Bijîjka jin, li deryayên navnetewî, kûrtaja bi ewle dike

Dr. Rebecca Gomperts, li deryayên navnetewî yên cîhanê kûrtajê dike. Niha jî xwe amade dike da ku alîkarî bide jinên Emerîkayî.

 
Navenda Nûçeyan - Dadgeha Bilind a DYE hefteya derbasbûyî sînyal da ku ew ji bo pêşîvekirina sînordarkirinên nû yên li hemberî mafên kûrtajê amade ne. Dr. Rebecca Gomperts destnîşan kir ku ew li hemberî rewşa Teksasî ya ku bi giştî kûrtajê qedexe kiriye şoq bûye, da zanîn ku ew ne ji ber ji zagonê derxistina hikûmetê, ji ber ku di asta jor de bijîjkên heremê li gor vê tevdigerin şoq bûye. 
Li gor nûçeya ku di The Guardian de cih digre, Dr. Rebecca Gomperts bi salan e bêyî ku li zagonan binêre ji bo kesên pêwistîdar ên li her derê cîhanê, bi awayekî bê pere an jî pereyê kêm kûrtajê pêk tîne. Bijîjk di sala 2018’an de malpera Aid Access a ku ji bo kûrtajkirina jinên DYE derfet ava dike, afirand. Gelek bijîjkên ku ji bo vê  malpera înternetê kar dikin hene. 
Bi jinan re dibin alîkar 
Bijîjkan li eyaletên mîna New York, California û Washington ê bi nivîsandina dermanên ku zarokan ji ber dibe alîkarî didin jinên ku dixwazin kûrtaj bibin. Aid Access a ku bi taybetî ji bo alîkarbûna jinên Emerîkî û ji bo ji zehmetiyên zagonî yên DYE birevin hatiye avakirin, li Emerîqayê rêya herî guncaw a pêkanîna kûrtajê tê dîtin. Dr. Rebecca Gomperts dibêje “Tenê 150 dolar didin. Malpera înternetê hewil dide ku ji bo jinên nikarin pere bidin, bibe alîkar.”
Ev proje bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ma. Sekretera departmana tendûristî ya Trump, hewl da pereyên ku ji Aid Access’ê re tê dayîn asteng bike û dest deyen ser dermanên ku bi rêya postayê tê şandin.  
Li deryayên nawnetewî, kûrtaja bi ewleh 
Rebecca Gomperst hêj beriya derketina holê ya Aid Acces, ji bo jinên ku bi rêjîmên sînordarker ên zagonî re rû bî rû dimînin, alîkarî dida wan da ku ew bikaribin kûrtaja bi ewleh bikin. Weke çalakvana mafên kûrtajê di keştiyekî de kariyera wê dest pê kir. Hêj di salên 90’î de dema çalakvanekî ciwan bû, çû welatên ku kûrtaj lê hatiye qedexekirin û jinên ku ji ber ducanîtiya nayê xwestin an jî ji ber pêkanînên ne bi ewle jiyan û tendûristiya wan xirab bûye, nas kir. Lê fikrekî Gomperts hebû. Ji ber ku duwazdeh mîl dûrî parzemînê, li deryayên navnetewî zagon ne derbasdar in diviyabû keştî li gor zagonên welatê ku ala wê radikin tevbigerin. Ala keştiya Rebecca Gomperts ala Hollanda ya ku kûrtaj lê nehatiye qedexekirin bû. Keşitya ku ala Hollanda radike, di warê zagonî de dikare xwe nêzî welatekî kûrtaj lê qedexe ye an jî weke sûc dihesibîne, bike, dikare li deryayên navnetewî ji bo jinan kûrtaja bi ewle bike. Ev rêbaz, rêyekî bi jîr a reva ji zagonên welatan bû. Bi vî awayê Women on Wave derket holê. Ev fikr, dibe ku weke çalakvana kûrtajê ya herî afirîner a cîhanê, destpêka kariyera Rebecca Gomperst bû. Lê ev keştî bû hêrsa hikûmetê. Rebecca Gomperst li Fasê ji bendarekî hat qewitandin. Li Polonya komekî mêrên bi hêrs li keştîgehê wê pêşwazî kir û qîr kirin ku ew Nazî ye. Nikarî biçe Portekîzê ji ber ku hikûmeta ji bo keştiya wê nekeve nav avê parevan dû keştiyên şer şand. 
Gav paş de neavêt 
Li hemberî berxwedaniya dijminatî û mezin a li dijî karê wê hatiye nîşandan, gav paş de neavêt. Gompert li ser vexwendina komek jinên heremê welatan ziyaret dike, tenê bi pêkanîna kûrtajê re sînordar namîne. Piştî ku ji welat derdikeve ji bo alîkarî bide bidawîbûna dûcanîtiya jinan sepanên herî baş bi wan re parve dike. Rebecca Gomperts dibêje: “Me perwerde da hemû rêxistinên jinan û bi vî awayî di mijara kurtajê de bi jinan re dibin alîkar.”
20 sal e kûrtaja bi ewle dike
Rebecca Gomperts 20 sal berê dest bi Women on Waves kir. Sazî veguherî projeyekî pir cûda û ev hemû armanc dikir ku derfetên xwe gihandina cihên kûrtaj lê qedexe ye zêdetir bike. Li ser malperên Aid Access (ji bo DYE) û Women on Web (ji bo tevahî cîhanê) sepana Kûrtaja Bi Ewle a ku demên dûcaniya jinan hesab dike, ji wan re dibêje kîjan rêbazê kûrtajê bibandor e û wê jin dermanan çawa bikar bînin, heye. 
Bi balafirên bê mirov, hebên kûrjatê şand
Di sala 2015’an de, Rebecca Gomperts çû bajaroka Frankfur an der Oder a girêdayî Elmanya ku li ser sînorê Polonya ye û kûrtaj li wê derê ji derveyî zagonê ye. Li wê derê, bi balafirên bê mirovî hebên kûrtajê ji ser sînor rêkir bajaroka Slubice ya girêdayî Polonya. Keştî, malperên înternetê, dron... Ev hemu pêyamekî rast dihewîne ku li welatên kûrtaj lê qedexeye jî, bi dermanan kûrtaj gengaz e. Hewce nake ku jin xwe jehrî bikin an jî xwe razînin bin kêran, tenê dikarin çend heban bigrin. 
Çalakvana mafên kûrtajê Rebecce Gomperts dibêje “Jin dikarin vêya bikin. Ev pir ne cûda ye û bêyî mûdaxaleya tibbî jin dikarin bi tena xwe zarok ji ber xwe bikin.”