Bi perwerdeya hecamê ji bo nexweşiyên jinan li çareseriyê digere

Ebe Aya Al –Atola ya li Xezayê perwerdeya hecamê dîtiye, ji bo pirsgirêkên tendirustiyê yên ku jin dijîn li çareseriyan digere.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Aya Al-Atola ya ku perwerdeya ebetiyê dîtiye, perwerdeya li dibistana seretayî, bi rebazên kevneşopî re kiriye yek, bi hecamê ku di nava gel de yek ji rêbazên tedawiya kevneşopî ye, ji bo jin û zarokan dixebite. Ji bo nexweşiyên weke êşa serî ya kronîk, êşa stû û piştê, pirsgirêkên sînus û obezîteyê, xirabûnên hormonal, pêvajoyên bi êş ên reglê tedawiya hecamê dike.

Di pêvajoya Covîd-19 de li zanîngehê perwerde dît

Aya Al- Atola diyar kir ku beriya şewba Covîd-19 wê jinan bi hecamê tedawî dikir lê bi belavbûna şewbê re deriyên zanîngehan ji bo wê vebûne û wiha domand: “Min ji vê derfetê sûd girt û qeyda xwe li zanîngehek Cezayîrê çêkir û xebatên xwe ne tenê li Şerîdeya Xezayê, di heman demê de li welatên din jî min domand. Min hekîmiya di nava gel de bi ya nûjen re bi kir ye û bi pêş xist. Rêbazên tedawiyên yên wekî akupunktur, ya şûşeyê, terapiya enerjiyê, kayropraktîk ji berê ve heta îro tên pêkanîn. Her yek ji wan bi serê xwe beşeke zanistî ye. Ji bo mirov li ser wan bixebite û pispor bibe divê çend sal mirov bixebite. Hecam jî di tiba berê ya gelê Çînê de meşhûr bû, dûre ji bo dermankirina gelek nexweşiyan hatiye bikaranîn.”

‘Hecam ji bo nexweşên penceşêrê guncaw nîn e’

Aya Al-Atola got ku jinên ducanî û yên şîr didin zarokan divê hecam nebin û wiha diyar kir: “Hem ji bo jinên ducanî hem ên hepatît, nexweşên dil, kêmxwînî û penceşêrê em tedawiya hecamê nakin lewre peywira hecamê ew e ku mirov ji şaneyên xwînê yên peywira xwe nabînin rizgar bibin û gera xwînê aktîf bibe. Îcar dema nexweşiya penceşêrê hebe, hecam dibe sedem ku ew şane li bedenê belav bibin.”

Aya Al-Atola anî ziman ku qezenca herî hêja ew e ku mirov girêdayî durustiya zanistî û pêbawer be, nexweşan nexe rewşa bi xeter û wan agahdar bike. Aya Al-Atola got: “Hecam li gorî rewşa tendirustiyê ger guncaw be, bi mekanîzmayên cuda ji bo pêvajoya başkirinê temam bike û bigihîje encameke tetmînkar dê ji bo derman bibe alîkar.”

‘Em tedawiyê ji dapîrên xwe hîn bûn’ 

Aya Al-Atola diyar kir ku jin hecamê ji dapîrên xwe hîn bûne û wiha bi dawî kir: “Bi bikaranîna rêbaza zanistî, ji sedî 90 mercên jinan baş kiriye. Di demên dawî de ji bo sûdgirtinê li ser giyayên bi şîfa min dest bi xebatê kir. Mercankok mirov ji nexweşiya polîkîstîk a malhêkan rizgar dike. Ji bo nexweşên ku nikarin hezim bikim hêjîr û rûnê zeytê û ji bo nexweşiyên bi vî rengî min hinek nebatan tevlihev kir û bi reçete amade kir. Divê li zanîngehan di warê tiba alternatîf de perwerde zêdetir bibin.”