Zeyneb Muradî: Piştî sedsalan dema pêşîlêgirtina dagirkeran e

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê Zeyneb Muradî der barê serdana KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê de diyar kir ku divê Kurd bi yekitiyê, li hemberî sedsaliya peymana Lozanê bibin xwedî helwest û bersivê bidin planên dewletan.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Şandeyên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) çend caran serdana Başûrê Kurdistanê kirin û bi aliyên siyasî re civiyan. Der barê yekiti û pirsgirêka dagirkeriyê û yên taybet ji bo doza Kurdan daxwaza helwest û yekitiyê kirin. KNK’ê herî dawî di meha Adara îsal de di bin serokatiya hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs de serdana Başûrê Kurdistanê kir. Armanca serdanê komkirina aliyan ji bo konferansek taybet ji bo bi dawîhatina peymana Lozanê bû. Ji ber ku îsal, ango 2023 100 saliya peymana Lozanê temam dibe ku bi wê Kurdistan hatibû parçekirin. Bi dawîbûna vê peymanê re çarenûsa gelê Kurd ji nû ve dê diyar bibe.

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê Zeyneb Muradî der barê serdana şandeya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê de nirxandin kir.

Hevseroka Kongreya Neteweyî KNK’ê Zeyneb Muradî di destpêkê de cejna Newrozê li tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Îsal cejna Newrozê ji ber erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê em bi xemgînî pêşwazî dikin lê belê cuda ye ji ber em di qonaxeke berxwedan û bi têkoşîna jinan a bilindbûyî de ne, li dijî dagirkeriyê em Newrozê pîroz dikin.”

‘Serdana KNK’ê ji serdanên din cudatir bû’

Zeyneb Muradî der barê armanca serdana vê dawî ya KNK’ê de diyar kir ku netewa Kurd çawa dikare pêşwaziyê li guherînên mezin bike ku li ser asta cîhanê heye û amadekarî ji bi konferansek berfireh û teybet ji bo peymana lozanê ku ev sed sal in ev peyman heye û di dema vê peymanê de Kurd rastî hemû cureyên êrîşan tê û wiha got: “Ev 100 sal in netewa Kurd di bin fikrên netew-dewletê de tê çewisandin. Ji bo wê jî êdî dem hatiye bi şoreşa cuda ya Kurdan rûbirûyî vê neheqiyê bibin û êdî weke netew bikaribin bijîn.”

‘Dem hatiye netewa Kurd bi deng û helwestek bibe bersiva qonaxeke hestiyar’

Zeyneb Muradî destnîşan kir ku di nava xebatên leşkerî û siyasî de guherîn heye û wiha domand: “Li Bakurê Kurdistanê niha qonaxek çarenûsî heye ew jî deng daye, bi heman awayî li Rojhilatê Kurdistanê ev şeş meh in şoreşa jinên azad berdewam dike û jin pêşengiyê dikin. Li Rojavayê Kurdistanê bi heman awayî rewşeke cuda heye û jin pêşengiyê dikin, li Başûrê Kurdistanê jî hewldan hene û roj bi roj pirsgirêka demokratîkbûnê dikeve rojevê. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi planek berfireh ber bi dawîbûna sedsala peymana Lozanê ve diçe. Divê Kurd bi yekitiyê li hemberî wê pwymanê derkevin. Bila bi hemû cîhanê bidin zanîn ku êdî Kurd qebûl nakin. Qebûl nakin ku siyasetek bi berjewendî li ser wan were meşandin û êdî qebûl nakin ku di bin destên dagirkeran de bimînin.”

‘KNK hewl dide berjewendiyên neteweya Kurd bixe pêşiye berjewendiyên partiyan’

Zeyneb Muradî da zanîn ku her çendî li Başûrê Kurdistanê endamên wan hene û li parçeyên din jî endam hene jî; li Başûr statuya fermî heye û dikare wek nûnerên her çar parçeyên din zêdetir bigihîje armancê, ji ber rewşa hinek parçeyên din ji bo serdanê ne guncaw e. Başûrê Kurdistan hêviyeke ji bo parçeyên din ên Kurdistanê lê belê di nava wan de qeyran heye û wiha got: “Ji aliyekî ve dewleta Tirk çav berdaye axa Başûr. Êrîş û dagirkerî li ser Başûr berdewam dikin. Îran jî bi heman awayî ye, Tirkiye jî bênavber êrîş dike. Bi taybetî partiyên Rojhilatê Kurdistan li Başûr nûnertiyê dikin. Sedema çaresernekirina pirsgirêkan û pirsgirêka Kurd li Başûrê Kurdistanê, hebûna nakokiyên partî û aliyên cuda ye. Di nava çend salên azad de beriya çend salan rizgarbûna ji rejîma Baasê nikaribûye azadiya bi temamî bigre.”

‘Komîsyona jinan a KNK’ê hewldanên cidî ji bo pêşxistina doza jinan dide’

Zeyeneb Muradî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên Komîsyona Jinan a KNK’ê û bi bîr xist ku felsefeya jinan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li cîhanê deng vedaye û ev jî berpirsyariyek mezin dide ser milên jinên Kurd bi taybetî Komîsyona Jinan a KNK’ê. Di demên berê de bi awayek çalak beşdarî kar û xebatan bûye, bi taybet di pirsa yekitiya Netewî ya Kurd de xwedî rolek bi hêz e û got: “Pirsgirêka jinên Kurd li her beşeke Kurdistanê ji bo KNK’ê pirsgirêkek neteweyî ye. Hewl dide di vê qonaxa hestiyar de dengê jinan derbixe û dengê wan bigihîjîne tevahî cîhanê. Bi taybetî jinên azadîxwaz têkoşîna jinên Kurd nas dikin. Komîsyona Jinan a KNK’ê dikaribûye jinên cîhanê kom bike, weke hêzeke piştevaniya neteweya Kurd bike û weke jinên Kurd bibe bersivek.”

‘Şoreşa demokrasiyê li ser asta cîhanê bi nasnameya jinên Kurd hatiye bihîstin’

Zeyneb Muradî der barê rola yekitiya neteweyî di guherîna doza Kurd de wiha got: “Doza Kurd ev sed sal in di bin êrîş, jenosîdên cuda de ye. Niha di qonaxek dijwar de ye, çend şoreş û serhildanên cuda li parçeyên Kurdistanê çêbûn lê belê ji ber hatin sînordarkirin, ji bo meseleya giştî ya Kurdan nikaribûn bibin bersiv. Kurd rû bi rûyê peymaneke weke Lozanê ne, ji ber yekitiya wan tunebû, têkiliyên wan ne yek deng bûn. Lê belê Kurdên niha ne weke Kurdên beriya sedsalan in. Îro dikarin bi yekitiyê û siyasetek neteweyî û stratejîk rola xwe bilîzin û vê qonaxê weke destkeftiyê bibînin. Divê Kurd destkeftiyên xwe biparêzin. Ev jî bi riya yekitiyê ye. Divê pêwendiyên fikrî di nava partî û aliyên cuda de hebin êdî nakokî di navbera partiyan de nemînin, li pey mijarên neteweyî û bi temamî aliyên cuda hev bigrin û bi hêz bibin. Weke sed sal beriya niha nebe ku Kuridistan parçe kirin. Şoreşa jinan dikaribû li cîhanê deng vede. Kurd xwedî hêza xwe ya leşkerî ne. Ji ber wê siyaseta neteweya Kurd dikaribûye mafên xwe bi dest bixe û riyan ronî bike, ev jî tenê bi dengekî û yekitiyê dibe.”