“Bihayê zêde yê dermanan dibe sedem ku nexweş nikaribin bikirin”

Op. Dr. Irmak Saraç bal kişand ser bandorên zêdebûna bihayên dermanan û polîtîkayên tenduristiyê yên li ser tenduristiya jinan, got ku binpêkirinên di warê tenduristiyê de tên jiyîn bi taybetî ji bo tenduristiya jinan xetera jiyanî ava dike.

ELÎF AKGUL

Navenda Nûçeyan – Zêdebûna dovîzê, asta enflasyonê ya rekor çawa bandorê li hemû aliyên jiyanê kir, li xizmetguzariyên tendirustiya jinan û zêdebûnê jî kir. Di vê pêvajoya ku gihandina rêbazên kontrolkirina zayînê yên bêpere kêm bûye, gihandina berhemên wekî kondom, hebên kontrolkirina zayînê, amûra hundirê malzarokê, derziyên hormon ên pêşîlêgirtina ducaniyê zehmet bûn. Pispora mafên jinan Op. Dr. Irmak Saraç a pirsên me bersivand, dibêje ku zehmetiya gihandina xizmetên pêşîlêgirtina ducaniyê dibin sedema ducaniyên ku nayên nexwestin û dibe ku rêjeya mirina dayikan zêde bibe. Op. Dr. Irmak Saraç diyar kir ku bi heman awayî gihandina dermanên menopozê û dermanên hormon ên mirovên trans di pêvajoya verastkirina zayendî de tên bikaranîn zehmet bûye, destnîşan kir ku gihandina van hemû xizmetan mafê tenduristiyê ye û divê her kes xwedî gihandina wekhev, azad û zagonî be.

Gihîştina dermanên ku em pir caran bi kar tînin zehmet bûye di nava aliyên ku ji krîza dovîzê bi bandor bûne de sektora dermanan jî heye. Gelek dermanên ji bo tendirustiya zayînî di SGK’ê de tune ne, bihayê dermanan jî her dem zêde dibe. Gelo jin ji vê rewşê çawa bi bandor dibin?

Bi rastî her ku diçe bilindbûna dolar, pêşiya her tiştî digre, li nexweşxaneyên taybet bandorê li ser pereyê muayeneyê jî kiriye û zêdebûnek cidî heye. Bi rastî her dem zêdebûnek heye. Bi gelemperî salê carekê zem çêdibû êdî bi navberan zam tê kirin. Derman jî wek hejmara qutî kêmtir tên dayîn. Dibe ku ji ber marjînalên qezenca şîrketan ket ev wisa dibe. Ji bêr vê jî em bihesibînin ku berê deh hezar qutî diket, niha pênc hezar qutî derman dikeve. Ev pênc hezar qutî derman li dermanxaneyan tên belavkirin. Ji ber vê yekê, dermanan naşînin hin dermanxaneyan, an jî hejmarek pir hindik diçe. Dermansaz her gav dikarin ji muşteriyên xwe re dermanan veqetînin. Lewma reçete bêencam dibin. Ji nexweşan re dibêjin "dermanxane, dermanxane bigerin” an jî “ji depoyan nayê” dibe ku nayê jî. Ji ber ku ketinek bi rêkûpêk jî nîn e. Bi rastî jî peydakirina dermanên ku wek hebên kontrolkirina zayînê, tedawiyên hormonan, di menopozan de em bi kar tînin hene û dîtina wan pir zehmet bûye.

Encamên vê rewşê li ser nexweşan bandora wan çi ye?

Mînak, bi taybetî dema ku dermanê hormonê ji bo bilindahiya agirê zêde hatine destpêkirin, neyê bikaranîn, ev pirsgirêk dubare dibe. Negihîştandina heba kontrolkirina zayînê dikare bibe sedema devjêberdana bikaranîna şewaza pêşîlêgirtina zayînê. An jî em nikarin xwe bigihîjînin hebên rêkûpêkirina adetê ku em car bi car hebên pêşîlêgitina zayînê ji bo rêkûpêkirina reglê jî bi kar tînin. Yanî bi rastî jin ji mafê xwe yê tenduristiyê bêpar dimînin

Piştî ku li dijî bihabûna pedên hîjyenîk, kampanyayek hat meşandin û hinek jî serkeftî bû gihîştina berhemên tenduristiya zayendî yên wekî kondom, hebên pêşîlêgirtina ducanîbûnê, di çi rewşê de ye? Kî dikare xwe bigihîjîne van berheman?

Em demek e dirêj e tenduristiya zêdebûnê, tenduristiya zayendî û di polîtîkayên tenduristiya zêdebûnê de veguherînek dijîn. Ev cara yekem e ku di negihîştina xizmetên dawîanîna ducaniyê de xuya bû. Lê di heman demê de, bandorek pir cidî ya bernameya veguherîna tenduristiyê jî li ser vê çêbû. Hûn jî dizanin ku beriya bernameya veguherîna tendurustiyê, binkeyên tenduristiyê hebûn. Li nexweşxaneyan û Navendên Tenduristiya Dayik-Zarok û Plansaziya Malbatê yên wekî klînîk kar dikirin hebûn. Hin van navendan ên wek polîklînîk hatin girtin. Hin veguherîn Navendên Tenduristiya Zarokan, ciwan, jinan û zêdebûne ku em jê re dibêjin ÇEKÛS û hin jî veguherîn navendên Jiyana Tendurist. Mînak beriya ku ev navend bên girtin, di salê de sê milyon,

an jî du milyon kesan xizmet digirtin, ev hejmar wek girêdayî kêmbûna ÇEKÛS û Navendên Jiyana Tendurist daketin 200 hezar û 300 hezarî, ji ber ku çûnûhatin zehmet e. Dîtin û dema bê dîtin jî xwegihandin zehmet e.

“Divê her kes bikaribe bi awayekî fermî bigihîje xizmetên tenduristiyê”

Divê weke polîtîka ev yek bi her awayî mafê tenduristiyê bê nirxandin. Ango bidawîkirina ducanîbûnê jî, pêşîlêgirtina wê jî mafeke tenduristiyê ye û girîng e ku bi awayeke fermî mirov bikaribin xwe bigihîjînin vê. Em vêya ji bo mafê tenduristiyê dixwazin. Ji ber ku dema mirov nikaribin xwe bigihîjînin van beşan tenduristî dikeve xeterê. Ji lewre divê her kes bikaribe bi awayeke fermî bigihîje xizmetên tenduristiyê.