Bijîjk Fella Barîş: Di penceşêra pêsîrê de teşhîsa zû girîng e

Bijîjk Fella Bariş da zanîn ku penceşêra pêsîrê di her temenî de çêdibe û diyar kir ku ji bo teşhîsa penceşêra pêsîrê divê muayene bi rêk û pêk were kirin.

NECWA RAHÎM

Cezayîr- Ji aliyê Rêxistina Tenirustiyê ya Cîhane ve (DSO) ji sala 2004’an heta niha meha Cotmehê weke ‘Meha hişmendî û hişyarkirina penceşêra pêsîrê’ hatiye qebûlkirin. Li seranserê cîhanê di meha Cotmehê de armanc dikin ku nexweşiya bandorê li 2,3 milyon jinan dike bi teşhîsa di demê de û pêşîlêgirtinê, weke sembola penceşêra pêsîrê ‘qordeleya xemir’ bi xwe ve dikin. 

Li gorî daneyên 4’ê Sibata 2021’ê  yên Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê; penceşêra pêsîrê weke ji sedî 11,7 ket rêza yekem. Bijîjka pispor a Cerahî ya Giştî Fella Barîş da zanîn ku der barê hişyarkirina penceşêra pêşîrê ya ku bi jinan re tê dîtin sempozyum li dar xistine.

‘Bi teşhîsa zû nexweşî baş dibe’

Fela Bariş destnîşan kir ku jinek beriya 8 salan penceşêra pêsîrê girtibû, bi teşhîsa zû nexweşî derbas kir beşdarî sempozyomê bû û got: “Ji ber teşhîsa zû pêsîra wê jêkirin û bi temamî baş bû. Nexweşiya penceşêra pêsîrî nexweşiyeke ku bandorê li her temenê dike ye. Di hinek malbatan de penceşêra pêsîrê genetîk e. Genetîk ji bo penceşêra pêsîrê weke sedem nayê dîtin. Hinek faktorên din ên weke cixare û alkolê jî hene. Yek ji sedemên zêdebûna penceşêra pêsîrê li Cezayîrê obezîteyên ku zêde bi jinan re tê dîtin e. Jin bi tendirust dimînin, bi giştî xwarinên amade û salên zêde hebên kontrola welidînê bi kar tînin.”  

Fella Bariş bi bîr xist ku divê bi awayekî rêk û pêk muayeneya penceşêra pêsîrê were kirin, ji bo pêşîlêgirtina metirsiya girtina penceşêra pêsîrê divê kontrolên rotîn bên kirin û neyên jibîrkirin.