Ava Firatê bûye çeka siyaseta qirkirinê

Dewleta Tirk ji 27’ê Çileya 2021'ê ve ava Firatê ya tê herema Firatê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê qût kiriye. Bijîşk Evîn Xelîl destnîşan kir ku ji metirsiya belavbûna nexweşiyan herî zêde jin bandor dibin.

BEYDA OSMAN

Kobanê -  Dewleta Tirk ava Firatê ya ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbas dibe û gelek pediviyên gel li ser vê avê pêk tên ji 27’ê Çileya 2021'ê ve qut kiriye. Bi qutkirina avê, gelek nexweşî li heremê derketine û li ser pêdiviyên gel ên jiyanî jî bandorê kirine. Li gel nexweşiyên ku bi pêş dikevin, li ser pêdiviyên jiyanê yên heremê jî bandor kiriye û dewleta tirk ava Firatê weke amûra siyasetê û şerê taybet li ser heremê dimeşîne. Der barê qutkirina ava Firatê û nexweşiyên li heremê belav bûne de bijîjka nexweşxaneya Miştenûrê ya Kobanê Evîn Xelîl axivî.

Mîna çeka siyaseta qirkirinê bikar tîne

Evîn Xelîl bal lê kişand ku dewleta Tirk qûtkirina ava Firatê mîna çeka xwe ya siyaseta qirkirinê li dijî gelan bikar tîne der barê nexweşiyên ji ber qûtbûna avê li heremê rû didin wiha got: "Ava Firatê di sala 2021'ê kêm bû, heya niha didome, tê zanîn ku li gor hevpeymanên ku hatine çêkirin divê ava derbasî Sûriyeyê bibe 500 metre kûp be. Lê dewleta tirk li dijî van lihevkirinan derdikeve 200 an 100 metre kûp avê derbasî Sûriyeyê dike. Kêmbûna avê bi xwe re nexweşiyan ava dike, dema av kêm dibe di avê de germs (ceresîm) vîrus zêde dibin û xwe berfireh dikin."

Dibe sedema nexweşiyan: Herî zêde jin bandor dibin

Bijîşk Evîn Xelîl destenîşan kir ku kêmbûna avê gelek nexweşiyan bi xwe re tîne û got: "Piraniya nexweşiyên ku çêdibin weke enfeksiyonên mîdeyê û roviyan, nexweşiya destavê û gurçikê bi awayekî giştî çêdibe lê piranî li cem zarok û jinên ducanî û kesên bi teman mezin zêde çêdibe. Di demeke nêz de dîsa nexweşiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de belav bûye lê çavkaniya vê nexweşiyê ji kêmbûna avê bi taybetî bajarên ku nêzî avê zêde lê tê çêkirin. Nexweşiya li qadan gelekî bi xeter in ji ber ku di mêjiyê mirov de çêdibe bi dermankirinê re baş dibe lê ziraran dihêle, weke ixtîlec û îaqa. Di demsala havînê de em di warê avê de pir zehmetiyan dikşînin. Elektrîk nîn e ku em keskayî têxin beradan ji bo vê jî bandora xwe heye ji bo tendirustiya mirovan û di havînê de zikêş û vereşan zêde dibe."

Banga hişyariyê

Evîn Xelîl axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: "Em wek Desteya Tendirustiyê û rêxistinên mirovî bi gelê xwe re ne, heya ku ji destên me bê em ê bibin alîkar. Em dermanê klorê li malan belav dikin ji bo ku av baqij bibe li gorî ava wan heba klorê tê dayîn. Her nexweşxweneya ku me vekiriye, dikarin berê xwe bidin me û xwe derman bikin. Ji bo ku her tişt ji destên mirov çêdibe divê destên xwe bi sabûnê baş bişûn. Em kampanyayên dilxwazî li dibistan û komînan li dar dixin û gel hişyar dikin ji bo xwe biparêzin, ji bo ku nexweşî werin kêmkirin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî van nexweşiyan çareseriyek bibînin û ava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî were dayîn, li hemberî dewleta tirk bêdeng nemînin ji ber ku kêmbûna avê dibe sedema mirina gelek kesan."