Tevgera jinan li Mexribê: Dengên yekbûnê ji bo maf û wekheviyê
Jinên çalakvan ên Mexribê di têkoşîna xwe ya dîrokî ya ji bo mafên civakî û siyasî de dibin yek. Ji perwerde û reformên qanûnî heya wekhevî û pêşîlêgirtina tundûtûjiyê, tevgera jinan di gelek waran de dengê xwe bilind dike.

RECAA XEYRET
Mexrib – Tevgera jinan li Mexribê xwedî dîrokeke dirêj e, ku kokên wê digihîje têkoşîna neteweyî ya dijî-kolonyalîzmê û daxwaza mafê perwerdehiyê ya zarokên keç. Gelek maf û daxwazên siyasî, çalakvanên jin ên Mexribî di qonaxên cûda yên dîroka siyasî û civakî ya Mexribê de anîne cem hev. Dibe ku ya herî berbiçav ji van mafan li ser wekhevî, jiholêrakirina cudakariya li dijî jinan, têkoşîna li dijî tundiyê û sererastkirina Zagona Malbatê be. Ev yek rêxistinên jinan ên Mexribî di pêşkêşkirina pirsgirêkan û parêzvaniya xwe ya ji bo bidestxistina daxwazên rewa de, domdar kiriye.
'Tevgera jinan hewceyî nirxandinek dîrokî ye'
Aktîvîsta mafên mirovan û endama şaxa Marakeşê ya Yekîtiya Çalakiya Jinan Naîma Eqdad bawer dike ku nîqaşkirina tevgera jinan li Mexribê û tevlîkirina komek çalakvanên ji rêxistinên siyasî yên çepgir û pêşverû, hewceyî nirxandinek dîrokî ye. Naîma destnîşan kir ku tevger di çarçoveyek civakî û siyasî ya guherbar de derketiye holê ku di qonaxên cûda yên dîroka wê ya siyasî de, bandorê li Mexribê kiriye. Naîma wiha got: “Di serdema piştî serxwebûnê de, ango ji salên 1956'an heta 1970'î Mexribê xwe dispart Zagona Rewşa Kesane. Piraniya naveroka wê li ser bingeha şerîet û dadweriya Îslamî ye. Ev zagon di wê demê de ji hêla gelek çalakvanên jin ve mijara rexneyê bû. Gelek bendên Qanûna Rewşa Kesane wek zewac, jinberdan û wesayetê jinan aciz dikirin."
Rêxistinên ku ji zikê partiyên siyasî derketine
Naîma Eqdad derbarê yekem komeleyên jinên Mexribî de, agahî da û destnîşan kir ku di salên 1970'î de, rêxistinên civaka sivîl ji nav partiyên siyasî derketine holê. Naîma, ji van rêxistinan çend mînak dan û wiha got: “Wek Lîga Yekîtiya Neteweyî ya Hêzên Gel ku rêxistineke civaka sivîl ku ji partiya Yekîtiya Neteweyî ya Hêzên Gel pêk hatiye. Di vê heyamê de rêxistinê bal kişandiye ser jiholêrakirina nexwendina ji nav jinan. Her wiha balê dikşîne ser tenduristî û entegrasyona wan a di nav bazara kar de. Ev komele ne serbixwe bû, girêdayî rojevên siyasî bû ku çarçoveya daxwazên wê sînordar dikir. Piştre salên 1980’yî ku qonaxek girîng di dîroka tevgera jinan a Mexribê de bû. Komek ji rêxistinên civaka sivîl ên serbixwe ji partiyên siyasî dest bi derketinê kirin. Ji ber ku pirsgirêka jinan di nav partiyan de ne ya pêşîn bû."
Naîma Eqdad da zanîn ku wê demê aktîvîstên jin xwe dispartin ramanên nivîskaran û got: "Wek Simone de Beauvoir û nîqaşên rewşenbîrî yên ku di wê serdemê de li Fransayê belav bûn, ji bilî nivîsên Dr. Nawal El Saadawi ku ramanên wê bandorek kûr li ser wan tevgeran kirin, her wiha nivîsên nivîskara pêşverû ya Misrî Ferîda Al-Naqqash, ku projeyek civakî ya li ser jinên Misrî pêşkêş kir. Ez jî ji wê nifşê bûm ku gelek ji van nivîskaran dixwend."
Derketina rojnameya 8'ê Adarê
Naîma Eqdad bal kişand ser derketina rojnameya 8'ê Adarê û got: "Divê em ji bîr nekin ku ev rojname di derketina tevgera mafên jinan li Mexribê de roleke girîng lîstiye. Ji ber ku ew ji hêla komek jin û çalakvanên pêşverû ve dihat birêvebirin. Hin ji wan girtiyên siyasî yên berê bûn, wek îkona têkoşîna jinan a Mexribî Latîfa Jebabdî, dû re Aîşe Laxmas, Nahza Alaoui, Zahour Alaoui. Divê em navên din ên wek Dada Al-Bouab û Maria Al-Zouini, ku girtiyên berê û endamên Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribî ne jî, ji bîr nekin."
Tevgera mafên jinan bi ramanên pêşverû û modernîst dagirtî bû’
Naîma Eqdad destnîşan kir ku weşandina rojnameya 8'ê Adarê li pişt avakirina komeleyekê bû ku dê di nav tevna jinên Mexribî de cihekî girîng bigire. Naîma derbarê xebatên wan deman de ev agahî dan: “Tevgera mafên jinan û mirovan li Mexribê bi ramanên pêşverû û modernîst dagirtî bû. Baweriya xwe bi peymanên navneteweyî dianî ku civakek nikare bighîje armanca xwe heya ku jinên wê neyên azadkirin û mafên wan neyên dayîn. Ji ber ku jin bi gihîştina cihên biryardana siyasî û gihîştina perwerde û lênihêrîna tenduristiyê beşdarî avakirina civakê dibin.”
Zayîna komeleyên din ên pêşverû
Naîma Eqdad derbarê tevgerên din ên jinên Mexribî de destnîşan kir ku di heman serdemê de, rêxistinên din ên civaka sivîl ên pêşverû hatine damezrandin. Naîma mînakên wek Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribî û Federasyona Komeleyên Mafên Jinan da û wiha domand: "Gelek ji van rêxistinan ji ezmûna Yekîtiya Çalakiya Jinan sûd girtine û ev rêxistin bibandor beşdarî pêşketina tevgera jinan a li Mexribê bûne. Gelek çalakvanên jin hene ku beşdarî tevgerê bûne û endamên partiyên siyasî yên pêşverû ne. Wan di tevgera mafên jinan a li Mexribê de roleke bingehîn lîstin. Ev komele beşdarî dozên hiquqî jî bûne û dosyeya Zagona Malbatê qonaxa herî girîng a têkoşîna tevgera jinan li Mexribê bû."
'Daxwazên siyasî û civakî tevgerên jinan kirine yek'
Naîma Eqdad da zanîn ku gelek daxwazên tevgera jinên Mexribî, di hemû beşên wê de yek kirine, di nav van daxwazan de têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan û jinên ciwan û daxwaza perwerdehiya wan jî hebûne. Naîma wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di vê serdemê de komeleyên jinan beşdarî nîqaşa siyasî ya giştî bûn û pêkhateyên tevgerê wek hevkarên diyaloga neteweyî hatin naskirin. Piştî ku Mexrib bû şahidê xwepêşandanên mezin ên daxwaza guhartinên Zagona Malbatê. Tevgera jinan li Mexribê tevgereke mafên mirovan a berfireh û hevgirtî ye ku bi riya desteyeke hevrêziya neteweyî hê jî şeran didomîne, da ku jin hemû mafên ku di Destûra Bingehîn a Mexribê de ji wan re hatine mîsogerkirin, bi dest bixin û bighîjin cihên biryardanê."