“Tişta em li kuçeyan, ser erdan û febrîqan dibînin tenê xizanî ye”

Meclîsa Jinan a HDP’ê li Dîlokê serdana jinên gozan dişkênin û mewîjan dibijêrin kir û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Di serdanê de Ayşe Acar Başaran got: “Li gor dewletê civak di nava aramiyê de ye lê belê tiştên em li kuçeyan li ser erdan û li febrîqan dibînin tenê xizanî ye."

Dîlok- Meclîsa Jinan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hevdîtina “Ji Xizaniya Jinê re Na” li Dîlokê bi jinên gozan dişkênin û mewîjan dibijêrin re hat gel hev. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê  Ayşe Acar Başaran parlamenter Ayşe Surucu û Nûran Îmir, endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Gulcîhan Şimşek, endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Dîlokê beşdarî hevdîtinê bûn. Jinan pirsgirêkên ku dijîn bi şandeya hevdîtin bi wan re kir parve kirin.
“Em ji neçarî dixebitin”
Di hevdîtinê de jinan diyar kirin ku ew serê sibê saet di 6’an de dest bi kar dikin, kîloyek mewîjan bi 60 quruşî dibijêrin û rojê encax 30-40 TL'yî dikarin qezenc bikin û wiha dewam kirin:"Ez ji Rihayê me. Ger pereyê min heba ez ê ne di nava vê gemarê de bama, lê ez mecbûr im. Hevjînê min jî di febrîqayê de dixebite. Encax hema ev pere têra me dike."
“Ez biçuk zewicîm û rastî tundiyê hatim”
Her wiha jineke din a diyar kir ew di 18 saliya xwe de zewiciye jî got:"Ez bi neqandina mewîjan hewil didim debara xwe bikim. Hevjînê min tundî li min dikir. Piştre ez jê veqetiyam. Piştî mirov bizewice û biqete xwestina tiştekî ya ji malbatê jî zehmet e. Em saet di 7'an de dest bi kar dikin. Heta êvarî em tenê 30 TL'yî digirin."
“Qeyrana aboriyê pir kûr e”
Ayşe Acar Başaran a li pirsgirêkên jinan guhdar kir jî da zanîn ku dewlet bi destên mêr tundiyê dike û wiha domand:"Niha qeyrana aboriyê pir kûr e. Em hewil didin dengê jinan bidin bihîstin. Em çûn bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê. Gelek pirsgirêkên jinan heman e. Li gor dewletê civak di nava aramiyê de ye lê belê tiştên em li kuçeyan li ser erdan û li febrîqan dibînin tenê xizanî ye."
Şande wê piştre li avahiyên partiyê yên Şahinbey û Şehîdkamîl bi jinan û rêxistinên civaka sîvîl re bên ba hev.