Tara Hisên: Îradeya gel dê dawî li dagirkeriyê bîne

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk li ser îradeya xelkê Silêmanî ji ber sekna gel a serhildêr e û got ku Tirkiye hewl dide bi riya PDK’ê dengê gelê Silêmaniyê bibire û vîna wan bişkîne.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Ev êrîş tenê bi çiya re sînordar namînin êdî di nava bajaran de jî êrîşê kes û deran dikin. Herî dawî dewleta Tirk di 3’ê Nîsanê de geştên balafirgeha Silêmaniyê rawestand û piştre ragihand ku wê heta Hezîranê berdewam bike. Di 7’ê Nîsanê de jî dewleta Tirk bi dironê êrîşî balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê kir.

‘Yên ku êrîşê çiyayan dikin niha daketine nava bajar’

Hevseroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Tara Hisên der barê rawestandina geştên Tirkiyeyê yên li balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê û êrîşa herî dawî li ser balafirgehê nirxandin kir û diyar kir ku rêgiriya li geştên bajarê Silêmaniyê ji ber tunebûna îradeyak bi hêz a hikumeta herêma Kurdistanê ya ku dema wê derbas bûye ye û got: “Desthilatdar û hikumeta Kurdan ji demên berê ve nikaribûye li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk bisekine. Di weşanên xwe de dibêjin êrîşî me nakin êrîşî herêmên parastina Medya, Zap û Metînayê dikin, tenê bi vê jî namînin bûne navenda şer. Di encamê de ji ber tunebûna yekitiya desthilatdariyê rê daye hemû dagirkeriyê. Ev êrîşa ku herî dawî li ser balafirgeha Silêmaniyê çêbû peyameke bû ji bo vê herêmê û xelkê Silêmaniyê,  aliyên siyasî li vê herêmê helwesta wan ya nîştîmanî zêdetir bû. Dewleta Tirk naxwaze li tu cihan destkeftiyeke gelê Kurd hebe yan jî pêşketina hêzên Kurd bibîne. Ji bo wê dema ku yekitiyê di nava du hêzên Kurd de dibîne, bi taybetî di navbera Yekitiya Niştîmana Kurdistan û Rêveberiya xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de, bêguman Tirkiye vê yekê ji bo xwe weke metirsî dibîne, ji ber wê jî vê êrîşa dawî pêk anî.”

‘Tirkiyeyê hewl da gel li hemberî êrişan bêdeng bike’

Tara Hisên di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev helwesta li hemberî bajarê Silêmaniyê, helwesteke siyasî ye. Tirkiyeyê li Behdînan û Hewlêrê hewl da gel li hemberî van êrîşên dagirkeriyê bêdeng bike. Vê jî bi riya PDK’ê dike. Gelê Kurd li ku derê be, êrîşê wê derê dike. Hewl dide gelê Behdînan û Hewlêrê bi riya PDK’ê bêdeng bike. Mînak; çalakvanên Behdînanê ku hinek ji wan hê jî di girtîgehê de ne.”

‘Bi vê êrîşî nikarin îradeya gelê Silêmaniyê bişkînin’

Hevseroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Tara Hisên di dawiya axaftina xwe de got: “Xelkê Silêmaniyê tu deman bê helwest nebûye û her dem rasterast li dijî êrîşan daketiye qadan û gelê vê herêmê dagirkeriyê qebûl nake, xwedî helwesta niştimanî ye. Bi hatina ba hev a hêzên Kurd serkeftin dê pêkan be. Hemû hêzên ku xwe weke hêzên gel dibînin divê piştgiriya hêzên eniya gel û yekitiya neteweyî bikin.”