‘Yekitiya neteweyî ji bo têkbirina planên dijî Kurdan girîng e’

Cîgira Hevserokatiya Kongra Neteweyî ya Kurdistanî (KNK) Hêvî Mistefa peyman û êrîşên li ser Kurdistanê şîrove kir, têkoşîna li dijî wê nirxand û bal kişand ku bi yekitiyê Kurd dikarin planên li ser xwe vala derbixin.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Cîgira Hevserokatiya Kongra Neteweyî Kurdistanê (KNK) Hêvî Mistefa peyman û êrîşên li ser Kurdistanê şîrove kir û têkoşîna li dijî wê nirxand.

Hêvî Mistefa nakokiyên ku dibin sedem aliyên Kurd û partiyên wê li hev neyên rexne kir û wiha dest bi nirxandina xwe kir: “Mixabin dijminên me her dem nakokiyan di navbera gelê Kurd de derdixin û ji wan nakokiyan perjewendiyên xwe li ser hesabê gelê me pêk tînin. Di dîroka Kurdan de û heya roja îro her dem dijminan ev rêbazên qirêj dane pêş û bi xapînokan Kurd belav kirine. Di demeke nêz de sedsala peymana Lozanê bi dawî dibe, di wê peymanê de Kurdistan bû çar parçe û dîsa jî nakokiyên Kurdî bi dawî nebûn.”

Lîstikên plankirî

Hêvî Mistefa ya bal kişand nêzbûna sedsala Lozanê wiha domand: “Me sedsalan kuştin, talankirin, dagirkirin û koçberî jiyan kir, ev hemû encama wan nakokiyan bûn. Niha em dixwazin van şaşîtiyên dîrokî derbas bikin û bi lez yekitiyeke neteweyî Kurdistanê ava bikin.  Siyaseta partiyên me her dem sîstemek partî ya teng diparêzin û steratejiya neteweyî, Kurdî û hevbeş nadin pêş. Di bin maseyê de lîstikên plankirî hene ku dijmin dihêle bi van rêbazan Kurd zextê li hev bikin. Li ku derê pêşketin û destkeftiyên Kurdan tên bidestxistin, dijmin hewl didin van destkeftiyan têk bibin. Em her dem dibêjin ger yekitiya Kurdan çênebe û stratejiyeke hevbeş neyê meşandin dê Lozaneke din li ser vîna Kurd û Kurdistanê dubare bibe û dê her dem qirkirina li ser Kurdan berdewam bike.”

Êrişên li ser Mexmûr û Şengalê

Hêvî Mistefa da zanîn ku destkeftiyên Kurdan di xeteriyeke mezin de ne û pêwîst e hemû alî di ferqa vê yekê de bin û wiha domand: “Hemû destkeftiyên Kurdan di xeteriyê dene. Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û sîstema Rêveberiya Xweser tên kirin, di heman demê de êrîşên li ser giştî Kurdistanê ne. Dema destkeftiyên Rojava ji dest biçin wê Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî têk biçe. Êrîşên li ser Mexmûrê û peymana 9’ê Cotmehê li ser Şengalê encamên van nakokiyan in. Dijmin sîstemek wisa ava kiriye ku derbeya wê li ser tevahî Kurdistanê be ne li ser parçeyek be. Dibe ku zehmet be em di demeke kin de hevbeşiya nêrîn û xebatên Kurdî pêk bînin lê ne zehmet e ku em di pêkanîna wê de bi biryar bin. Ger hin neqebûlkirin hebin jî pêwîst e em nekin xizmeta dijmin. Hişmendiya ku dijminan di nava civaka me de çandibû pêwîst e em ji ser xwe bavêjin û destkeftiyên xwe ji xeteriyê biparêzin.”

‘Girtina derî rê li êrişan vedike’

Hêvî Mistefa bal kişand ser hevgirtina civaka Kurd dûrî hemû berjewendî û pirsgirêkên siyasî bi teybetî bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û wiha pêde çû: “Di roja îro de heya astekê gelê me hişyar bûye, bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelê Kurd sîstema xwebirêvebirinê pêş xistin û dikaribûn bi îradeya xwe careke din dûrî partiyên siyasî kombûna xwe weke civaka Kurd çêbikin. Daxwaza gelê me jî ew e ku hêzên Kurd û rêveberiyên Kurd wê kombûnê di hundirê xwe de jî ava bikin. Weke KNK em jî li ser xaleke bingehîn  dixebitin ku destpêkê em berjewendiyên gelê Kurd esas bigrin. Girtina sînorên di navbera parçeyên Kurdistanê de ne erkek exlaqî û mirovî ye. Bi taybetî girtina sînor bi Rojavayê Kurdistanê re ku her roj ev parçe rastî êrîş û zextên dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê tê. Girtina deriyê sînor wê rewşa jiyana gelê herêmê pir zehmet bike. Her wiha wê meydanê ji dijminan re veke ku êrîşên xwe li ser Kurdistanê zêde bikin û dagirkeriya xwe bi rehetî rewa bikin. Em hewl didin rê nedin ev yek pêk were û bibe riya zextê li ser civaka me.” 

‘Wê jin pêşengiya hevgirtina Kurd bikin’

Hêvî Mistefa xeterên li ser destkeftiyên jinan anî ziman û têkoşîna li dijî van xeteriyan wiha bilêv kir: “Me got xeterî li ser destkeftiyên Kurdan hene, em ji bîr nekin xetera herî mezin li ser destkeftiyên jinan e, ji ber ku dijmin di şexsê jinan de zexteke mezin li ser hemû aliyên Kurdistanê çêdike. Civaka ku jin pêşengiya wê dikin wê ev civak bê rizgarkirin, ji bo wê dijmin şoreşa Rojavayê Kurdistanê weke xeteriyek mezin li ser xwe dibîne. Dixwazin derbeyê li şoreşa jinan bixin û jinan vegerînin deme koletî, kirîn û firotinê. Êdî jin vê koletiyê û sîstemê li ser vîn û têkoşîna xwe qebûl nakin û hêviyên me hene ku wê dîsa jin pêşengiya yekrêziya Kurd bike û ji bo wê têbikoşin. Xebatên me yên têkoşîna li dijî hemû peymanên li ser Kurdistanê hene. Em ê di têkoşîna xwe ya steratejiya neteweyî Kurdî de bi israr bin. Wê çalakî û hevdîtinên me jî bi baweriyên serkeftinên mezin bin.  Der barê mijara peymana Lozanê de rêzeçalakiyên me hene û em ê bi vîneke xurt destkeftiyên gelê xwe ji hemû êrîş û peymanan biparêzin.”