‘Tirkiyê êrîşên li ser Filistînê şermezar dike lê heman sûcan li herêmê dike’

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk, Şerîfe Hesen têkildarî sûcên ku dewleta tirk li dijî gelê Kurd dike got ku Tirkiye derdikeve dibêje ‘Îsraîl Filistînê tune dike ev yek ne exlaqî ye’ lê ew bi xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heman sûcan dike.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo - Dewleta tirk ji dîrokê ve heta roja îro li dijî gelê Kurd sûcên qirkirinê pêk tîne, li dijî van kiryaran gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe dikaribû hebûna xwe biparêze. Tevî ku bi caran rastî êrîşan hat jî Kurdên Rojava bi biryar xebatên xwe didomîn. Li hemberî vê yekê dewleta tirk di 4’ê Cotmehê de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di encama êrîşan de gelê ku xwedî li hebûn, ax û binesaziya xwe derdikeve kir hedef. Der barê van mijaran de endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şerîfe Hesen axivî.

‘Dixwazin Kurd dev ji axa xwe berdin’

Şerîfe Hesen êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha nirxand: “Hedefa yekem a dewleta tirk, qirkirina gelê Kurd e. Di dema Osmaniyan de biryar girtibûn ku Kurd nebin û Kurdek li ku derê hebe wê bê îmhakirin, jixwe tê dîtin dewleta tirk bi awayekî rojane êrîşê cihên ku Kurd lê dijîn dike. Bûyera herî dawî ya ku dewleta tirk xwest binesaziya herêmê tune bike, êrîşên dijwar bûn û di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Siyaseta dewleta tirk tunekirina gelê Kurd e. Dixwaze bi van êrîşan gelê me dev ji axa xwe berde û me tune bike. Herêmên me yên mîna Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagir kirin, heta niha jî nesekiniye û her dem hesaban li dijî Kurdan dike.”

‘Li hemberî êrîşan têbikoşin’

Şerîfe Hesen bersiva gel li hemberî êrîşên dewleta tirk wiha nirxand: “Gelê me li hemberî van êrîşan bersivek da dewleta tirk û got em welatparêz û berxwedêrin, em dev ji axa xwe bernadin. Li hemberî êrîşan hemû kesên ku digotin em dev ji axa xwe bernadin, derketin serhildanê, gotin na ji êrîşên dewleta tirk û ji qirkirina gelê Kurd re. Em her dem xwedî soza xwe ne ku em ê parazvanên gelê xwe bin, em ê li ber xwe bidin, xeta azadiyê biparêzin û têbikoşin heta em bigihîjin azadiya xwe. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê xwedî li serok, fikir û felsefeya wî derkevin. Em gelekî xwedî fikir û felsefe ne, ji lewre em ê mafên xwe yên Kurdbûnê biparêzin. Me gelek destkeftî bi dest xistine bi bedêlên giranbuha. Em ê li hemberî hemû kiryaran têbikoşin ji bo ku destkeftiyên xwe biparêzin.”

‘Rola hemû jinan di şoreşa jinan de heye’

Şerîfe Hesen bal kişand ser şoreşa jinan û wiha domand: “Şoreşa me şoreşeke cîhanî ye û di hundirê şoreşê de têkoşîna jinan li pêş e. Îro jin li hemû qadan berxwedaniyek mezin dikin, jin cihê xwe di hemû qadên siyasî, leşkerî, civakî û dîplomasî de digrin û rola xwe dilîzin. Li ku derê jin destkeftiyek dibînin xwedî lê derdikevin. Rêber Apo şoreşa me bi şoreşa jinan bi nav kir, ji lewre rola her jinek di vê şoreşê de heye. Di rastiya şoreşa me de, şoreş a jinan e û jin roleke mezin dilîzin, xwe gihandine wê mertebeyê ku têkoşîn û berxwedana wê li tevahî cîhanê bê dîtin. Jin bi sedan salan e hatine tunekirin, mafên wan tune ye lê şoreşa me hişt ku jin xwedî li maf û hebûna xwe derkevin. Pergala hevserokatiyê bi tevgera me hat naskirin ku her du zayend jî bi awayê wekhev cihê xwe di pergala hevserokatiyê de digrin. Rastiya jinan bi vê şoreşê re derket û jin dikaribûn di hemû kar û xebatan de cihê xwe bigrin. Îro ji jinên temenê wan biçûk bigre heta mezin, qala siyasetê dikin, ev yek bandor û serkeftina şoreşê ye.”  

‘Êrîşên dewleta tirk ên li ser axa me ji derveyî pîvanên mirovahiyê ye’

Şerîfe Hesen daxuyaniyên ku dewleta tirk ji bo şerê Îsraîl û Filîstînê didin û qaşo banga mirovahiyê dikin kir û destnîşan kir ku dewleta tirk ji bo Filîstînê daxuyaniyên mirovahî dide, lê tiştên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, sûcê şer e û wiha domand:

“Îro dewleta tirk derdikeve û dibêjin Îsraîl, Filistînê tune kiriye, ev yek ne exlaqî ye ku binesaziya Filistînê tê hedefgirtin û sivîl tên kuştin, di rastiyê de tu dibînî, Erdogan eynî siyaseta tunekirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Erdogan dirûtiyê dike û gotinên ne rast dibêje. Erdogan dibêje tişta ku li Filistînê çêdibe, şaşîtî ye û li dijî mafên mirovan e lê heman tiştî li hemberî axa me dike. Erdogan di êrîşên herî dawî yên 5’ê Cotmehê de bi balafirên şer û bê mirov êrîşê ax, kehrebe, av û mazotê me kir û di encama êrîşan de jin, zarok û sivîl hatin qetilkirin. Malên gel hatin talankirin, ev yek çi ye? Eynî tişt e.

Erdogan şerê Îsraîl û Filsîtînê şermezar dike lê wan sûcan li herêmên me dike. Em dibêjin ji her kesê re tişta ku Erdogan îro dike, tiştên ne rast in û li derveyî mafên mirovan û rastiyê ne. Divê her kesê ku dibêje em xwedî mafên mirovan in, bila rastiya ku Erdogan dike bizanibin. Tişta ku Erdogan li hemberî axa me dike, ji derveyî mirovahiyê ye. Em her dem dibêjiin, em nêzîkatiya erdogan û dewleta tirk şermezar û rexne dikin. Em ê têkoşînê li hemberî vê nêzîkatiyê bikin. Em weke gelê Kurd, li ber xwe bidin û têkoşîna xwe didomînin.”

‘Me li ser riya rast dest pê kiriye, em ê bi ser bikevin’

Şerîfe Hesen bêdengiya cîhanî li hemberî êrîşên ku li dijî gelê Kurd pêk tên wiha dinirxîne: “Gelê Kurd gelekî bindest e. Em mînaka Sûriyeyê bidin, leşkerên Sûriyeyê piranî ciwanên Kurd bûn, ev yek li Tirkiyeyê jî wiha ye. Me her dem ji gelê cuda re kiriye lê kesê ji bo me tiştek nekiriye. Her kes ji bo Kurdan ker, kor û lal e. Şoreşa niha ya ku li Rojava pêk hatiye, fikir û felsefeyek rast e û em hemû pêkhate bi hev re dijîn. Dirûşma me ew e ku em hemû bi hev re bijîn û wekhev bin. Em mafên her kesê diparêzin û em ji bo mirovahiyê her dem amade ne. Xeta sêyemîn xeta rast e. Hemû dinya bêdeng e lê em ê dengê xwe derxin û mafên xwe biparêzin. Em ê şoreşa xwe biparêzin, ji ber ku ev şoreş bi xwîna keç û xortên me pêk hatiye.”

Şerîfe Hesen herî dawî berxwedana gel a li hemberî êrîşan silav kir û wiha bi dawî kir: “Banga me ji gelê me re ew e ku em berxwedana xwe berdewam bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Îro me gelek bedel dane û em ê vê bedelê biparêzin. Em ê li dijî êrîşan têbikoşin. Me li ser riya rast dest pê kiriye, em ê bi ser bikevin.”