Tulay Hatîmogullari: Divê tavilê gavên pêwîst bên avêtin

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê qanûnên pêwîst demildest bên derxistin û got: “Divê gavên şenber demildest bên avetin.”

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari beriya civîna endamên Meclîsa Partiyê ku dê 2 rojan bidome, li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.

Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de ji parlamenter Çîçek Otlu ku ameliyat bû re şîfa xwest û da zanîn ku ew ê di civînên xwe de têkildarî gengeşeyên li Rojhilata Navîn, nirxandina rojevên heyî bidomînin.

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku di rojeva wan de gelek mijar hene û wiha got: “Ji bilî gengeşeyên li Rojhilata Navîn, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, krîza aborî ya heyî û li ser gelek mijaran em ê rawestin. Divê rejîma Îranê li dijî êrîşên mêtinger, aştiya civakî pêk bîne û Îraneke demokratîk ava bike. Her wiha darvekirinan rawestîne û daxwazên xwepeşenderên Îranê bi cih bînê.”

‘Welatî bi gelek krîzan re rûbirû ne’

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser qirkirinên li ser xwezayê û wiha got: “Welatî bi gelek krîzan re rû bi rû ne. Li aliyekê krîza aboriyê û li aliyê din jî qirkirina xwezayê. Lê li dijî qirkirina xwezayê berxwedana welatiyan jî heye. Em berxwedana Îkîzkoyê silav dikin. Esra Işik ku ji ber li dijî qirkirina xwezayê derketiyê jî hat girtin. Divê Esra Işik tavilê bê berdan. Her wiha qrîza enerjiyê jî heye. Em pêşniyarên xwe yên ji bo desthilatê ji nû ve dikin; Divê bacên li ser sotameniyê rabin. Her wiha deynê cotkaran bê jêbirin. Divê desthilat sermayê neparêze û bi awayekî ku cotkar û karkeran bigrê navendê polîtikayeke aboriyê bi rê ve bibe. Heke wisa nebe bi milyonan welatî dê bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin.”

Civîna Meclîsa Jinan

Tulay Hatîmogullari tekildarî civîna dûh a Meclîsa Jinan jî ev tişt anîn ziman: “Dûh civîna me ya jinan hebû. Me li ser taybetmendiyên jinan, di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rola jinan, di krîza aboriyê de bandora wê ya li ser jinan û li dijî qirkirina jinan em dikarin têkoşîna xwe çawa bilind bikin, axivîn. Li ser cezayê dervekirinê yên Îranê jî em axivîn. Em dibêjin divê demildest cezayê dervekirinê bê batalkirin.”

‘Divê gavên şenber tavilê bên avetin’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku careke din derketiye holê ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêwîstiyeke mezin e û wiha domand: “Civak li benda derxistina qanûnan e. Divê ji bo pêşketina pêvajoyê qanûnên pêwîst demildest derkevin. Lê şewirmendê Serokkomar ji me re dibêje divê ‘DEM Partî di pêvajoyê de zelal be û spartekên derxistina qanûnan nede desthilatê.’ Em jî dibêjin; komara Tirkiyeyê hê nebûyê demokratîk. Divê komara Tirkiyeyê demokratîk bibe. Lê dema em van daxwazan tînin ziman zora wan diçe. Divê zora wan neçe û van daxwazan pêk bînin. Piştrastkirina aştiyê nabe. Nabe ku ji bo derxistina qanûnan li benda piştraskirinê bimînin. Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan pêk bînin û hevşeredarên hatine hilbijartin bila vegerin ser karê xwe û hemû siyasetmedarên girtî werin berdan. Ew gav dê bandoreke mezin li ser pêvajoyê bike. Divê gavn şenber demildest bên avetin û em ê heta ew gav bên avetin têkoşîna xwe bidomînin. Em partiya bindestan in. Em ê her tim li kêleka bindestan bin û dê her tim mafê bindestan biparêzin.”

‘Em roja 1ê Gulanê li her derê li qadan bin’

Tulay Hatîmogullari da zanîn ku di nav van geşedanên li Rojhilata Navîn û pêvajoya li Tirkiyeyê de 1’ê Gulanê xwedî wateyek mezin e û wiha got: “Em ê bi hemû endamên partiyê ve li her derê dest bi xebatên 1’ê Gulanê bikin. Li her derê qadan tijê bikin. Di civîna me de jî em ê van tiştan biaxivin. Em ê li ser pêşvebirina pêvajoyê û demokratîkkirina Tirkiyeyê xebatên divê bê kirin, nirxandin û nîqaşan bikin. Em ê plansaziya xebatên pêşerojê biaxivin.”