“Aşiya HPV ji bo parastina ji penceşêrê pêwîst e”

Aşiya HPV ya ku li hemberî pençeşêra rehmê parastina yekemîn dike, hê ne di nav berfirehiya sîgortayê de ye. Pêkanîna vê aşiyê ku jiyanê xilas dike, di derfetên aborî yên dawiyê de ger gotin di cih de be weke serwetê ye. Pispora Zayîn û Nexweşiyên Jinan Irmak Saraç destnîşan kir ku divê aşî ji bo her kesê bê pere be û dibêje ku aşî yek ji çekên li hemberî HPV’ê ye.

  
ELÎF AKGUL
Stenbol-  Daxwazên ji bo derziya HPV’ê ku parastina yekemîn a li dijî penceşêra rehîmê ye bêpere be û di bernameya derzîlêdanê de cih bigire berdewam dikin. Gelek caran mijar hat rojeva Meclisê lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Endama Lijneya Bilind a Rûmetê ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Pispora Nexweşiya Jinan û Zayînê Irmak Saraç ji ajansa me re axivî bal kişand ser girîngiya carek din derzîlêdan û wiha got: “Her çendî hûn derzî lêbidin jî pêwîst e hûn mayîna xwe ya bernameya kontrolê bidomînin.”
"Dikare bi derziyê were parastin"
Irmak Saraç bi gotina; "Em jî dizanîn hûn jî dizanin ku sedema bingehîn a yekem a penceşêra rehîmê virusa HPV’e û 14 cureyên wê yên bi penceşêrê re têkildar in hene. Hemû cureyên wê penceşêrê lê ne di rewşa têkiliyê de ye”, wiha axivî: “Îro helbet bi kontrolkirina HPV’ê mirov dikare rê li ber lezyonên beriya penceşêra rehîmê bigre. Lê em bêyî bikevin penceşêrê, dikarin bi derziya HPV’ê xwe biparezin.”
"Rêjeya lezyonên di kesên aşîkirî de ji yên derzî li xwe nedane gelek kêmtir e"
Irmak Saraç anî ziman ku lêdana derziyê ji sedî sed ne pir parastiye, destnîşan kir ku lêkolînên li ser kesên ku berê derzî lêdanê berdewam dikin û li gorî encamên lêkolînê rêjeya lezyonên di kesên aşîkirî de ji yên derzî lênedane gelekî kêmtir e.
Irmak Saraç gotinên; “derzîlêdan di warê parastina yekemîn de yek ji çekên di destên me de ye”, 
bi bîr xist ku bernameya kontrolkirinê ya HPV'ê di sala 2014'an de di pergala lênihêrîna bingehîn a tenduristiyê de cih girt û bi vî rengî gihîşt raya giştî, ev pêvajo wiha vegot: “Îro rêbazek şopandinê ya nûjen tê bikaranîn. Di testê de li HPV’ê tê mêzekirin ger cureyên bi penceşêrê ve girêdayî hebin, ji heman nimûneyê smear tê xebitandin. Li gorî guheztina hucreyî ya di smear de an jî li gorî cûrek HPV’ê hatî tesbîtkirin de dikevîn riyek. Ger vîrûsa HPV’ê tunebe jî piştî 5 salan test tê dubarekirin.”
"Divê aşî ji bo her kesê bê pere be"
Irmak Saraç destnîşan kir ku divê nihêrîna testa HPV’ê pênç salan carekê tê pêş dîtin lê ger di warê smearê de were mêzekirin divê ev test sê salan carekê were dubarekirin û wiha berdewam kir: “Ya rast dema ku wezaretê nihêrîna HPV da destpêkirin aşiyan jî kiribû rojev. Di pêşkêşiyên ku girêdayî vê hatibûn kirin de behsa aşiyan dihat kirin, fikrekî wan a wisa hebû ku di navbera aşiyên serdema zarokatî de, navbera aşiyên serdema dibistanê de aşiya HPV jî entegre bikin. Lê ji ber ku maliyeta vê pir zêde ye, wê serdemê vê ya entegre nekirin. Bi rastî jî maliyeta vê pir zêde ye. Bi qasî ku min fêm kir şirîkeyên aşiyan jî gav paş de navêjin, ku ya rast divê aşî bê pere be.”
"Zarok tên aşîkirin"
Irmak Saraç destnîşan kir ku li welatên di warê aborî de hîn bihêztir in aşiyên HPV li ser aşiyên serdema zarokatiyê tên zêdekirin, li Awusturyaya ku yekem car vêya da destpêkirin lezyonên beriya pençeşêra rehmê gelek bi paş ve çûne û da zanîn ku aşî ji 9 salî şûnde dikare bê kirin, di bin 15 salî de du doz, piştî vê jî sê doz dikare were kirin û wiha got: “Destpêkê aşî ji bo zarokên keç derket lê piştre hat dîtin ku li ser zarokên xort jî bi bandor e û lewre zarokên xort jî dikarin bi hêsanî werin aşîkirin. Mînak li Awusturyayê hem zarokên xort hem jin tên aşîkirin. Aşîkirina zarokên xort û yên jin li Emerîkayê jî tê pêşniyarkirin.”
"Ger hûn bên aşîkirin jî divê hûn kontrolê berdewam bikin"
Irmak Saraç diyar kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Centers for Disease Control and Prevention (CDC)  vê derziyê ji bo her kesê heta 26 saliyê pêşniyar dikin û got ku piştî temenê 26 salî, li gorî rewşa xeternak dibe ku derzîkirina qonaxa yekem neyê pêşniyarkirin.
Irmak Saraç got; “Divê ev yek tu car neyê jibîrkirin. Li gor zanyariyên min ên niha ger hûn bixwazin di deh salî de aşî bibin, an bixwazin di 30 salî de, hûn ji bernameyên nihêrînê dernakevin. Divê hûn nihêrîna bi smear an jî HPV’yê berdewam bikin” û da zanîn ku HPV ya ku di 20 salî de pir zêde tê dîtin ji sedî 90 di nav du salan de winda dibe, ji bo tesbîtkirina ji sedî 10’ê populasyona ku ji laş nayê avêtin nihêrîn piştî 30 salî tê kirin.  
"Ji bo aşiya HPV bikeve nava tedawiya sîgortayê kampanya didomin"
Ji bo aşiya HPV bê pere be, li Tirkiyeyê kampanya berdewam dikin. Di doza daxwaza girtina bernameya parastina neteweyî ya aşiya HPV a ku ji aliyê Komeleya Destpêkê Jin û Zarok ve hatibû daxwazkirin de rapora destpêkê ya pispor hat. Heyeta pispor da zanîn ku li hemberî pençeşêra rehmê aşîkirin ji aliyê tibî ve pêdivî ye. 
Li aliyê din Endama Navenda Mafên Jin û Zarokan Parêzer Kardelen Yarlsî jî serî li Midûriyeta Ewlekariya Civakî ya Stenbolê da, daxwaz kir ku pereyê ji bo aşiya HPV daye paşve were vegerandin lê ji ber ku aşî di berfirehiya vegerandina pere de nîn e bersiva neyînî girt. Parêzer Kardelen Yarlî ya ku di gava pişt de daxwazname da Wezareta Tenduristiyê û daxwaz kir ku aşiya HPV bê pere be ger daxwazname neyînî be wê dozê li wezaretê vebike.