‘Zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê ji bo jin û gelan metirsiyek e’

Endama Meclisa Sûriyeya Demokratîk Canda Mihemed der barê hewldana dewleta Tirk ku dixwaze çeteyên DAIŞ’ê zindî bike got ku ger êrîşên dewleta Tirk li herêmê nesekinin dê bibe sedem ku çete careke din xwe bi rêxistin bikin.

VIYAN AMED

Qamişlo – Dewleta Tirk ji bo êrîşeke nû ya dagirkeriyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava hewldanê de ye, bi riya şerê taybet, balafirên bê mirov û topan êrîş dike. Di heman demê de bi riya nûjenkirina çeteyên DAIŞ’ê dixwaze êrîşek nû pêk bîne. Di êrîşên xwe de kamp û girtîgehên ku çete lê hene armanc digre. Armanca êrîşan ew e ku destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 10 salên şoreşê de bi dest xistine, tune bike. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinan e, ji lewre bi hedefgirtina jinan re careke din dixwaze jin jiyana bi koletî bijîn û feraseta mêr li herêman serwer bike. Li hember êrîş û gefên dewleta Tirk, gelê herêmê di nava berxwedaniyê de ne û her roj çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Ruxmê êrîşên dewleta Tirk bi belge û dîmenan li ber çavan e jî heta niha der barê kiryarên ku pêk tîne, tu doz ango helwestên dewletên navneteweyî derneketine holê. E

‘Çareseriya aloziya Sûriyeyê projeya Netewa Demokratîk e’

ndama Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Canda Mihemed der barê êrîşên dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne de wiha dibêje: “Ev 11 sal in aloziyek kûr li Sûriyeyê heye û gelek sedemên wê hene ku heta roja îro berdewam dikin. Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê tu çareserî heta niha xuya nake. Sedema sereke ya aloziya Sûriyeyê yek ji wan a esasî kiryar û êrîşên dewleta Tirk a dagirker e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re projeya Netewa Demokratîk ku hemû gelan di nava xwe de dihewîne hate avakirin û hemû pêkhate cihê çareseriyê divê projeyê de dibîne. Gel li hember her cure êrîşan heta niha li ber xwe dide û ji bo jiyanek aram û aşitî têdikoşe. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku projeya Netewa Demokratîk ku hemû gelan hembêz dike, ji holê rabike dixwaze bi xurtkirina çeteyên DAIŞ’ê re êrîşan bike. Dewleta Tirk di her warî de destek dide çeteyan ku gelê Kurd qir bikin. Dewleta Tirk li hember hêzên me têk çû, ji ber gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî şer kirin. Di heman demê de hêzên YPJ/YPG hemû plan û projeya dewleta Tirk a dagirker pûç kir.”

‘Efrîna bihuşt kir dojeh’

Canda Mihemed di berdewama gotina xwe de bal kişand ser êrîş û dagirkeriya Efrînê û wiha domand: “Efrîn warê jinan û afrîneriya jiyanê bû. Efrîn bi projeya Netewa Demokratîk bûbû cihê herî ewle. Efrîn bi vîn, jiyan, xweşî, reng û dengê jinê dihate nasîn. Gelek pêkhate ji ber aloziya Sûriyê koçberî Efrînê bûbû hembêza xwe ji hemû koçberan re vedikir. Dewleta Tirk tehemûl nekir û ew cihê ku mîna bihûştê bû kir cihek dojeh. Çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê bin ketin û dewleta Tirk erka DAIŞ’ê girt ser milê xwe û her roj êrîşî herêmên me dike. Cihê ku dagirkiriye dixwaze bi guhertinên demografîk gel û çanda herêmê qir bike û çand û zimanê xwe di wan herêman de feriz dike. Armanca dewleta Tirk ewe ku hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, bi rojan êrîş dike daku gelê herêmê koçber bike.”

‘Dewleta Tirk çeteyan li herêmê zindî dike’

Canda Mihemed di berdevamiya gotina xwe de da zanîn ku heta niha jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê heye û wiha pê de çû: “Hewildana dewleta Tirk ewe ku cardin çeteyên DAIŞ’ê zindî bike. Heta niha jî li herêmên me şaneyên razayî yên DAIŞ’ê heye ku ew jî gefek mezin li hember herêmên me dike. Sala borî çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê xwest cardin xwe vejîn bike, lê bi saya hêzên me pêşî li lê hate girtin. Dewleta Tirk herî dawî jî bi balafirên şer êrîşî bine saziya herêmên me kir û di wan êrîşan de girtîgehên çeteyan û kampa Holê jî armanc kir ku çete birevin û êrîşî gelê herêmê bikin. Dema istikrar li herêmên me çêdibe, yekser dewleta Tirk êrîş dike û ev yek jî derfet dayîna çeteyên DAIŞ’ê ye.”

‘Hêza jinan a bi rêxistinkirî çeteyên mîna DAIŞ’ê bin xist’

Canda Mihemed di gotinê xwe de da zanîn ku zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê ji bo jin û civakê xeteriyeke mezin e û wiha dirêjî da gotina xwe: “Zindî bûna çeteyên DAIŞ’ê ji bo jin û gelan metirsiyeke. Cihê zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê hebe tu vîna jinê dernakeve. Reqqa berê di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû û tu vîna jinê ya bi rêxistinkirî nînbû. Bi rizgarkirina Reqqayê re vîn û hebûna jinê derket, heta jin karibû li wir xwe bi rêxistin bikin û rêxistina xwe damezrînin. Hêza jin a bi rêxistinkirî çeteyên mîna DAIŞ’ê bin xist. Jin dema hêza xwe dike yek, civakê ber bi azadiyê ve dibe û jiyanek azad diafrîne. Çeteyên DAIŞ’ê li dijî jin û azadiya civakê ye. Rêxistinkirin û têkoşîna jinê li hember zihniyeta çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk bingeha aramî û azadiyê li herêmê ye.”

'Xwedîderketina destkeftiyê gelan erkekî mirovî ye'

Canda Mihemed di dawiya gotina xwe de destnîşan kir ku li hember plan û êrîşên dewleta Tirk divê jin û civak asta têkoşînê mezin bikin û wiha bi dawî kir: “Êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê xeteriyên mezin bi xwe re tîne û bandor li tevahî cîhanê dike. Niha bi sed hezaran girtiyên çeteyên DAIŞ’ê hene ku ev yek xeteriyek mezin dide herêmê. Ger êrîşên dewleta Tirk li herêmê nesekine, dê bibe sedem ku çete cardin xwe bi rêxistin bikin û ji nû ve zindî bibin, ev yek jî dê di tevahî cîhanê de xeteriyek mezin bi xwe re bîne. Divê li hember êrîşên dewleta Tirk li tevahî Sûriyê bertekek derkeve û li hember dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk têkoşîn bikin. Êrîşa ku li hember me bê kirin emê parastina xwe bikin û destûr nadin dewleta Tirk ku axa me dagir bike û em weke jin em ê rola xwe cihê herî pêş de bigirin. Me karibû bi saya Rêber Apo û bi hezaran şehîdan projeya Netewa Demokratîk ava bikin û îradeya tevahî gelan nas bikin. Divê em jî wek gel xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û em her bi aştî û aramiyê re ne.”