe ji tevahî civakê re dikim ku dev ji dermanên kîmyewî berdin lewre bikaranîna wan zirarên mezin bi xwe re tîne û berê xwe bidin dermanên xwezayî û tiştên ku ji xwezayê çêdibin ji ber ku ew bi sûd in û ji tendirustiya mirovan re gelek baş in."