Zelal Ceger: Dewleta tirk dixwaze bi hevkariya PDK'ê projeya neteweya demokratîk têk bibe

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger geşedanên dawî nirxand û diyar kir ku dewleta tirk dixwaze destkeftiyên ku gelê Kurd bi şerê di navbera Kurdan de têk bibe.

 
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo – Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ve êrîşê axa Başurê Kurdistanê dike her wiha PDK jî bi awayekî eşkere hevkariya dewleta tirk dike. Dewleta tirk her roj êrîşî axa Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di heman demê de tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û li dijî tecrîdê çalakiyên gelê Kurd li welat û derveyî welat bi awayekê rojane didomin. Armanc ji van êrîşan ew e ku destkeftiyên gelê Kurd tune bikin. Li dijî êrîş û kiryarên dewleta tirk berxwedan û têkoşîna gelê Kurd li her deverê berdewam dike. Têkildarî van mijaran Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (Tev – Dem) Zelal Ceger bersiva pirsên ajansa me da. 
Hûn guhertin û veguhertinên ku di şerê cîhanê yê sêyemîn de çêdibin çawan dinirxînin? 
Rewşa heyî, weke her kes dizane di nava 10 salên dawî de li Rojhilata Navîn şerê dijwar diqewime. Ev şer gelek guhertin û veguhertinên ku di Rojhilata Navîn de werin çêkirin amadehiya wê çêkir ku em jê re dibêjin şerê cîhanê yê sêyemîn. Şerê cîhanê yê sêyemîn bandora xwe li tevahî gelan dike, weke gelê Kurd bandora xwe li ser me jî dike. Weke her kes dizane sedsaliya Sykes- Piko derbas bû. Ji ber di tifaqa Sykes – Piko de perçebûna ku hat çêkirin, di tifaqa Lozanê de jî hat erêkirin li gorî wê êdî nêzîkbûn derketin pêş. Di şerê cîhanê yê sêyemîn de her kes dixwaze desthilatdariya xwe li ser herêmên heyî bimeşîne. Di heman demê de bi planên dagirkerî yên ku tên çêkirin, yan jî em bêjin bi blokên ku tên avakirin, dixwazin destwerdanên xwe li ser tevahî herêmên Rojhilata Navîn bidin çêkirin û  li gorî xwe dîzayn bikin. Di tifaqa Sykes-Piko de ku welatên Ereban hejmara wan 22 bû û Kurdistan jî çar parçe bû, di şerê cîhanê yê sêyemîn de tişta ku em jê fêm dikin piştî 100 salî polîtîkayek parçe bike û hikûm bike dixwazin ava bikin. Dewletên dagirker dixwazin dewletên biçûk ava bikin û dagir bikin da ku di destên xwe de bihêlin. Di heman demê de di nava gelan de reaksiyon çêbûye û gel êdî mafên xwe dixwazin. Di dîrokê de jî em dizanin ku ger miletek li ber xwe nede nikare bigihîje maf ango azadiya xwe.
Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ve êrîşî axa Başûrê Kurdistanê dike, bi vê êrîşî çi tê armanckirin?  
Dewleta tirk li gelek welatan vekirinan çêdike û Împaratoriya Osmaniyan piştî sedsaliyek di bin navê hikûmeta AKP'ê de guhertinek çêdike. Dewleta tirk piştî tifaqa Sewr û Lozanê, tifaqa Enqereyê da avakirin. Bi tifaqa Enqereyê re gelek perçebûn çêbûn. Li Iraqê heta niha jî alozî heye û heta niha jî îstîqrar tê de çênebûye. Di Iraqê de gelê Kurd, elewî û sunî xweseriya xwe diparêzin, ev yek jî li gorî Tirkiyeyê perçebûnê di nava gelan de çêdike. Tirkiye di vê tifaqê de tevgera azadiyê ji xwe re asteng dibîne. Şervanên azadiyê îro ji bo her çar perçeyên Kurdistanê dixebitin, têkoşîn û berxwedana li ser fikir û felsefeya Rêber Apo digrin da ku yekbûna gelê Kurd ava bikin. Her wiha wekheviya gelan bingeh digrin. Ev projeya Tirkiyeyê ne li gorî van rêgezan e loma dewleta tirk êrîşên xwe li dijî şervanên azadiyê dijwar dike. Herî dawî li Rojavayê Kurdistanê êrîşên ku pêk aniye Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagir kir her wiha beriya çend salan jî xeta Cerablûs, Bab û Idlib dagir kir. Heta amadekariya Tirkiyeyê heye ku Heleb û Dêrazorê dagir bike û heta sînorê Iraqê biçe, vê yekê jî li gorî Mîsaqî Milî dimeşîne. Dewleta tirk li dijî gelê Kurd planên êrîşên pir dijwar çêkiriye, li Bakurê Kurdistanê zindan tijî kirine. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dayik ango zarokek peyvek Kurdî bipeyîve yekser davêjin zindanê. Êrîşên ku niha li dijî tevgera azadiyê pêk tên, ji bo Tirkiyeyê hinceteke. Du armanca êrîşên axa Başurê Kurdistanê hene yek ew e ku tevgera azadiyê lawaz bike û ya duyem jî ew e ku Başûrê Kurdistanê dagir bike. Mirov dikare bibêje ku hewl dide du çûkan bi kevirekî bikuje. Dewleta tirk bi hebûna xwe ya li ser axa Başûrê Kurdistanê wisa nîşan dide ku wekî li dijî şervanên azadiyê şer dike lê di rastî de çeperên xwe hemû di nava bajar û gundan de çêkirine. Ev yek dide xuyakirin ku plana wan ne ew e ku li çiya gerîla bixe û vegere, armanc ew e ku dest bavêje hemû sazî û dezgehên hikûmeta PDK'ê û jixwe PDK'ê jî xistiye bin destên xwe. Ger ne wiha bûya dê PDK'ê li dijî êrîşan bertek nîşan bidana. PDK bi hevkariya ku bi Tirkiyeyê re dike zirar dide xwe, temenê xwe kin dike û prestija xwe di nava gelê Kurd de dişkîne. PDK kiryarên pir qirêj ên ku tên şermezarkirin dide meşandin. Divê gelê Kurd pêşî li îxaneta ku PDK li dijî Kurd- Kurdistanê pêk tîne bigre. Mebesta dewleta tirk çi ye ku PDK'ê dixe navberê? Dizane ku nikare gelê Kurd û tevgera azadiyê tesfiye bike. Dewleta tirk dixwaze destkeftiyên ku gelê Kurd bi dest xistine bi şerê di navbera Kurdan de têk bibe.  
Heta niha  tecrîdek girankirî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin hûn tecrîd û berxwedana gel li dijî tecrîdê çawan dinirxînin?
Gelê Kurd li dijî tecrîdê 24 seatan li ser piyan e her wiha çalakiyên li dijî tecrîdê tên kirin em pîroz dibînin. Ji bo ku em tecrîdê bişkînin divê em ji xwe bipirsin ku em dikarin hîn baştir çalakiyên çawa bikin. Her kes dizane dewleta tirk çima tecrîd li ser Rêber Apo giran kir. Bêguman ji bo ku perspektîfa Rêber Apo negihîje gel û tevgera azadiyê. Dema ku Rêber Apo gotinek dibêje tevahî cîhan lê guhdarî dike. Bandora Rêber Apo li ser tevahî qada navneteweyî bi taybetî Rojhilata Navîn heye. Helwesta Rêber Apo ji bo sedsalê ye, ev sedsalek aştiyane û demokrasiyê esas digre. Di dema şerê Serêkaniyê de hevdîtin pêk hatin û Rêber Apo careke din perspektîf da û piştî wê yekê bi awayek temamî hevdîtin hatin qutkirin. Rêber Apo di hevdîtinek xwe de dibêje "Ji bo ku şerê di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de were sekinandin hefteyek dem bidin min ez amade me wî şerê bisekinînim." Piştî gotina Rêber Apo hevdîtin qut kirin. AKP ji bo ku dijwariya xwe li ser gelê Kurd dide meşandin, aliyên faşîst bi xwe ve dide girêdan û hikûmeta xwe dide meşandin. Ev demek dirêj e ku bi Rêber Apo re hevdîtin pêk nayên, ji jiyana Rêber Apo gumanên me hene. Em rewşa Rêber Apo û nêzîkbûna dewleta tirk ji Rêber Apo re çi ye nizanin. Divê CPT agahiyên rast der barê Rêber Apo de bîne, heta hewl bide ku parêzerên Rêber Apo pê re hevdîtinê pêk bînin û malbat serlêdan bike. Heta li Rojavayê Kurdistanê 400 parêzeran gotin ew amade ne biçin Rêber Apo bibînin û li hemû dadgehên cîhanê parastinê bikin. Rêber Apo ji bo gelê Rojhilata Navîn bûye manîfestoya jiyana azad. Îro ne tenê gelê Kurd tevahî gel xwedî li Rêber Apo derdikevin.
Ji tifaqa Lozanê re du sal maye û dewleta tirk ji bo wê amadekariyan dike, loma naxwaze hevdîtin bi Rêber Apo re pêk were. Ji bo ku dewleta tirk van du salên Lozanê jî derbas bike hemû hewldanên xwe xistiye meriyetê. Mînaka herî ber bi çav şewata niha li Tirkiyeyê ye. Dewleta tirk heta niha tu midaxele nekir. Ji ber ku siyaseta birçûbûn û feqirbûnê di nava gel de bi pêş dixe, vê yekê ne tenê li ser gelê Kurd dide meşandin, di heman wextê de li ser gelê tirk jî dide meşandin. Armanc ji vê yekê ew e ku gel bi birçîbûn û feqîriyê re mijûl bibe û xwedî li Rêber Apo û azadiya xwe dernekeve. Bi van yekan dewleta tirk polîtîkayek pir qirêj dimeşîne. Em lê mêze bikin nîvê daristanên Tirkiyeyê şewitîn û her kes dizane bê daristan jiyan nabe. Ev polîtîkayek pir qirêj e. Ev yek jî dihêle ku tecrîda li ser Rêber Apo girantir bibe, ji bo ku bigihîje aramancên xwe. Dewleta tirk dizane dema Rêber Apo derkeve û biaxive dê gel li wî guhdarî bike ne tenê gelê Kurd di heman demê de gelê tirk jî li wî guhdar bike. Dema wiha jî bibe wê gel rabin serhildanê û li dijî hikûmeta AKP'ê serî hildin. Loma metirsiya dewleta tirk ji vê yekê heye. 
Di heman wextê de dewleta tirk bi awayekî rojane êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dike mebesta wan ji van êrîşan çi ye? 
Êrîşên ku îro li dijî axa Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin nîşan didin ku dewleta tirk bi hikûmeta Sûriyeyê re li dijî me hevkarî dike. Sûriye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn e, bi dehan dewlet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe digirin. Hedef ne tenê Sûriye ye, armanc ew e ku her kes ji vî şerî çawa dikare fêde bigre. Gelên di van deveran de dijîn, civakbûyîna xwe parastine, xam mane û bandora kapîtalîzmê pir li ser wan çênebûye, loma êrîşên kapîtalîzmê li dijî civak û civakbûnê heye. Serwerî û binerdiya Rojhilata Navîn gelek dewlemend e, ne tenê petrol gelek madeyên xam ku cîhan tev feyde jê werbigre hene. Ger desthilatdaran bixwestana bi van yekan feyde ji herêmê bigirtana wê şer bikirana lê dixwazin mêtingeriya xwe li Rojhilata Navîn çêbikin. Dewleta tirk çawa feyde di vê şerê de bibîne dixebite. Di tifaqa Fransa û Tirkiyeyê de dixwestin Sûriyeyê bikin çend perçe. Em niha mêze bikin her tişt careke din dubare dibe. Dibe ku ew tifaq bi nivîskî çênebûbe lê fermî derket pêşberî her kesê. Her wiha dewleta tirk mêze dike ku fikir û felsefeya Rêber Apo ya neteweya demokratîk li Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş dikeve. Her wiha ev proje ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahî cîhanê bi pêş dikeve loma dewleta tirk ji vê yekê aciz e. Ger îro projeya Rêber Apo li Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser bikeve wê li Bakurê Kurdistanê jî bi pêş bikeve. Dibe di navberê de sînor hebe lê fikir li ser gelan bandor dikin. Ji bo ku proje li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş nekeve dixebite, ji bo ev proje bi pêş nekeve her tiştî dike.
Dema êrîş li dijî Serêkaniyê pêk hat bi Emerîka û  Rûsyayê re plan hat kirin ku ev êrîş heta Dêrezorê berdewam bike. Dixwestin temamiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radestî Tirkiyeyê bikin. Berxwedan û têkoşîna ku di şerê 9'ê Cotmehê de hatiye kirin hişt ku ew şer li wir bimîne. Çima dewletên din piştevanî didin dewleta tirk, ji ber ew ji projeya neteweya demokratîk aciz in loma heta niha statûya Rêveberiya Xweser nepejirandine. Ji ber dewletên kapîtalîst îro nafikirin, pêşerojê demdirêj û stratejîk difikirin. Ger îro destûr ji Tirkiyeyê re were dayîn careke din wê êrîşên dijwar li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bimeşîne, guman heye careke din êrîşên xwe berdewam bike. Dewleta tirk xwe li ser şer û şovenîzmê dide jiyîn.
Li dijî êrîş û kiryarên dewleta tirk li her derê berxwedana gel li pêş e hûn vê berxwedana gel çawa şîrove dikin?
Li her derê Kurdistanê têkoşîna gelê Kurd li dijî êrîşan baş e. Li Bakurê Kurdistanê demek bindestiyek mezin li ser gel dihat meşandin, piştî qetlîama li Konyayê li dijî malbatek Kurd pêk hat, reaksiyonek mezin li ser gel ava kir. Divê gelê Kurd ê ku li Bakurê Kurdistanê dijî vê reaksiyona xwe berdewam bike, ji ber ku wê bandora wan li ser gelê Tirkiyeyê bike. Li dijî mixalefeta AKP'ê derketin pir li pêş e lê belê pêşengî jê re lazim e. Dema em li ber xwe bidin serkeftin dibe ya gelê Kurd loma ferqa berxwedanî û neberxwedanî ew e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 milyon mirov hene li dijî desthilatdariyê li ber xwe didin. Li Başurê Kurdistanê jî hemû sazî û dezgeh li hember êrîşên dewleta tirk li ber xwe didin. Divê weke gel em tu carî ji bîr nekin ku plan û lîstokên dijmin her dem li ser me hene û her dem zêde ne. Dijmin her dem xefikan datîne ji bo ku em werin lîstoka wan. Berxwedana gel her dem riya xwe vedike û serkeftinê misoger dike. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo gelê Kurd xwe nas kir û em bûn xwedî vîn. Ev berxwdan 40 salan derket pêş û bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re xwe da diyar kirin. Em gihîştin wê qenaetê ku dema em li ber xwe bidin em ê bijîn. Em teslîm bibin, koçber bibin û dev ji welat berdin wê demê em ê tune bibin. Rêber Apo dibêje me sî sal li ber xwe da xwe îsbat kir cudahiya xwe da pejirandin. Em gihîştine wê astê ku fêkiya di darek de bigihîje em dest ji bernedin, em xwedî li fêkiya xwe derkevin, wê bixwin û teslîmê kesekî din nekin. Em çar penç salên din jî li ber xwe bidin, em ê tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başurê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê rizgar bikin. Em ê yekbûna gel ava bikin û statuya xwe qezenc bikin. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin. Ger ku em biryardariya xwe ya di nava 10 salan de berdewam bikin û gav bi paş ve navêjin dê teqez serkeftin bibe ya gelê Kurd.