Terora siyasî li Başûr di çarçoveya şerê taybet de didome’

Dewleta Tirk bi riya siyaseta sîxurkirina jinan û qetilkirina azadixwazan dixwaze desthilatdariya xwe li ser Başûrê Kurdistanê bisepîne. Çalakvan Şîlan Şakir got ku ev siyaseta şerê psîkolojîk ê taybet e.

ŞÎRÎN SALIH                   

Silêmanî- Têkoşîn û pêşengiya jinên Kurd di hemû qadên civakî de asteke bilind tomar kiriye û ev jî ji bo dijminên Kurd û jinan tirsê çêdike. Bi taybetî dewleta Tirk bi çend rêbazan dixwaze jinan tune bike. Bi riya dezgehên nûçegihaniyê hewldana sîxurkirina jinan yek ji siyaseta dewleta Tirk e li Başûrê Kurdistanê. Li navendê weke ariştgeh û navendên ku jin berê xwe didin wan, hewl didin ji bo jinan bikin sîxur wan îqna bikin.

‘Li Başûrê Kurdistanê bi sîxuran êrîşê têkoşeran dikin’

Hewldana terorkirina azadixwaz û çalakvanan didin û çend bûyerên wiha li Başûrê Kurdistanê û bi taybetî li bajarê Silêmanî encam dide û di demên borî de bi pêwendîkirina bi azadîxwaz û çalakvanan ji aliyê mît û sîxuran ve dixwazin têkoşîna gelê Kurd tune bikin.

Çalakvan Şîlan Şakir diyar kir ku pirsa terora siyasî, pirseke ku di îro de tevahî kesên eleqedar dikin û metirsiyê li ser xelkê çêdikin, bi taybetî ji bo kesên azadîxwaz wiha got: “Çalakvan û kesên di nava civakê de rol û têgihiştina wan heye, ev mijare li gel wane, ger em di aliyê desthilatdariyê de behs bikin Iraq û herêma Kurdistanê xwedî li desthilatdariya xwe dernakevin, ger nebe tu hezeke ji derve û bi taybetî dewleta Tirk ewqas wê ji wan re ne asan be werin Başûrê Kurdistanê, wiha kesan bikujin. Yan jî bi aşkere daxwaza sîxuriyê li hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê bikin.”

‘Bêdengiya aliyên siyasî bûye sedem ku PDK hevkariya dijmin bike’

Şîlan Şakir da zanîn ku aliyek weke PDK bi temamî xwe radestî dewleta Tirk kiriye, ev jî sedema herî sereke ya bêhelwestiya aliyên siyasetên din e û wiha domand: “Ji ber ku ger aliyên din bêdeng nebin, wê PDK jî li xwe haydar bibe ku xeletî kiriye. Bi vê ve girêdayî ger civak hişyar be û xwedî helwest be dewleta Tirk jî nikare karekî wisa li herêma Kurdistanê bike. Ji ber ku li cihê hevgirtin û rêxistinbûna civakê hebe, tu desthilatdar baweriya wê nîn e êrîşî ser sînor û kesan bike. Di qewimîna her bûyera ku ji aliyê dijmin ve be, rola civakê dikeve beriya her tiştê. Ji ber ku her dezgehek sîxurên wê girêdayî dewleta dagirker e. Dema ku bixwaze yek ji kesên Kurd razî bike ji bo ku têkelî komployên xwe bike, gelek tişt dide ber çavan, çi madî yan jî manevî be. Ger razî nebû dest bi gefan dike. Mînak ew parêzerê beriya demkê pêwendî pê re kirin, ji ber çanda wan e ya girîng ew e ku kes xwe bi destên wan ve bernede.”

‘Pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi hêzeke rêxistinkirî heye’

Şîlan Şakir destnîşan kir ku her kes xwedî mafê xweparastinê ye. Ji ber wê divê kes hişyar be û li her cihî xwedî hêz be dewleta Tirk û dezgehên nûçegihaniyê wê demê dê nikaribin wisa êrîş bikin û wiha got: “Wekî ku dibînin li hember şervanên li çiya çekên herî giran tên bikaranîn lê belê têk naçin. Ji ber ku li wê derê berxwedan, têkoşîn û hêz heye. Ji ber wê hêzek bi vî awayî di aliyê civakî û rêxistinê de ji bo Başûrê Kurdistanê pêwîst e. Hêvîdar im kes nekeve vê xeletiyê û nebêje qey dewleta Tirk gelek bi hêz e. Ev yek di çarçoveya şerê derûnî yê taybet de ye. Ji ber dewleta Tirk nikare tiştekî wisa li ser Başûrê Kurdistanê bisepîne. Ev bûyer jî di çeper de rûdaye û welatparêzan parastina cewher kirine. Civaka Başûr ne xwe radest kiriye û ne jî xwe radest dike.”

‘Hêza xwecihî ji hêza derve mezintir e’

Şîlan Şakir bi bîr xist ku hêza xwecihî ya gelê Başûr a derûnî, siyasî û xweparastina fizîkî gelek bi hêztir e ji hêza dewleta Tirk, ji ber ew cewhera civakê ye û hêza dewleta Tirk ji derve hatiye, ji ber wê hêza xwecihî cewhera wê ji ya dagirkeran bihêztir e li dijî hêzên derve divê helwesta cidî raber bikin û wiha got: “Dewleta Tirk jinan lawaz dibîne ji ber ew wisa difikire ku jin namûsa civakê û mêr in. Bi vê yekê hewl dide bi riya jinan bandorê çêbike. Her wiha di aliyê siyasetê de ew pêşengiya ku jin dikin, li Kurdistanê û hemû cîhanê hewl dide bi sîxurkirinê pêşî li vê yekê bigre. Ev jî tirsa aqilê û desthilatdariya Tirk derdixe holê.

Divê jin li hemberî vî şerê taybet û siyaseta sîxurkirinê xwe biparêzin û pêşî li vê yekê bigrin. Ger kesek îxanetê li xaka xwe bike bêguman siyasetek li pişt e. Ji ber wê ger jin bi hêz bin piştre malbat û civak jî bi hêz dibe. Divê em hemû vê siyasetê baş fem bikin. Civaka me piştî hinek bûyeran derket holê ku hişyar bûye û divê vê hişyariyê zêdetir bi pêş bixe.”