Têkoşîna wekheviya zayendî pêwîstiyek civakî ye

Ayşe Lîxmas a ku xwe wekî parêzvana mafên jinan dibîne, bi mijarên cihêreng ên şîdeta li ser jinan re têkildar e, her wiha di tevgera xwe ya siyasî û civakî de bûye mînaka şoreşgeriyê.

HENAN HARÎT 
Mexrib – Ayşe Lixmas di sala 1971’ê parêzer û seroka Yekitiya Karên Femînîst a Mexribê beşdarî karên siyasî bûye û bi riya Yekitiya xwendekarên Mexribê di rêxistinkirina karûbarên demokratîk a gel de xebitiye, herî dawî wekî endamek komîteya navendî hat hilbijartin. Piştî geşedanên rêxistinî li Mexribê, rêxistinek nû li gel hevalên xwe partiya Sosyal Demokratîk saz kir, paşê beşdarî partiya Yekitiya Sosyal a hêza gel dibe da ku têkoşîna siyasî di hilbijartina 2011’an de bike. Helbet wekî hevserok tê hilbijartin û ji bo berpirsyara lîsteya niştimanî ya partiya yekitiya sosyal berpirsyara parlementoyê ya 2011-2016’an tê hilbijartin. 
Ji bo em siyastmedar, çalakvan û parêzera mafên jinan Ayşe Lixmas binasin, zelalkirina rewşa jinên Mexribê û bibînin tevgerên femînîst di rastiyê jinan de çi guhertin çêkirine, nêrînên hikumetê û li ser mijara jinan di ola Îslamê de ajansa me bi parêzer Ayşe Lixmas re hevpeyvînek çêkir.
We çîma mijara parastina jinan hilbijart?
Têkoşîna ji bo wekheviya zayendî û bidestxistina mafên mirovan ji bo jinan ne mijarek e, berovajî wê, ew pêwîstî û hewcedariyeke civakî ye. Civakên ku jêhatîbûn û afrîneriya jinan red dikin hene, ji ber vê jî divê jin di warên aborî, siyasî û civakî de xwe xurt bikin ji bo demokrasî, mafên mirovan û geşedanê şerteke bingehîn e.
Berê jî hûn di qada siyasî de ketin nav hilbijartinê û bi ser ketin. Hûn rewşa jinan di hilbijartinê de çawa dinirxînin? 
Çiqasî jî em bêjin li gorî destkeftiyên jinan ên heyî di serkeftina di hilbijartinên parlamentoyê de zêde bûn lê têrê nake. Divê bi vîneke di asta biryargirtinê de xwedî erk û biryar bin. Mînak mijara tundiya li dijî jinan di nav parlamentoyan de hat nîqaşkirin lê ji hêla hejmarek nûneran ve kêm bûm divê bandora xwe li ser jinan bi giştî bike.
Li gorî we xwesteka hilbijartinê bes e yan hin pêwîstiyên din hene ku pêbaweriya dengdêran bigre?
Tecrubeya hilbijartinên berê we destnîşan kir ku ne xwestina namzed û ne jî dilxwaziya temsîlkirina hilbijartinan hebû çi mêr an jî jin bin, pirsgirêk pir tevlihev e. Kêmbûnek pir mezin heye ji beşdaran û her wiha bêbaweriyek hilbijartinê jî li pêş bû, bi giştî lêvegerek cidî pêwîst e da ku baweriya gel bi hilbijartinê çêbibe û kesên dengên xwe dane divê xwedî projeyek civakî bin da ku rewşa civakê baştir bike.
Jinan çi guhertin di parlamentoyê de çêkir?
Bi rastî, parlamenter bi taybetî tevgera jinan, serî li gelek qanûnên cihêkar ên li dijî jinan didin. Her wiha ji bo pêşnûmeyên qanûnên têkildarî jinavbirina şîdeta li dijî jinan, bazirganiya mirovan, karker û karkerên nav malê, qanûna komîsyona wekheviyê û têkoşîna li dijî cudakariyê. Her  wiha ji bo civata zarok û malbatê, ji bilî pêşkêşkirina budceya salane, ji bo parastina jinan û çînên xizan û komên ku di civaka Mexribê de hatine paşguhkirin xebitîne.
Di dawiyê de tevgera femînîst daxwaznameya wekheviyê pêşkêşî parlamentoyê kir gelo ev yek dê pîvanek ji jinan re çêbike?
Bêguman, hevsengiyek di edaletê de wê çêbibe, ne tenê ji jinan re di  tevahiya civakê de, ger tevgera jinan vê destûrê li ser hemû warên cihêreng ferz bike. Ne tenê di dezgehên hilbijartî de lê belê di pêşveçûnên cihêreng de dê girîngiya wê hebe. Ji ber ku bêyî zagoneke wekheviyê wê tu pêşketin çênebe. Mînaka vê komîsyonên ku di hilbijartin, meclis û dezgehan parêzvanan de çêbûne, ji ber ku tu dezgehên hilbijartinan parastina jinan qebûl nekiriye û hejmarên parêzvanên jinan di dezgeh û saziyan de kêm in.
Hûn ji danûstandinên hikumetê yên li Mexribê razî ne?
Esasê nerazîbûna tevgera jinan li Mexribê ye. Ya esasî ew e ku hejmara saziyên neteweyî, valahiyên zayendî bi wekheviyê werin dagirtine.
Em bêjin li gorî hejmara di sala 2018’an de ji eslê 149 dewletan Mexribê ya 137’an bû û di sala 2019’an de rêjeya 143 ji eslê 153 dewletan dbû.
Belê ger di 2020’an de ev yek zêdetir bû ji ber nexweşiya coronayê û zêdebûna tundiya li dijî jinan di warê aborî û civakî û zayendî de bilindtir bû.
Hûn dikarin bêjin ku jin li Mexribê gihîştine asta biryargirtinê?
Rapora herî dawî zelal dike ku hejmara jinan di maqamên biryargirtinê de ji sala 2012’an heya nîvê yekem a 2020’an hejmara peywiran ji 1160 peywir tenê 137 peywirdarkirinan bû ango ji sedî 12, ji bo vê jî tu nîqaş ne pêwîst e.
Em dikarin bêjin ku hin alî hene astangiyan ji we re çêdikin?
Ger pirsa te der heqê rêxistinên jinan de be, helbet astengî hene, di serî da aboriyek ji rêxistinê re nehatiye veqetandin da ku dilxwazên rêxistinê bi erkên xwe yên mirovî rabin. Ji ber ku lêçûna rêxistinê di nava civakê de di warê tendirustî û civakî de endamên me bi hewceya vê yekê ne.
 Her wiha destdirêjkirin û bê hurmetî ji hin aliyên ku biryara destûrî ya di 2011’an de hatiye erêkirin re nîne.
Ger hûn seroka hikumetê bûna we yê çawa projeya jinan bi hêz bikira?
Li vir du beşên mijarê hene. Di serî de jin bi hemû pirsgirêkên civakî re mijûl dibe. Ji perwerdeyê bigre, heta tendirustî, kar û avahiyan. Tevî ku ew pirsgirêkên zayendî dijî lewre dagirtin û çareserkirina van valahiyan hişmendiyek guncaw dixwaze. Bi taybetî jî êdî jin xwe bi xwe bi van pirsgirêkan re mijûl dibe. Ya herî li xweşa min diçe serkeftina keçan di ast perwerdeyê û zanîngehan de ye. Ev jî gavek pêşketinê ye, ji bo vê yekê divê zîhniyeta ku li dijî jinan dixebitînin û tevgera wan kêm û bê hurmet dikin were rakirin. Ev jî helbet wê di perwerdeya li zanîngeh û hemû beşên ragihandinê de bê destpêkirin.