Yekemîn parlementera Aborjînan: Lînda Burney

Yekemîn parlementera Aborjînî Lînda Burney li parlementoya Avustralyayê axaftina destpêk bi zimanê xwe Aborjînî kir.

Navenda NûçeyanJi gelê kevnar Aborjînî yên ku bi salane rastî polîtîkayên qirkirin û bişavtinê tên yekemîn parlementera jin hat hilbijartin. Lînda Burney ya ku ji bo parlementoya Avustralyayê hatî hilbijartin,  li herêma Galler ya Başûr di perlamentoyê de erk wergirt. Di parlementoya Avustralyayê de axaftina vekirinê bi zimanê xwe Aborjînî kir. Cara yekem bi Lîndayê re zimanê Aborjînî ket nava parlementoya Avustralyayê.  
Lînda di wê axaftina xwe de balkişandiye ser polîtîkayên qirkirin û bişavtinê û wiha domand: "Netewa me ji bo ku sê hevokan bêje, bi salan nefesa xwe girtiye. Bi hezaran zarokên Aborjînî ji ber polîtîkayên qirkirina çandî ji malbatên xwe hatin dûrxistin. Piştre di sala 2008'an de hikûmeta Rudd Labor lêborîna xwe ji ber pêk anînên ku kirine xwestin. Hilweşîn û êşên ku wan deman dane jiyîn îro jî hîsdikin. Di jiyana min de aliyê min yê Aborjînî girînge, ji ber zemînê xwe naskirinê dide avakirin. Eger niha ez li vir disekinim, wê tu kes nebêje hun kêmin."