Tara Hisên: Têkoşîna Rêber Ocalan li dijî pergala desthilatdar e

Hevseroka Tevgera Azadiyê Tara Husên der barê 25 saliya komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku “Têkoşîna Rêber Ocalan li dijî pergala desthilatdar e” û da zanîn ewê li dijî Komploya Navnetewî têkoşînê bilind bikin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî - 25 sal in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê ye û bi awayekî derzagonî û plangerî hatiye girtin. Her ku diçe tecrîda girankirî ya li beramberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herku diçe girantir dibe û bi tu awayê rê nadin hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Hevseroka Tevgera Azadiya Kurdistanê Tara Hisên der barê 25 saliya komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kir û got: “Ji bo dawî li têkoşîna gelê Kurd were anîn komploya navneteweyî li hemberî Rêber Ocalan hatiye pêkanîn.”

‘Komploya navneteweyî ji bo tunekirina gelê Kurd bû’

Tara Hisên got: “Dewletên hegemon bi komploya navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hedef girtin û xwestin têkoşîna tevgera azadiya Kurd û jinan ji holê rakin û dengê vê tevgerê qut bikin. Weke hemû tevgerên din ku di dîroka gelê Kurd çêbûne ve tevgerê jî tune bikin. Bi planên cur be cur gelek rêberên Kurdan ji holê rakirin û dawî li tevgerên wan anîn, ji ber wê heta îro tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd û jinên Kurd berdewam dike.”

‘Dewletên sermayedar beşek ji vê komployê ne’

Tara Hisên da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bingeha dîrokî, felsefe û gerdûnî proje li ser pirsgirêka gelê Kurd û jinan ava amade kiriye û wiha got: “Sîstemên heyî rexne kiriye û di encama lêkolînên xwe de projeya çareseriyê bi pêş xistiye. Ji ber wê jî welatên serdest û welatên dagirkerên Kurdistanê fikir û bîrdeoziya Rêber Ocalan ji bo xwe û sîstema xwe weke metirsî dibînin. Fikrên Rêber Ocalan pêngavek bû ji bo hilweşandina sîstema desthilatdar û mêrsalariyê. Ji ber wê ew welatên ku sîstema sermayedar bi rê ve dibin beşek ji vê kamployê ne. Rêber Ocalan ji bo pirsgirêka azadiya jinan ev sîstem bi temamî hilweşandiye. Ji bo vê yekê em dibînin şoreşa jinan belav bûye, di dîroka 10 salên borî de ev jinên têkoşer li hemberî çeteyên herî hov DAIŞ’ê şer kirine.”

‘Ev komplo di kesayeta jinan de berdewam dike’

Tara Hisên diyar kir ku ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha bi taybetî di kesayeta jinan de ev komplo berdewam dike û wiha got: “Şehîdkirina Nagîhan Akarsel yek ji vê plangeriyê ye ku li Başûrê Kurdistanê tê meşandin. Her wiha bi şehîdkirina Sakîne Cansiz û hevalên wê xwestin derbe li şoreşa jinan a ji derveyî welat bidin. Ev jî di kesayata jinên azad de ji me re dibêjin ev komplo berdewam dike û tecrîda li ser Rêber Ocalan girantir dikin. Lê belê di aliyê jinan de bandorek temamî li ser gelê Kurd û azadixwazên cîhanê heye.”

Tara Hisên di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tenê ne dewleta Tirk e ev tecrîda girankirî li ser Rêber Ocalan dimeşîne, hemû dewletên ku bi hev re berejewendiyên wan hene û projeya Rêber Ocalan ji bo xwe weke metirsî dibînin azadnekirina Rêber Ocalan bi awayekî fizîkî paşxistina pêvajoya aştî û çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd e. Ji ber vê yekê  êrîş û dagirkeriya li ser Kurdistanê berdewam dike lê belê her dem êrîşên xwe berdewam dikin.”

‘Jinên Kurd pêşengiya têkoşînê dikin’

Tara Hisên bi bîr xist ku bandora nebûna Rêber Ocalan di nava komên siyasî û civaka Kurd de daye nîşandan ku heta niha jî komkujî berdewam dike. Li kêleka vê yekê ev komploya ku berdewam dike, pûçkirina wê jî berdewam dike. Her çendî êrîşên dewleta dagirker li ser Kurd û jinan azadîxwaz û rojane bikaranîna çekên kîmyewî li hemberî şervanên azadiyê li çiyayên Kurdistanê. Lê belê jinên azad xwedî hêza parastina xwe ne û wiha got: “Jinên Kurd îro pêşengiyê ji bo têkoşîna azadiya Rojhilata Navîn dikin û xwedî partiya xwe ne. Di nava encûmenên xwerêveberiyê de di aliyê dîplomasî û hevserokatiyê de têdikoşin, ev jî serkeftina herî mezin e li hemberî dijminên Kurdan.”

‘Divê jin li ser rêbaza Rêber Ocalan berdewam bikin’

Tara Hisên da zanîn ku dewleta zordest sîstema sermayedar bi rê ve dibe û wiha got: “Rêber Ocalan sira vê desthilatdariyê aşkera kir. Rêxistinên mirovan ji ber vê yekê li hemberî rewşa niha ya Rêber Ocalan bêdeng in. Her kesê ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan nas bike, wê bizane ku her dem ji bo bi hev re jiyana bi aştiyane hewl dide. Weke ku çawe dijmin Rêber Ocalan nas kiriye û zanîn ku ev fikrên li ser sîstema wan metirsî ne. Divê gelê Kurd jî baş bizanibe û xebat û têkoşînê bidomîne. Rêber Ocalan her çendî bi awayek fizîkî ne azad e jî fikrên wî azad in.”