Wekhevî û biryargirtin armancên berbiçav ên komeleya "Werda Butris" in
Bi destên komeke çalakvanên jin, ji sala 2005'an ve komeleya Werda Butris ji bo jinan dest bi xebatê kir û di 2009'an de destûrnameyek ji Wezareta Navxweyî ya Lubnanê girt.
KAROLÎN BIZÎ
Beyrûd – Der barê armanc û çalakiyên komeleyê de, seroka komeleyê Dr. Marî Nasîf El-Dibis ji ajansa me re wiha got: "Di sala 2000'an de, me bi riya civînên ku ji bo sererastkirina qanûnên neheq ên li dijî jinan li dar dixistin, dest bi xibatê kir. Wê demê me pişta xwe spart erêkirina dewleta Lubnanê li ser Peymana Têkoşîna li Dijî Hemû Şêwazên Cudakariya li dijî jinan di 1996'an de."
Dr.Marî anî ziman ku wan pêdivî dîtiye komeleyek hebe û wiha got: "Piraniya armancên komeleyên li Lubnanê civakî ne, ji ber vê yekê me pêdivî dît ku komeleyek hebe bi karûbarên siyasî re mijûl bibe. Di sala 2000'an de me "Civîna Neteweyî ya Rakirina Cudakariya li Dijî Jinan" da destpêkirin û vê civînê qanûn lêkolîn kirin û me pêşniyarên taybet li ser awayên birêxistinkirina van qanûnan û ji nû ve sererastkirina wan li gorî Peymana CEDAW’ê danîn.
"Daxwaza me ya heyî jî kotaya jinan a demkî ye"
Dr.Marî diyar kir ku wan navê yekemîn şehîda tevgera kedkar a Lubnanê li komeleyê kirine û wiha axivî: "Me navê yekem şehîda tevgera kedkar a Lubanê Werda Butris ku di sala 1964'an de şehîd ketibû, li komeleyê kir."
Dr. Marî eşkere kir ku çalakiyên komeleyê sê mijaran destnîşan dikin, pirsgirêka neteweyî, pirsgirêka siyasî û pirsgirêkên civakî û wiha berdewam kir: "Di mijara siyasî de, em mafên jinan dixwazin ku di hemû helwestên biryargirtinê de bi bandor beşdar bibin. daxwaza me ya heyî jî kotaya jinan a demkî ye ji bo du rûniştinên li parlamento û meclisên herêmî. Armanca tevgera me daxwazkirina kodek sivîl a yekbûyî ye ji bo statuya kesane da ku em bibin welatiyên vê civakê."
"Yên herî xizan ji civaka Lubnanê jin in"
Der barê pirsgirêkên civakî de, Dr. Marî got ku ew herî zêde li ser mafên mirovan disekinin û wiha pê de çû: "Bi taybetî mafên jinan ên xebatê, ji ber ku em li Lubnanê ji ber qeyrana aborî û belavbûna koronayê bi pirsgirêkek mezin re rû bi rû ne, rêjeya herî mezin a kesên bêkar jin in, nîvê civaka Lubnanê di bin sînorê xizaniyê de ye û yên herî xizan jî jinên li Lubnanê ne."
Dr.Marî da zanîn ku yek ji mebestên wan ên sereke mafê xwendinê ye û wiha berdewam kir: "Me lêkolînek kirbû û me dît ku rêjeya yên nexwendî zêde dibe, nemaze di nava jinan de. Em têkoşiyan ji bo ku qanûnek li ser perwerdeya mecbûrî û belaş derxin heya dawiya qonaxa seretayî. Wekheviya di sektora giştî de bi saya tevgerên ku ji hêla komeleyê ve hatine organîzekirin û daxwaza guhertina rêzikname û qanûnên karmendan di sektora giştî de pêk hatiye."
Dr. Marî diyar kir ku hin armancên din ên komeleyê hene û dixebite ku bigihîje wan û wiha axivî: "Me der barê zewaca di temenê biçûk de hin tevger organîze kirin û me daxwaz kir ku qanûnek bilindkirina temenê zewacê heya 18 salan, debikeve. Lêkolînek hevbeş ji hêla komeleya me û Komîteya Mafên Jinan a Lubnanê ve, têkildarî sedem û encamên neyînî yên zewaca di temenê biçûk de li ser jinên Lubnan, Fîlistîn û Sûriyeyê li Libnanê, hat weşandin "
"Me pêşnûme qanûnek li ser fuhûş û bazirganiya mirovan amade kir"
Dr. Marî got ku di navbera komeleyê û saziyên jinan, sendîka û civakî de tevgerên hevpar hene û wiha pê de çû: "Me vê dawiyê semîner û tevger organîze kirin da ku daxwaza qanûnek statuya kesane ya yekgirtî bikin. Me li Koşka UNESCO’yê komîteyek ava kir û konferans saz kirin. Her wiha tevgerên me digel Civîna Neteweyî, Komîteya Mafên Jinan, Wezareta Perwerde û Komîsyona Neteweyî ya Karûbarên Jinan, hebûn. Me pêşnûme qanûnek li ser fuhûş û bazirganiya mirovan amade kir û me yê wê pêşkêşî parlamentoyê bikira lê krîzên ku em li Lubnanê dijîn, pêşî lê girtin. Ji 2018’an heya 2020’an me çalakiyên domdar pêk anîn da ku zextê bikin ji bo em pêşî li zewaca di temenê biçûk de bigrin."
Dr.Marî axafrina xwe wiha bi dawî kir: "Em hewl didin li derveyî çarçoveya giştî ya Meclisa Jinên Lubnanê û komeleyên heyî tevbigerin û di çarçoveya têkoşînê de ji bo jin bi mafên xwe bizanibin û bikaribin ji bo bidestxistina wan tevbigerin têdikoşin."