Wezareta ku dibêje “251 jin hatine qetilkirin” çareseriyê di kelepçeyên elektronîk de dibîne!

Dema ku li Tirkiyeyê hikûmet li hemberî qetlîamên jinan tu tedbîr nagre, Wezareta Karên Hundir ragihand ku di sala 2021'an de 251 jin hatine qetilkirin û kelepçeyên elektronîk weke çareserî pêşniyar kir.

Navenda Nûçeyan- Di vê pêvajoya ku her diçe li Tirkiyeyê şîdeta li ser jinan zêdetir dibe, ji bo vê rewşê tu polîtîkayên çareseriyê tune ne. Piştî ku Peymana Stenbolê bi Biryarnameya Serokomariyê hat betalkirin ev rêje qat bi qat zêde bû. Ji ber ku rayedarên dewletê li hemberî şîdeta li ser jinan gavên pêşîlêgirtinê navêjin, daraz jî li gorî mêran biryaran digre û ev jî dibe sedema zêdebûna komkujiyan. Ev rewş di qeydên Wezareta Karên Hundir de jî derket holê. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir heta 15’ê Mijdara 2021’ê 251 jin hatine qetilkirin û tê texmînkirin ku ev hejmar zêdetir e.
Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê Derya Yanîk û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu beşdarî "Civîna Şopandin û Nirxandina Koordînasyona Parêzgehan a Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan" a ku li Navenda Koordînasyona Rewşa Awarte û Ewlehiyê (GAMER) bi tevlibûna 81 waliyên bajaran bi sîstema video konferansê hat lidarxist bûn. Wezîrê Karên Hundir ku li vir axivî wiha got; "Destpêka salê heta 15'ê Mijdarê 251 cinayetên jinan pêk hatin. Ev hejmar di tevahiya sala borî de 268 bû. Diyar dibe ku em ê îsal bi vê hejmarê bimînin."
Gelo dê bi kelepçeyan pêşî li şîdet û kuştinê bigrin?
Wezaretê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: "Niha li Tirkiyeyê 287 kelepçeyên aktîf hene. Hejmara bikaranîna kelepçeyan a dema wan bi dawî bûye 501 e. Yanî bi giştî 788 biryarên kelepçeyê hatine girtin, hatine pêkanîn û tên pêkanîn. Ji vî alî ve, ez difikirim ku divê em hewl bidin tedbîrên parastin û pêşîlêgirtinê û hejmara biryara kelepçeyê zêde bikin. Lihevkirin û şandina wan a malê van rêbazek hêsan e, lê diyarê ku ne çareserî ye."
Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê Derya Yanik, diyar kir ku şîdeta nava malê û şîdeta li ser jinan hemû beşên civakê eleqedar dike. Derya Yanik diyar kir ku divê hemû sazî bi hev re tevbigerin, ji dadger û dozgerên beşdarî bernameyê bûne xwest ku biryara kelepçeya elektronîkî a di çarçoveya tedbîrên parastinê de hatiye dayîn bi baldarî bi cih bînin,- lê der barê pêkanîna qanûna bi hejmara 62841'an a li ser esasê parastina jinan de tiştek negot.