Zinarîn Qamişlo: Emê bi berxwedaniya ji rengê hemû jinan sala 2022'yan tacîdar bikin

Fermandara YPJ’ê Zinarîn Qamişlo xebatên YPJ'ê yên salê nirxand û got: "Emê weke YPJ bibin teminata hemû jinan, ji bo wê jî me bi perwerdeyên pisporiyê amadekariyên xwe kirine û em ê ji bo parastina hemû jinan şer bikin. Li ser erdnîgariya şoreşa jinê bi berxwedaniya mezin a ji rengê hemû jinan em ê sala 2022'an bi serkeftinê tacîdar bikin.”

RONAHÎ NÛDA
Qamişlo - Yekîneyên Parastina Jin yek ji berhemên bi nirx û hêja yên şoreşa jinan e, li ser esasê pergala heqîqetê bi pêşengiya jinên Kurd hat damezirandin û dikaribû di hemû qadên têkoşînê de parastina axa xwe bike. Li dijî hemû cureyên netewperest û serweriya li ser jinan dihat meşandin YPJ'ê azadiya mayinde bi xwe re teyisand û bû mînak di tevahî cîhanê de. Jin di nav YPJ'ê de xwedî sekneke bi hêz û kesayetên şoreşgerî ne her wiha xwedî fikreke rast û dirust in. Yekîneyên Parastina Jinê di 4'ê Nîsana 2013'an de hat damezirandin û gav bi gav berfireh bû, jin ji hemû neteweyan tevli refên wê bûn û mezintirîn hêza jinan di cîhanê de ye. YPJ'ê di şerê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mohra xwe li dîrokê da û di hemû şeran de pêşengî kir. Her wiha bi têkbirina li hemberî çeteyên DAIŞ'ê re tola bi hezaran jinên Şengalê hildan û bûn mînak ji tevahî jinên cîhanê re. Jinên cîhanê îlhama xwe ya xweparastinê ji YPJ'ê digrin û ji xwe re pêşeng dibînin. Xeta Arîn, Barîn, Avêsta, Silav û bi hezaran şervanên YPJ'ê di her bohusta axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heye ku gel ji xwe re wan pêşeng dibîne. Her wiha da ku xeyalên pakrewanên xwe pêk bînin bi projeya neteweya demokratîk xwe bi xwe bi rêve dibin. Îro bi saya bi hezaran şervanên YPJ/YPG'ê deriyê azadî û aştiyê vebû ku tevahî civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava rêxistinbûnê de ne. Der barê kar û xebatên salekê yên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de Fermandara YPJ'ê Zinarîn Qamişlo nirxandinên girîng kir.
"Bihara Ereban, veguherî bihara gelan"  
Zinarîn Qamişlo bihara gelan û desthilatdariya netew-dewletê wiha nirxand: "YPJ piştî ku hat avakirin riyek dirêj li pey xwe hişt. Di nava van salên dirêj de gelek destkeftiyên mezin hebûn. Jinan di şertên zor û zehmet de çek girtin destên xwe. Di sala 2011'an de digotin bihara Ereban lê di esas de bihara gelan bû ku li Tûnisê dest pê kir pêl bi pêl li tevahî Rojhilata Navîn xwe belav kir. Ev serhildana gelan ji tevahî cîhanê re eşkere kir ku netew-dewlet têk çûye, ji bo azadiya gelan mecal venake û bi taybetî jin bê azadî, bê îrade û bê nasname dimînin. Civak di rastî de di hundirê xwe de edalet û wekheviyê dihewîne loma di bihara gelan de gel li hemberî desthilatdarî û dewletê serî hilda. Gel bi daxwazek vekirî daxwazên xwe anî ziman, got ku li dijî îşkenceyê ne, heqê xwe yê jiyanê di aliyê aramî de dixwazin. Ev daxwaz jî li tevahî Rojhilata Navîn belav bû. Ev nêzîkatiya gelan ji netew-dewletê re eşkere bû ku êdî nikarin û divê daxwaza gel pêk bînin. Netew- dewletê guhê xwe neda daxwazên gel û anî ziman ku ewê îradeya gel biperçiqînin. Netew dewletan ji gel re diyar kirin ku berê çawa serîtevandî dijiya û divê niha jî wek kolê bijîn, her wiha divê tu bê îrade, bê nasname û bê ewlekarî bijî. Netew- dewlet gelek caran di her aliyê de êrîşî gel kir, îşkence kir, gelek mirov ji holê winda kir û gelek cihan qetlîam jî pêk anîn. Gelek hêz xwe parastin, lê hinek ji wan daxwazê wan azadî bû, lê bûn koleya herî kole, hinek jî ji talabê xwe yê azadiyê paşve kişiyan û bûn hevkarê netew- dewlet ku li hemberî gelê xwe zivirî. Ger civak xwe birêxistin û zane bike dikare bigihîje daxwazên xwe." 
"Rêxistinbûna jinan sazîbûna civakê ya bingehîn e"
Zinarîn Qamişlo zîhniyeta çeteyên DAIŞ'ê wiha anî ziman: "Dewleta îslamî ya Iraq û Şamê, feraseteke îslama herî hişk, tûj û bêtirs bû ku xwe dispêrt vê yekê û baweriya wan ew bû. Di rastî de cewherek sade ya îslamê heye ku bi edalet e û gel dikare xwe tê de bi awayekî aram îfade bike. Derketina DAIŞ'ê li ser bingehek wisa bû ku her kes dê yekreng, yeknêrîn, yekfelsefe û aqlê desthilatdar bûya. Jixwe pergal hemû aqilê zilamê desthilatdar e û DAIŞ jî rûyê wî yê eşkere bû. Jinan weke hebûneke heram, guneh û zilam ji rê derdixe û xirab dike dibîne. Loma xwestin jinan veşêrin û mîna rûyê jinê nebe, gotinên wê tunebin, dengê wê dernekeve û tenê amûrê zêdebûna civakê be. Çawa ku di qonaxa koledarî de jin weke heram hatibû avakirin, di qonaxa DAIŞ'ê de jî rê û resmê vê yekê derket holê. Ji Şengalê bigre, heta Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, DAIŞ’ê wek pêlekê da ber xwe. Gelek jinên Kurd, Suryanî, Aşûrî û Ereb ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin, qetilkirin û gelek ji wan heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Gelek jin niha di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de veşartî ne.”
Zinarîn têkildarî pêdiviyên zanebûna civakî jî ev nirxandin kir: “Di bihara gelan de zanebûn ji civakê re lazim bû ku xwe bikaribin bi rêxistin bikin, bêguman zanebûn ji jinan re jî lazim e. Di tevahî cîhanê de mafê xweparastinê heye û ev parastin ji bo tevahî zindiyan e. Ger êrîşek li ser dîrok, ziman, hebûn, çand, îrade, îfadekirin û keda te hebe, wê demê mafekî pir xwezayî yê parastinê heye. Ji bo wê darek xwe ji qaqila xwe, giha xwe bi nermbûna xwe, lawir bi bêhn û tûjbûna xwe û mirov jî bi aqilê xwe û bi rêxistinbûna xwe, xwe diparêze. Ev parastin ger were ser jineke ku hebûna wan wek zindî ji holê radibe, çek girtina wê jî wek mekanîzmaya parastinê ye. Damezrandina YPJ'ê di şertên zor û zehmet de çêbû ku êrîşek pir dijwar di hemû aliyan de li ser jinan hebû. Jin sazîbûn û hebûneke bingehîn a civakê ne, ji ber ku jin di hawirdora xwe de kombûnê ava dikin."
"Jinan îlhama xweparastinê ji YPJ’ê girtin"
Zinarîn Qamişlo diyar kir ku YPJ di 4'ê Nîsana 2013'an de hatiye damezrandin û wiha got: "Di vê êrîşê de dendika yekem jin û jinên Kurd bû lê ev yek ne tenê bi Kurdan re sînordar ma. Êrîşa DAIŞ'ê li ser tevahî baweriyan û neteweyan dest pê kir. Êşa ku hemû pêkhateyên jin jiyan, îlhama xweparastinê ji jinên Kurd girt û mil dan milên hev. YPJ ji bo tevahî jinan bû cihê baweriyê, bû îlhama xwedî li xwe derketinê. Ji ber sekna YPJ'ê di şer de cihê bawerî, pêşeng, wêrek û serkeftina jinan bawer bû. Dema ev heqîqet hat dîtin, her kesê li derdorê YPJ'ê xwe kilît kir. Di YPJ'ê de dewlemendiya ol û neteweyan pir zêde bû. Her kes matmayî ma ku mirovên netew û pêkhateyên cuda çawa hatine gel hev û mil bi mil li hemberî aqilê zilamê desthilatdar şer kirin. Ne tenê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên Rojhilata Navîn ên mîna Misir, Siûdî û Iraqê jî îlhama xwe ji YPJ'ê girtin. Li ser erdê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bihara gelan pêk hat loma jinan diyar kirin ku ew ê xwedî li dîrok, hêz, bawerî û hebûna xwe derkevin. Jinan li vir wê hêzê dîtin û gotin ku ew dikarin bi awayekî bi aram bijîn. Dema ev rastî li ser vê axê hat jiyîn, bandora xwe li jinên Ewropayê jî kir. Gelek jinên Elman, Yûnan, Fransiz tevli bûn, her wiha gelek jinan wek şande hatin serdana YPJ'ê kirin."
"Divê jinên Efganistanê di fikir, ruh û armancê de bibin yek"
Zinarîn Qamişlo bal kişand ser jinên Efganistanê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bi hatina Talîbanê re jin li Efganîstanê ji holê hatin rakirin. Rewşa ku niha li Efganistanê rû daye, bi rastî jî gelek bi êş e. Daxwaza wan jinan çêbû û me yekem car got ku divê jin li wir xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku dema jin di nava xwe de yekitiya xwe ava bikin, tu hêz nikare beramber vê yekitiyê bisekine, çima ji ber jin wêrek in û dema daxwazên wan hebin gav bi paş ve navêjin. Ger were xwestin dikare di qadê şer de xwe bi çek jî bikin da ku hebûna xwe biparêzin. Îro ev şer ne tenê jin xistine malê, li ber çavên her kesê jin tên qetilkirin, destdirêjahî pêk tê, di warê hebûn û laş te tên perçekirin, ji bo wê ger bê xwestin di aliyê çekdarî de jî jinên Efganistanê xwe biparêzin. Mînak jî YPJ'ê ye ku li beramber DAIŞ'ê çek rakir û jinan parast. Jinên Efganistanê divê di fikir, ruh, armanc de yek bin, dema yek bin, jin dikarin astengiyan derbas bikin, ne tenê li hemberî aqilê Talîbanê li dijî aqilê desthilatdar jî şer bikin. Divê jin demkî têkoşîna xwe nekin, bedelên wê giran û zehmet e lê li hember vê bedelê azadî jî heye. Berhemên ku YPJ'ê bi salên demdirêj ava kir, dikarin bibin nimûne ji tevahî jinên cîhanê re. Jin dikarin bi bîr û baweriyê xwe biparêzin."
"YPJ'ê bandor li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê kir"
Zinarîn Qamişlo rola YPJ'ê ya sala 2021'ê der barê perwerde, teknîk û taktîk de wiha parve kir: "Em salekê li pey xwe dihêlin. Her saleke ku diçe, ji ber hin herêmên me yên dagirkirî hene ji me re êş e. Ji ber heta niha gelê me di bin konan de, di şert û mercên zehmet de dijîn. Ji derveyî herêmên me tu sazî û dezgeh alîkarî jî nadin. Li kêleka vê yekê em ji vê jî ji bîr nekin destkeftiyên me yên pir mezin jî hene. Em hemû dizanin me li hemberî hêzek mîna çeteyên DAIŞ'ê şer kir. Armanca DAIŞ'ê ew bû ku dîrokê ji holê rabike. Ji ber ku cihê dagir dikir, yekem cihê dîrokî ji holê radikir. DAIŞ’ê temsîliyeta tunekirina civak û neteweyê dikir. YPJ'ê li dijî DAIŞ'ê şerên mezin kir, heta gelek birîndar û şehîdên YPJ'ê jî hene. Li kêleka wê yekê bandora YPJ'ê di serî de li Rojhilata Navîn paşê jî li tevahî cîhanê kir ku jin careke din baweriya xwe qezenc bikin. Bi destkeftiyên YPJ'ê re jinan di xebatên cur be cur de cihê xwe girtin, çi leşkerî û çi jî civakî be. Hêza jinan, hêza parastina civakê û ewlekariya hundirîn avakirin û jin pêşengiya van karan kirin. Di tevahî civakê de me pewerdeya jin, çawa dikare xwe biparêze da. Hêzên hewayî, hêza dijberî xirabûna hundirîn ku dema xirabiyek çêbibe midaxele bikin hat avakirin. Di saziyên leşkerî de gelek damezrandinên ber bi çav çêbûn. Bi awayekî fermî jinan di nava van karan de rol û mîsyona xwe lîstin. Îro jin li ser hacizan ewlekariya bajarê xwe digire û nahêle hucreyên veşartî yên DAIŞ'ê derbas bibin û maşîneyên ku derbasî axa wê dibin, yek bi yek kontrol dike. Civak jî bi vê yekê gelek kêfxweş e ji ber ku ewlehiya xwe di vê yekê de dibîne. Fikarên xirab hêdî hêdî di serê civakê derdikevin.”
“Ji segvanî heta sabutajê perwerdeyên pisporiyê tên dayîn”
Fermandar Zinarîn Qamişlo têkildarî perwerdeya YPJ’ê jî ev agahî da: “YPJ perwerdeya xwe ya bîrdozî her sal dibîne, ji ber zanebûn û dîroka xwe naskirin gelek girîng e. Em perwerdeyên mîna, dîrok, ziman, cinsê xwe naskirin, têkoşîna cins û hwd. dibînin. Her wiha di aliyê teknîkê de branş hene. Em perwerdeyên mîna sekvanî, sabotaj, mudaxele, veşartin û hewayî didin. Em di perwerdeyên teknîkê de pisporbûnê derdixînin holê. Dema êrîşek pêk were YPJ bi taktîka xwe wan êrîşan dizane û mudaxele dike. Her wiha di arteşek de elbet fermandar jî pêwîst in ku fermandar rolên mezin dilîzin. Perwerdeyên fermandarî taybet in ku çawa mudaxeleya zararên ku pêk tên bike. Her wiha perwerdeyên pispor û hunera leşkerî ku ziraviyên heyî kûr kirin hene. Di Yekîneyên Parastina Jinê de ev perwerde di asteke herî jor de tên dayîn. Di warê fikir û bawerî de ger mirov bê avakirin, aliyê pisporiya şer de behremendî jî hatibe dayîn, tenê fermandarî dimîne, ger di aliyê fermandarî de jî asta tecrubeyê hebe bi awayekî xwezayî fermandar jî ava dibin. Di YPJ'ê de ev diyalektîk her tim dihêle ku zindî bimîne."
"Em ê li ser axa xwe şerê rûmetê bikin"
Zinarîn Qamişlo tedbîrên ku li hemberî êrîşan girtine wiha anî ziman: "Niha jî amadekariyên me hene, ji ber em rewşeke bi aram de najîn. Her roj aqilê osmaniyan û bi pêşengiya Erdogan êrîş pêk tên. Armanc ew e ku nexşeriya osmaniyan li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bike. Heta niha jî dewleta tirk li dijî herêmên me tehdîtan dişîne û dibêje em ê êrîş bikin. Armanca vê êrîşî gelek fireh e ku modela Rêveberiya Xweser hatiye avakirin neyê rûniştandin. Her wiha asta jinan derket holê ku li beramber vê aste bisekine. Efrîn, Serêkanî û Girê Spî ji aliyê dewleta tirk ve hatin dagirkirin, elbet di wan şeran de gelek bedelên giran jî hatin dayîn. Elbet amadekariya me der barê herêmên ku hatine dagirkirin de hene. Hem di aliyê fikir de, hem di aliyê taktîk, pispor û hunera leşkerî de me xwe ava kiriye. Em di van aliyan de ji xwe bawer in ku em ê vê yekê vegerînin pêla serkeftinê, axên ku ji destê me çûne, em ê careke din vegerînin. Me soz daye gelê xwe ku em ê wan vegerînin axa wan, em ê vê yekê bighinîjînin heqîqetê. Îdea, armanc û baweriya me pir mezin e, çi dibe bila bibe em teslîmiyetê qebûl nakin. Em ê li ser van axan şerê rûmetê bikin, li ber xwe bidin û heta dawî serkeftin a me be. Dema dagirker êrîş dikin, bi awayekî wehşî êrîş dikin, hemû teknîkên pêşketî bi kar tînin. Li gel me jî kesê ku herî pêşketî ye mirov e ku em ê bi bawerî û hêviya serkeftinê heta dawiyê şer bikin û vê şerê vegerînin serkeftinê."
"Rê û resmên şerê gel ê şoreşgerî li ser vê axê di meryetê de ne"
Zinarîn Qamişlo rêxistinbûna gel wiha vegot: "Rûniştinên me bi qada civakî û  Rêveberiya Xweser re heye ku gelek diyalog jî pêk tên. Civak jî dibêje divê ew xwe bigihîjînin asta şerê gel ê şoreşgerî. Gel bi xwe jî dibêje ger hebûnek wan hebe wê li ser vê axê be. Em dikarin bêjin ku astek pir mezin a civakê jî derket holê. Ev yek di şerê Efrînê de derket holê ku zarokan di çeperan de şer dikirin û dayikan jî xwarina zarokên xwe çêdikirin, birîndarên xwe radikirin û cebxaneya zarokên xwe temam dikirin. Rê û resmê şerê gel ê şoreşgerî di Efrînê de derket holê û niha li tevahî Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev yek tê dîtin. Di rûniştina me bi civakê re mijara herî esasî şerê gel ê şoreşgerî ye, gel jî rewşa xwe ya jiyanî di ber çav derbas dike. Em wek YPJ/YPG'ê çi pêwîstiya gelê me hebe em ê temam bikin. Dibe ku kêm û kurtiyên me hebin lê destkeftiyên me jî hene. Mirov dikare bêje ku îro mêrên Kurd û Ereb li ser bingeha azadiyê têdikoşin, ev yek jî keda herî mûezem û cihê şanaziyê ye. Nimûne mêr li Qamişlo, Kobanê, Şehba û Helebê di roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de rabûn û meşên girseyî li dar xistin, ev yek destkeftiyek pir mezin e. Ger ev aqil bê guhertin, xirabiya heyî wê hêdî hêdî ji holê rabe."
"Li ser pêdiviyan YPJ hat avakirin"
Zinarîn Qamişlo bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêl da gotinên xwe: "Damezrandina YPJ'ê di şerê tund ê DAIŞ'ê de derket holê. Ev aliyê wê yê pisporiya şer û hunera wê ya zanista şer e. Zarokên vê civakê asta zanebûnê jî derxistin holê. Nasnameya YPJ'ê ne tenê şer dike, YPJ di warê guhertin û veguhertina civakê de pêngava esasî ye. Çavkaniya esasî ya YPJ'ê felsefeya Rêber Apo ye, YPJ îlham û zanebûna xwe ji Rêber Apo digre. Rêber Apo diyar dike ku bi jinan dê tevahî cîhan û aqilê mêr were guhertin. Her wiha diyar dike ku jin temînata aştî û wekheviyê ne. Ev baweriya ku hatiye avakirin, bi zanebûnê hatiye dagirtin. Îro bi saya Rêber Apo jin ji xwe bawer in, xwe îfade dikein û di hemû kar û xebatên civakê de cihê xwe digrin. Loma di roja jidayîkbûna Rêber Apo de, YPJ hat avakirin. Hem aliyê wê yê manewî li gel me heye, hem jî di aliyê zanebûn, bawerî û îrade de. Loma êşa me ya herî mezin ew e ku Rêber Apo di zindanê de be.”
Zinarîn Qamişlo girêdayî pêdawîstiyên zanebûnê ji bo jinan jî ev nirxandin kir: “Ger jin zanebûnê di asta herî jor de bi xwe re ava bikin, xwe di fermandarî û hunera şer de xwe xurt bikin, bi rastî jî temînata azadbûna Rêber Apo didin. Rêber Apo di aliyê fikir û felsefeyê de azad e lê şert û mercên ku niha tê de dijî, tengav in. Sekna Rêber Apo di nava çar dîwaran de sekna berxwedan û israra azadiyê ye. Ev yek ji bo jinan jî derbasdar e ji ber ku parelel e. Ger Rêber Apo di nava çar dîwaran de li ber xwe dide divê em wek jin jî çi astengî hebe li ber xwe bidin û sekna berxwedêr ava bikin. Daxwaza me ya yekem azadbûna Rêber Apo ye. Yê rastiya jin dîrokî îfade kir Rêber Apo ye. Yê ku jinan teşwîqê azadiyê kir Rêber Apo ye. Yê ku hişt em bi bîr û bawerî têbikoşin Rêber Apo ye. Hemû jin jî dikarin îlhama xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo bigrin, ji ber ku jineolojî heqîqeta Rêber Apo derxist holê. Hemû jinên cîhanê li ser jineolojiyê xwe bi rêxistin dikin, vê yekê jî Rêber Apo nîşan da û şîrove kir. Rêber Apo ji bo YPJ'ê navenda zanista bîr û baweriyê ye." 
"Em dixwazin bibin temînata tevahî jinan"
Di dawiyê de Fermandar Zinarîn Qamişlo ev peyama ji bo tevahî jinan da: "Me salek têr û tijî li pey xwe hişt, çi warê, leşkerî, siyasî û perwerde be dagirtî bû. Di serî de em bi azadkirina jinan û di navenda wê de azadkirina Rêber Apo di aliyê fizîkî de dixwazin. Di heman demê de tevahî jinên ku banga azadiyê dikin bi ketina sala nû re bi berxwedaniya mezin a ji rengê jinan em ê sala 2022'an bi serkeftinê tacîdar bikin. Hêviya me mezin e û xebatên me gelek in. Em li ser bîr û baweriyê xwe amade dikin, loma divê tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê xwe zana bikin û pêş bixin. Em dixwazin bibin temînata tevahî jinan. Yê ku ruh, fikir û zindîbûn da me Rêber Apo ye. Fikir û ramanê ku Rêber Apo der barê jinan de vedibêje, ji bo tevahî jinan e loma divê jin wek cîhanî xwe bi rêxistin bikin. Divê wek jin daxwazên me yek bin, ew jî azadiya Rêber Apo ye. Em dikarin weke jin biryarên mezin û xurt bidin. Daxwaza tevahî jinan divê ew be ku hebûna Rêber Apo di nava jinan de misoger be. Bi vê xwestekê, bîr û baweriyê em dixwazin derbasî sala nû bibin. Em sala nû li Rêber Apo, şehîdan û tevahî jinên bindest û cîhanê pîroz dikin."