Zîhniyeta baviksalar sedema kêmbûna jinan a di siyasetê de ye

Çalakvana siyasî û yek ji berbijêrên hilbijartinan Louisa Malek teqez kir ku kêmbûna jinan di cîhana siyasetê de ji ber zîhniyet û çanda baviksalarî û negihîştina ramana beşdarbûna jinên Cezayîrê di jiyana siyasî de ye.

RABIA XERÎS
Cezayîr- Tevî îmzekirina Cezayîrê û erêkirina peymanên navneteweyî yên wekî Peymana Mafên Siyasî yên Jinan ku yekem belge ye di hiqûqa navneteweyî de û armanc dike ku pîvanên navneteweyî bên kodkirin û mafên siyasî yên jinan bên naskirin jin di warê siyasî de kêm in. Tevî ku ev yek di destûr û zagonên welat de hatiye diyarkirin jî hebûna jinan di meclisên hilbijartî de ji ber hin faktorên civakî û çandî yên ku rê li ber bihêzbûna wan a siyasî girtine, gelekî kêm bûye. 
Der barê hebûna pêkhateya jinan di parlamentoya Cezayîrê û encûmenên hilbijartî de, çalakvana siyasî Louisa Malek ku yek ji berbijêrên hilbijartinên pêşwext ên şaredariyan e ku dê di 27ê Mijdarê de were lidarxistin, wiha dibêje: "Jinên Cezayîrî di sala 2012’an de piştî şoreşên bihara Ereb bi rêjeya sêyek ketin meclisên hilbijartî. Hilbijartinên parlamentoyê yên ku di wê salê de hatin organîzekirin, ji bo hemû kesên ku bi şansê siyasetê bûn, bû derfetek ji bo perwerdeya siyasî ya meydanî.”
Cezayîrê pakêteke reformên siyasî pejirandibû ku ya herî girîng jî sîstema kotaya hilbijartinê, "Cudakariya Erênî" bû û qanûna hilbijartinê ya sala 2012’an ferz kir ku jin di lîsteyên namzedan de sêyeka kursiyên parlamentoyê bi dest bixin. Ev jî di çarçoveya prensîba wekheviyê û pêşxistina temsîliyeta wê ya di jiyana siyasî de ye.
Zagona hilbijartinê ya Cezayîrê ya di Çileya sala borî e destkeftiyên mezin da jinan
Louisa Malek, cîgira berê ya Tevgera Civaka Aştiyê ya Cezayîrê, (Partiya Îslamî ya herî mezin li welat e) diyar kir ku tevî guhertina qanûna hilbijartinê di destpêka îsal de û teşwîqkirina ji bo hebûna pêkhateyek jin a bihêz di hilbijartinên lîsteyan de lê rêjeya nûnertiya jinan di Meclisa Neteweyî ya Gel de ku ew jî odeya yekem e di Meclisa Parlamentoyê de, ji sedî 8,35 daket. Piştî ku hebûna wan di parlamentoya sala 2017’an de ji sedî 25.97 û di parlamentoya 2012’an de ji sedî 31.6 hat texmînkirin.
Zagona hilbijartinê ya Cezayîrê ku di Çileya borî de hat ragihandin, destkeftiyên siyasî yên bêhempa da jinên Cezayîrê, piştî ku wekheviya zayendî di lîsteyên namzedan de ji bo encumenên xwecihî û qanûnî destnîşan kir. Hiqûqnasan ew xalek bihêz dîtin ku alîkariya namzedên jin dike ji bo nivîsandin û şandina projeyên ku xizmeta berjewendiyên jin û zarokan dike ku ev yek ji zagona berê cuda ye, berê sêyeka kursiyên hilbijartinan dabû jinan.
“Zîhniyeta baviksalar li Cezayîrê ji aliyê mêran ve jî diguhere”
Li gorî zagona nû, di dema hejmartina encamên ku ji berdestiyên hilbijartinê û dabeşkirina kursiyan derketine, ger dengên wekhev di navbera zayendan de hebe, jin dê di dawiyê de kursiyê bi dest bixin.
Louisa Malek sedema sereke ya kêmbûna jinan di cîhana siyasetê de û rêjeya nûnertiya wan di parlamentoyê de bi redkirina baviksalarî û negihîştina ramana girîngiya beşdariya jinên Cezayîrê di jiyana siyasî û karûbarên giştî de nirxand.
Wê got ku ezmûna jinan di riya siyasî de bi ramana ajotina wesayîdê re dişibîne û wiha behs kir: "Rêjeya ajokarên jin berê pir hindik bû ji ber hêrsa civaka baviksalar li Cezayîrê lê bi derbasbûna demê re heman zilam bi israr e ku keç û hevjîna xwe hînî ajotinê bikin”. 
Ew teqez dike ku her çend vê qanûnê deriyek vekiriye jî civaka Cezayîrê dîsa jî hewce dike ku li ser asta hişmendiya takekesan li ser girîngiya destnedana jinan û pêwîstiya hebûna wan di qada siyasî, civakî, aborî û çandî de bixebite. Wê amaje bi vê yekê jî kir ku ji vî alî ve mirov dikare teqez bike ku pirsgirêka jinan bi tu awayî bi zagonan ve ne girêdayî ye lê belê ew derbas dike da ku reftar û nirxên her civakekê bi rê ve dibin bigre nava xwe.
“Ji bo beşdarbûna jinan a siyasetê dem hewce dike”
Louisa Malek di wê baweriyê de ye ku hizra beşdariya siyasî ya jinan ji bo gihîştinê û jiholêrakirina guman û tirsan dem hewce dike û helbet ev yek dê tenê bi modelên femînîst ên ku destkeftiyên çandî û civakî diparêzin dê pêk were.
Der barê pêwîstiya pejirandina sîstema kotayê ji bo jinan jî got: "Li gorî wan astengiyên ku jin rû bi rû ne, sîstema kotayê ji bo gihandina wan di qada siyasî de gaveke neçar e û wiha domand: "Lê ger ne sîstema kotayê bûya ku tê wateya dabeşkirina rêjeyên diyar ên kursiyên parlamentoyê ji bo jinan dê îro jinan nikaribûya di parlamentoya Cezayîrê de "Meclisa Neteweyî û Meclisa Gel a Neteweyî" û heta di meclisên herêmî de cih bigirtana. Ger kota di hilbijartinên herêmî yên dahatû de neyê qebûlkirin, ez bawer dikim ku ev yek bandoreke mezin li rêjeya hebûna jinan di wan encûmenan de dê bike û ev biryar dê bandorek neyînî bike ji ber ku civaka baviksalarî bi karûbarên herêmî kontrol dike.”
“Bername li ser gelek xalan hatiye avakirin”
Li ser bernameya xwe ya kampanyayê ya ji bo hilbijartinên şaredariyê jî dibêje: "Bername li ser gelek xalan hatiye avakirin ku ji wan girîngtirîn rêveberî, ragihandina herdemî û geşedana herêmî ne. Ji bilî xurtkirina têkiliyên bi endamên Meclisa Gel a Dewletê û parlamenteran re  ji bo parastina bername û pêdiviyên şaredariyê di gel teşwîqkirin û berfirehkirina derfetên hevkariya di navbera şaredariyan de bi hin projeyên hevpar û lêkolînkirina derfetên avakirina saziyên xizmetguzariyê yên hevpar û avakirina saziyên kooperatîf ên di navbera şaredariyan de.”
Nêrîna rêvebera Tevgera Civaka Aştiyê, Louisa Malik, bi lêkolîna ku ji hêla lêkolînera zanistên siyasî û têkiliyên navneteweyî, Zahida Rebhi ve hatiye kirin, hevdem e ku dibêje: "Li pêşiya beşdarbûna jinên Cezayîrî di karê siyasî de, çi di encûmenên hilbijartî û çi navendên biryardanê de çend astengî hene. Ya herî girîng serdestiya urf û edetên ku piştgiriya mêran di civaka baviksalarî de dike. Ji bilî nebûna hêmaneke dilxwaziya jinan ji bo rûbirûbûna xebata giştî, di nav de qada siyasî û bêbaweriya wê di karîgeriya wê ya siyasî de. Ji ber ku nêrîna wê ya neyînî ya li qadên hevkarî û nîqaşên erênî yên bi mêrên civakê re, paşveçûna wê ya ji qada siyasî berdewam dike.”
“Stratejiyên ji bo bihêzkirina jinan tune ne”
Lêkolîner, Zahîda Rebihî, di lêkolîna xwe ya di Sibata 2016’an de bi sernavê "Pêşvebirina Beşdarbûna Siyasî ya Jinên Cezayîrî di Encûmenên Hilbijartinan di navbera temînatên qanûnî û astengiyên pratîkî de" ku derxistiye, nebûna beşdarbûna bi rastî di xebata siyasî de û kêmkirina rola jinan di dezgehên partiyê, pêkhateyên sendîkayan, sendîkayên pîşeyî û yên din de bi bîr dixe. Zêdebarî hebûna valahiya di navbera daxuyaniya siyasî û rastiyê de û nebûna stratejiyên ji bo bihêzkirina jinan ji bandorkirina biryaran ji platformên partiyên siyasî.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku jinên Cezayîrî di hilbijartinên sala 2012’an de zêdetirî 100 kursiyên parlamentoyê û 154 kursiyên parlamentoya hilweşandî bi dest xistine. Lê encamên fermî yên hilbijartinên parlamanetoyê yên Hezîrana borî diyar kir ku di temsîliyeta jinan a di meclisê de kêmbûneke berbiçav çêbûye. Ji ber ku hejmara kursiyên ku namzedên jin di heftemîn parlamentoya piralî ya Cezayîrê de bi dest xistine ji 407 kursiyên parlamentoyê tenê gihîştiye 34’an.