‘Yekitiya jinan dê deriyê çareseriyê li hemû civakê veke’
Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed di sala 2022’an de geşedan û têkoşîna jinan nirxand û da diyarkirin ku dê ev sedsal bibe sedsala azadiya jinan.
VIYAN AMED
Qamişlo – Sala 2022’an ji bo tevahî jinan bû sala têkoşîn û berxwedanê. Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê deng veda nimuneya vê rastiyê ye ku sedsala 21’emîn bi pêşketin, têkoşîn û berxwedana jinan vediguhere sedsala azadiya jinan. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî jin di nav salê de li dijî êrişên dagirkeriyê di nav berxwedanekê mezin de bûn, li tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê li dijî feraseta mêr-dewletê û sepanên wî yê li dijî jinan li qadan bûn. Da ku jin yekîtî û hevgirtina xwe qewîm bikin di nava sala 2022’an de gelek kongre û konferans li dar xistin ku di hemûyan de banga yekîtiya jinan a cîhanî hat bilêvkirin. Têkildarî van yekan endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star, Rûken Ehmed nêrîna xwe parve kir.
Rûken Ehmed bal lê kişand ku di rewşa heyî de yekane riya rizgariya ji qeyranên ku di serî de Rojhilata Navîn tevahî cîhan di nav de dijî pergala netewa demokratîk e û îşaret bi pêwistiya yekîtiya jinan kir.
‘Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mohra xwe li salê da’
Rûken Ehmed pêşketinên jinan di sala 2022’an de nirxand û da zanîn ku jinan bi dirûşma ‘Jin jiyan Azadî’ mohra xwe li vê salê dan û wiha got: “Ev sal ji bo tevahî jinan salek pir girîng û tiji têkoşîn û berxwedan bû. Di nava salekê de gelek qeyran hebûn ku gelan li hember netew-dewletan dest bi serhildanê kirin. Elbet bi derxistina encama sala 2022’an dê sala nû ya 2023’an jî diyar bike. Di sala nû de dê hevpeymana Lozanê ku Kurdistanê kiribûn çar perçe sala xwe tijî bike, li kêleka wê wisa xuyaye ku dê li Tirkiyeyê hilbijartin pêk werin, ev her du mijar dê deriyê bûyerên nû vebike. Sala 2022’an bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ mohra xwe dîrokê da û dê ev yek bandora xwe li sala 2023’an jî bike. Di nava sala borî de gelek konferansên jinan hatin lidarxistin ku ji 42 welatan jin beşdar bûn girîngiya wê di asta stratejîk de bû. Di heman demê de konferansa Berlînê ya jinên cîhanê çêbû, ev yek jî yekitiya jinan careke din raberî tevahî cîhan, serdest, desthilatdar û mêr-dewletê kir.”
‘Dermanê qeyranê, neteweya demokratîk e’
Rûken Ehmed destnîşan kir ku pergala neteweya demokratîk dikare qeyrana Rojhilata Navîn çareser bike her wiha bal kişand ser serhildana ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bi qetilkirina Jîna Emînî re pêvajoyek nû li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir ku ev yek li Îran û Rojhilata Navîn jî bû pengavek girîng. Dirûşma Jin jiyan azadî li Kurdistanê derket bû cîhanî ku ev yek bandora tevahî jinên cîhanê kir. Her kes dizane ku li pergala Îranê pîvanek hişk heye lê di şexsê Jîna Emînî de îro jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li hemberî mêr-dewletê têdikoşin. Diviyabû ku vê serhildanê pergala Îranê bihejanda lê dewleta Îranê cihê ku çareserî pêşkêş bike, qetlîaman pêk tîne. Li Rojhilata Navîn qeyranek tê jiyîn û li dijî vê qeyranê serhildana gelan jî tê jiyîn, ji lewra riya çareseriya ji vê qeyranê projeya neteweya demokratîk e.”
'Dewleta Tirk ji jinên zana ditirse'
Rûken Ehmed di dirêjahiya gotina xwe de bal kişand hedefgirtina jinên bi rêxistinkirî her wiha da zanîn ku dewleta tirk ji ber ji jinên azad, têkoşer û birêxistinkirî ditirse loma êrîşî jinên pêşeng dike û wiha domand: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû şoreşa jinan ku gelek destkeftiyên mezin bi dest xist. Vê şoreşê çavên desthilatdaran tirsand loma jinan kir armanc. Îro şoreşê derfet da jinan ku jin dikarin pergalê biguherînin û ber bi demokratîkbûna civakê ve biçin. Di sala 2013’an şoreşa jinan pêk hat û gelek jin beşdarî şoreşê bûn ev yek reng da jiyanê. Dewleta tirk ji bo ku vê şoreşê bitepisîne, êrîşî jinên pêşeng Sakîne Cansiz û her du hevalên wê kir. Di heman demê de di sala 2016’an de her sê jinên pêşeng Sêvê, Fatma û Pakîze ku dixwastin pergala dewleta tirk bigohêrînin, ew kirin armanc û qetilkirin. Di sala 2022’an de Nagîhan Akarsel ku zanista jinê lêkolîn dikir, ji aliyê desthilatdaran ve hate qetîlkirin, di heman demê de herî dawî Emîne Kara li Parîsê hate qetilkirin. Ev armanckirin, dide diyarkirin ku dewleta tirk ji hêz, zanist, têkoşîn û azadiya jinan dtirse.”
‘Gel li dijî dagirkeriyê ala berxwedanê bilind dikin’
Rûken Ehmed berxwedan û têkoşîna zarokên Kurd ku îro li hember her cure êrîşên dewleta tirk li axa Başûrê Kurdistanê li ber xwe didin wiha anî ziman: “Dewleta tirk di vê salê de bi armanca tunekirina gelê Kurd, êrîşî şervanên azadiyê ku hebûna gelê Kurd diparêzin kir. Di encama van êrîşan de gelek çekên qedexekirî, çekên giran û di asta çekên NATO’yê de bi kar anî lê dewleta tirk ruxmê van êrîşên hov, bi bin ket. Her wiha PDK’ê jî destek da dewleta tirk. Piştî wê ji bo ku windahiyên xwe veşêre êrîşî axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kir û binesaziya herêmê armanc girt, bi vê êrîşî xwest ku gel neçar bimîne koçber bibe lê careke din dewleta tirk negihîşt armanca xwe û gel wê vala derxist. Civaka me civakek xwedî pîvan û exlaq e loma dijminê xwe ji nêz ve nas dike û dê heya dawiyê ala berxwedanê bilind bike.”
‘Ev sedsal sedsala jinan e’
Rûken Ehmed herî dawî hêviyên xwe yên ji bo sala nû ya 2023’an wiha parve dike: “Rêber Apo di hemû pirtûk û analîzên xwe de destnîşan kir ku dê ev sedsal wê bibe azadiya jinan. Di nava vê salê de jî derket holê ku desthilatdar li hemberî îrade û hebûna jinan tune dibin. Îro pergala kapîtalîzmê û netew-dewlet xitimandinek mezin dijîn. Wê jin divê sedsalê de bikaribin yekitiya xwe ava bikin û di nava civaka xwe de wekhevî, edalet û azadiyê bînin. Hêviya me ya sala nû jî ew e ku em ê heta hetayî destkeftiyên xwe biparêzin û jiyana azad û wekhev ji tevahî civakê û jinan re biafrînin.”