‘Têkoşîna li dijî dagirkeriyê riya gihîştina serkeftinê ye’

Rêveberiya Kongra Star a bajarê Qamişlo Menîca Heyder der barê êrîşên dawî yên dewleta tirk de got ku dagirkeriya tirk damarê jiyana gel dike hedef her wiha dixwaze destkeftiyên gelê me û nirxên me hilweşîne.

ROJ HOZAN

Qamişlo - Dewleta tirk a dagirker bênavber herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dike. Di êrişên dawî de bi giranî êriş bir ser navendên xizmetguzeriyê, stasyonên petrolê û jiyana sivîlan. şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîneke mezin li dijî van êrîşan li ber xwe didin û bi şerê gelê şoreşgerî di nav têkoşîneke mezin de ne.  Têkildarê mijarê rêvebera Kongra Star a bajarê Qamişloyê Menîca Heyder helwesta xwe anî ziman.

‘Lîstikeke qirêj li ser vîna gelê me yê berxwedêr tê lîstin’

Menîca Heyder behsa lîstikên dewleta tirk bi dewletên navneteweyî re ku li ser herêmê hatine plankirin kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev çend roj in em di rewşeke zehmet re derbas dibin, êrîş û kiryarên dewleta tirk bi hedefgirtina sivîlan bi sînor neman. Jixwe em dizanin dîsa lîstikeke qirêj li ser vîna gelê me yê berxwedêr hatiye plankirin û dewletên navneteweyî berpirsyar in. Çima dewleta tirk êrîşî gelê me dike? Ne bes e me cîhan ji qirêjiya çeteyên wî yên DAIş’ê xelas kir? Niha destên xwe didin hev û dixwazin destkeftiyên gelê me û nirxên me hilweşînin. Dewletên navneteweyî hemû ji van êrîşan agahdar in û ger rê nedana dewleta tirk, nikaribû êrîş bike. Her çiqas dewleta tirk tehdît dike jî dewletên navneteweyî bi çend dirûşmên bêwate çend gotinan dibêjin lê tenê di wateya axaftinê de dimîne tu kesê tiştek ji bo me nekiriye. Em ne mecbûr in çeteyên wan ên DAIş’ê û malbatên wan li gel xwe bihêlin. Wijdanê mirovahiyê tune ye, rêxistinên mafên mirovan çima bi erka xwe ranabin? Yanî dema mijar dibe Kurd hemû desthilatdar li hev dikin. Em van êrîşan tu carî qebûl nakin me berdêl dane heya îro em gihîştine vê astê û dê helwesta me têkoşîn be. Em teslîmkar mîn in ger em wisa bûna dewleta tirk bi hemû cureyên çekan êrîşî me nedikir ji ber ku ew dizane bi kê re şer dike, bi Kurdan re şer dike û Kurd jî mirovên berxwedêr in.”

‘Êrîşên tên kirin hemû pêkhateyên herêmê hedef digrin’

Menîca Heyder bal kişand ser hevgirtina gelê herêmê li dijî êrîşên dewleta tirk û wiha pêde çû: “Dewleta tirk hemû cureyên çekan di herêma me de bi kar anî ji sîlahekî biçûk bigre û heya çekên kîmyewî. Mafê me jî heye em li ser axa xwe bijîn. Çima dewleta tirk êrîşî cihên xizmetguzeriyê dike? Ma leşker hene di wir de, na ew êrîşî van deveran dike da herêmê di aliyê jiyanî de jî ne çar bihêlê. Em ne koleyên tu kesî ne û me pişta xwe bi dewletên navneteweyî girê nedaye ji ber ku gelek caran dozên gelan firotina û ji bo berjewendiyên xwe mane. Em ji van dewletan re dibêjin ji axa me derkevin bihêlin em şerê xwe bikin, ger hûn tiştekî ji mere nakin mayine we ne pêwîst e. Ev êrîşên têne kirin ne tenê kurdan, lê belê Ereb, Sûriyan, Ermen, Êzidî û hemû gelên li ser vê xakê jiyan dikin hedef digre. Duh me dît jî bê çawa navendên xirîstiyanan û gundên wan li navçeya Tirbespiyê hedef girt. Ev êrîş zirarê dighîne hemû gelê vê herêmê, dewleta tirk demarê jiyana gel dike hedef. Bila gelê me neyê xapandin û rê nedê komkujiyên dewleta tirk.  Bila em li ser axa xwe bin, di mala xwe de bin û li kolanên xwe bin, baştir e em teslîm bibin ji ber teslîmkarî îxaneta li xwîna şehîdan e.” 

‘Erk û berpirsyariya me ew e ku em axa xwe biparêzin’

Menîca Heyder êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmê şermezar kir û wiha bi dawî kir: “Îro em di rojên serhildan û hebûnê de li dijî êrîşên dewleta tirk li ber xwe didin. Erk û berpirsyariya me ye em axa xwe biparêzin û rextên cengê bavêjin ser milên xwe. Kobanê bûye derd û kul ji bo dewleta tirk de ji bo hêrsa xwe bişkîne û dagirkeriyeke nû li ser axa me pêk bîne çav berdaya dagirkirina Kobanê. Lê bila baş bizanibe weke me DAIşî’yên wî di Kobanê de têk birin em ê wî jî têk bibin. Em ji topên Erdogan natirsin, em xwedî hêz û dîrokeke dewlemend a têkoşînê ne û hêza me gelê me ye. Em bang li hemû kesên di nava civaka xwe de dikin ku xwedî li şervan û şehîdên xwe derkevin, rûmeta me axa me ye. Girêdana bi axê re û têkoşîna li dijî dagirkeriyê gihîştina serkeftinê ye.”