“Tevî nebûna delîlan sedema girtina Reyhan Abdî çi ye?”

Parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag, der barê welatiya Sûriyeyî Reyhan Abdî ya ku bi pitika xwe ya 2 mehî re hat binçavkirin û girtin, pêşnûmeya pirsê pêşkeşî meclisê kir û wiha pirsî: “Tevî nebûna delîlan sedema girtina Reyhan Abdî çi ye?”

Navenda Nûçeyan- Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Dêrsim Dag, der barê welatiya Sûriyeyê Reyhan Abdî ku di 26’ê Tebaxê de li gel pitika xwe ya 2 mehî hatibû binçavkirin û girtin, bi daxwaza bersivdayîna Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag peşnûmeya pirsê pêşkeşî meclisê kir.

“Ne guncaw e ku bi pitika xwe ya du mehî re di girtîgehê de bimîne"

Di pêşnûmeya ku balê dikşîne ser Reyhan Abdî ya di sala 2017'an de koçî Tirkiyeyê kiriye û ev 5 sal in li Stenbolê dijî, tevî nebûna delîlan a der barê sûcên tê sûcdarkirin jî hatiye girtin de wiha hat gotin: “Bi 3 zarokên xwe yên 2 mehî, 3 û 4 salî ku pêwîstiya wan bi xwedîkirin û parastinê heye re ji girtîgehê hat şandin. Ji ber fikar û tirsa ku jiyayê, beriya ku bê şandina girtîgehê ji şîr qut bû. Li gorî Qanûna Parastina Zarokan û Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku Tirkiye jî alîgirê wê ye, rewşa niha ya li girtîgehan ne guncaw e ku zarokek du mehî di girtîgehê de bimîne. Reyhan Abdî ji aliyê hiqûqî, madî û manewî ve hatiye mexdûrkirin. Divê wezareta we demildest bikeve nava liv û tevgerê û li dijî binpêkirinên mafan ên li dijî Reyhan Abdî hatine kirin, lêpirsînê veke û hemû mafên wê yên madî û manewî bên vegerandin.”

Di dawiya pêşnûnameyê de ev pirs hatin pêşkêşkirin:

“ *Tevî nebûna delîlan sedema girtina Reyhan Abdî çi ye?”

*Der barê dozger, dadger û endamên dadgehê yê girêdayî wezareta ku  der barê Reyhan Abdî de bi awayekî nehiqûqî biryar daye, îdianame amade kiriye û bûye sedema girtina wê de, lêpirsîn bê destpêkirin? Biryarên dozger der barê paşerojê de girtine gelo wê ji aliyê wezareta we ve bê lêkolînkirin?

*Reyhan Abdî dê bê berdan?

*Gelo ji Reyhan Abdî re hemû mafên wê yên madî û manewî yên pêşerojê dê bên vegerandin? Dê zerar were pêşwazîkirin?

* Di girtîgehên Tirkiyeyê de çend zarok hene? Belavbûna van a li gorî parêzgahan û rêjeyên temenê van çend e?

*Çend zarokên di girtîgehê de tên girtin, nikarin ji mafê perwerde û hîndekariyê sûd bigrin?”