Zehra Suleyman: Çareserkirina pirsgirêka Şengalê bi qebûlkirina îradeya Êzidiyan pêkan e

Hevseroka PADÊ Zehra Suleyman diyar kir ku pirisgirêka Şengalê pirisgirêkeke siyasî ye û çareserkirina wê bi qebûlkirina îradeya civaka Êzidî ya li Şengalê pêkan e û got: “Pirisgirêka Şengalê ne pirsgirêkeke leşkerî ye, pirsigirêkeke siyasî ye.”

Şengal - Derbarê rewşa bi aloz a Şengalê û geşedanên ku rû dane de Hevseroka Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidyan PADÊ’ê Zehra Suleyman ji ajansa me re axivî. Zehra Suleyman da zanîn ku ev êrîşên dawî yên li ser Şengalê hemû bi armanca pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ne. Her wiha bang li hemû Êzidiyan kir ku di daxwaz û helwesta xwe de şiyar bin û neyên lîstokên PDK’ê.

Heveroka Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidyan Zehra Suleyman di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji bo parastina vê axê û vê baweriyê tenê hêzek dikare ew jî hêza Êzidyan bi xwe ye û got: “Ev demeke dirêj e şerên siyasî li ser Şengalê tên meşandin. Bi taybetî jî li ser destkeftiyên Êzidiyan weke Asayîşa Êzidxanê êrîş  zêde dibe. Civaka Êzidî baweriya xwe bi temamî ji Artêşa Iraqê qut kiriye. Ev jî di encama fermana 2014’an de ye. Êşa ku di sala 2014’an de hat jiyîn kirin îro Artêşa Iraqê ev êş dubare bi me dide jiyîn. Ev êrîşa li ser hêzên me bê îradeya dewleta Iraqê ye. Ji ber ku tu sedemek nîn e artêşek êrîşê civaka xwe bike. Li hemberî van êrîşan YBŞ û Asayîşa Êzixdanê bi erka xwe rabûn. Kîjan hêz êrîşê civaka me bike, hêzên me dê bêdeng nemînin û dê civaka xwe biparêzin.

“Îradeya ku li Şengalê ava bûye dê tu carî rê nede peymana 9’ê Cotmehê”

Zehra Suleyman di axaftina xwe de peymana 9’ê Cotmehê bi bîr xist û diyar kir ku ev êrîş hemû bi armanca pêkanîna vê peyamanê ne û wiha bilêv kir: “Ev êrîşên ku îro li dijî me hene, berdewamiya peymana 9’ê Cotmehê ne. Dixwazin vê peymanê bê îradeya Êzidyan li ser me ferz bikin. Ev hêza ku berê li vir bûn ji hemû aliyan ve Şengalê birêve dibirin. Lê di 2014’an de vê civakê bi qirkirinê re rûbirû hiştin. Niha jî bi riya peymanê dixwazin civaka Êzidî li Şengalê bê parastin bimîne. Kesên ku li ber xwe didin weke derveyê zagonan pênase dikin, xeteriya vê jî gelekî mezin e. Lê îradeya ku li vir ava bûye wê tu car rê  nede vê peymanê. Di pêvajoya bi aloz a dawî de hinekî alî weke PDK’ê dixwazin bi peymana 9’ê Cotmehê ve girê bidin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Bi taybetî ev ciwanên Êzidî yên serbixwe demek e xwepêşendanan li dijî êrîşên êrîşên li ser Şengalê birêxistin dikin. PDK jî dixwaze van xwepêşendanan ji bo xwe bi kar bîne û di daxwaza wan ciwanan de xalên peymana 9’ê Cotmehê bi wan dide gotin. Lê bê îradeya vê civakê wê ev peyman pêk neyê û berxwedana ku hêzên me yên YBŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê nîşan dabûn, xeyalên pêkanîna vê peyamanê têk birin.”

“Divê civaka Êzidî li hemberî van êrîşan şiyar be neyê lîstikan”

Zehra Suleyaman di axaftina xwe de bal kişand ser lîstikên ku PDK li ser civaka Êzidî dide meşandin, her wiha daxwaz ji civaka Êzidî kir ku li hemberî van êrîşane şiyar bin û got: “Zextên siyasî yên ku li ser Şengalê tên meşandin hemû bi destên PDK’ê tên kirin û dixwazin hinek Êzidyan ji bo berjewandiyên xwe bi kar bînin weke Heyder Şeşo. Heydar Şeşo dibêje ku ew ji bo Êzidiyan heye lê mixabin tişta ku em dibînin derveyê vê yeke ye. Gotina ‘hêzên ne zagonî’ bandorê li vê civakê dike. Ew mirovên ku ji wan re tê gotin hêzên ne zagonî, ger ne ji wan bûya dê vê axê nehatibûya parastin. Eger ne ji hêzên me yê YBŞ’ê bûya wê îro Qasim Şeşo bi xwe jî nikaribûya li ser Êzidiyan biaxiviya. Hêvî dikin ku civaka me xwe bi xwe reş nekin û bibin destek. Ev xwepêşendanên dawî yên ciwanên serbixwe ger di xizmeta berjewandiya vê civakê be em weke PADÊ’ê û Rêveberiya Xweser heya dawî em piştgirî didin. Lê eger berjewendiyên siyasî di van xwepêşandanan de hatibin bikaranîn em ê rê nedin aliyên siyasî helwesta ciwanên me bi kar bînin. PDK her êrîşa li ser vê civakê ji bo berjewandiya xwe bi kar tîne. Bi taybetî jî ji aliyê ragihandinê ve vê yekê bi kar tîne. Mînaka wê ya herî dawî rê li ber koçberiyekî mezin bi derewên xwe vekirin. Ji 2014’an de bi awayên siyasî, leşkerî û rêxistinê xwestin îradeya vê civakê tune bikin lê wê jî bi ser nexistin. Heya niha jî PDK li ser wê yekî ye.”

“Pirsgirêka li Şengalê ne li Bexda ne jî li Hewlêrê dê li vê derê çareser bibe”

Zehre Suleyman bang li hikumeta Iraqê kir û got ku ger dixwazin pirisgirêka Şengalê bê çareserkirin lazim e berê xwe bidin civaka ku li Şengalê dijî û wiha berdewam kir: “Pirisgirêka Şengalê wê bê mudaxeleya PDK’ê bê çareserkirin. Me gelek caran ji Iraqê re gotiye ku pirsgirêka Şengalê wê bi Êzidyên ku li Şengalê ne bê çareserkirin. Iraq nikare bi kesên bûn sedema fermanê re çareseriyek ji Şengalê re bibîne. PDK dixwaze planên xwe bi riya dewleta tirk û hikumeta Kazimî re pêk bîne û ferz bike. Em dubare ji Iraqê re dibêjin ku pirsgirêka Şengalê ger dixwazin çareser bikin bi kesên ku parastina axa Şengalê û Iraqê kirin re divê bikevin nava pêwendiyê. Biryara li ser Şengalê ger ne ji Şengalê be wê tu car neyê çareserkirin. Pirisgirêk wê tu car ne li Bexdayê ne jî li Hewlêrê çareser bibe.”

Hevseroka Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidyan Zehra Suleyman di dawiya axaftina xwe de ji hemû hêzên siyasî yên Êzidiyan daxwaz kir ku ji bo berjewandiyên civaka xwe tevbigerin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Şengalê 4 partiyên Êzidyan hene. Lazim e ev partî bibin destek da ku êrîşên li ser civakê tên meşandin rawestînin û çareseriyeke siyasî ji bo berjewandiya vê civakê bê peydakirin. Eger dewleta Iraqê di 2014’an de bi qasî hêza ku îro li hemberî civaka me bi kar tîne li hember DAIŞ’ê şer kiribûya wê rewşa Şengalê ne wiha bûya. Lewma hêza ku îro bi xwîna zarokên vê axê hatiye avakirin wê li hemberî hemû êrîşan xwedî bersiv be.”