"Sûcên li dijî jinan tên belgekirin û radestî saziyên navneteweyî tên kirin"
Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên polîtîkayên li dijî jinan li herêmên dagirkirî nirxand û got: “Li dijî jinan polîtîka û sûcên dijmirovî û derexlaqî tên kirin divê ku sazî û tevgerên jinan ên cîhanê bêdeng nemînin.”
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo- Dewleta tirk a dagirker bi dagirkirina axa Sûriyeyê û parçekirina wê, sûcên dijmirovî li dijî şêniyên resen pêk tîne. Bi taybetî polîtîkayên li herêmên dagirkirî rû didin, jin û zarokan hedef digrin. Her çiqas daxuyanî ji aliyê saziyên mafên mirovan û NY’yê ve hatibin dayîn jî pir qels mane û weke nivîsên li ser rûpelê hat hiştin. Li herêmên dagirkirî girtîgehên taybet, bi jinan hatine avakirin û di wir de bi rengekî pir hov îşkence li wan tê kirin. Êrîşên dagirkirinê ên ku Erdogan bi navê Mertalê Firatê di 2016'an li dijî Cerablus, Bab û Ezaz, Şaxên Zeytûnê di 2018'an de li ser Efrîn û di 2019'an de jî bi navê Kaniya Aştiyê li ser Serêkaniyê û Girê Spî dabûn destpêkirin êdî roj bi roj rastiya wê derdikeve holê. Têkildarî vê mijarê jî Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên axivî.
"Girtîgehên taybet ji bo jinan hatine avakirin tecawizî wan dikin û dihêlin ducanî bibin"
Jiyan Hisên got ku li herêmên dagirkirî ji Cerablûs, heya Bab, Ezaz, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê binpêkirinek girseyî tê kirin û wiha domand: "Ger îro em behsa dagirkeriyê bikin divê ku em ji bîr nekin binpêkirinên ku tên kirin girseyî ne û duqatê wê jî dibe para jin û zarokan. Ji ber pêşenga şoreşê û rêvebera civakê ye, her jin bi êrîşan re rû bi rû dimîne û taybetî polîtîkayeke wiha qirêj tê kirin ku mejî jî ranake, ji tecawizkirinê bigre heya revandin û îşkencekirina wê tê kirin. Gihîştiye asta ku girtîgehên taybet ji bo jinan hatine avakirin, îşkenceyeke dermirovî li jinan dikin her wiha bi rê û rêbazên derexalqî nêzî wan dibin. Di heman wextê de wiha bûye ku di hundirê zindanê de tecawizî jinan dikin, ji ber vê yekê ducanî dibin û zarokên di hundirê wan de ji ber wan dibin. Bêguman polîtîkaya li dijî jinan tê meşandin polîtîkayeke sîstematîk, armanca wê ew e ku ew jinên li wir li ber xwe didin vîna wan têk bibe."
"Binpêkirinên li ser jinên herêmên dagirkirî tên meşandin jinên Efganistan, Lîbya, Yemen û Tûnisê jî êşa wê dikşînin"
Jiyan Hisên da zanîn ku polîtîkaya li ser jinên li herêmên dagirkirî dibe mesajeke ji bo tevger û rêxistinên jinan yên derve û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di rêya binpêkirinên li dijî jinan tê kirin, mesacekê ji rêxistin û tevgerên jinan re dişîne ku her gavekê hun ber bi azadiyê ve biavêjin em ê jî êrîşên xwe zêde bikin. Ji ber ya îro şoreşê birêve dibe, sîstema hevserokatiyê daye rûniştandin jin e. Ji lewre peyamên ku tên, armanc rawestandina meşa ber bi azadiyê ye. Lê berovajî wê têkoşîna me ji berê bilindtir e dibe û li hember her bûyerê qirkirinê em bi bertek in ku îro têkoşîna jinan li hundir jî me eleqedar dike. Em bi helwesta xwe di hundirê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê de derdikevin holê. Ji ber ku îro ne tenê li Sûriyeyê, li Efganistan jî jin ji aliyê çeteyên Talîbanê ve rastî şîdetê tên û hişmendiya Talîbanê jî ji ya DAIŞ'ê ne cudatir e. Her wiha li Yemen, Lîbya, Tûnis û Lubnanê jî heman êşê dijîn. Dixwazin her dem jin di nava aloziyan de bê hiştin ku rê nadin wê ku xwe jê rizgar bike û gavan biavêje."
"Li her welatekî bi nav artêş û komeke cuda êrîşan dibin ser jinan"
Jiyan Hisên da payin ku dema dijmin dibîne tevgerên jinan li gelek welatan ber bi hevgirtinekê ve diçin êrîşên xwe zêde dikin û wiha pêl da gotinên xwe: "Dema ku ji gelek welatan tevger û rêxistinên jinan dibin yek, ji tecrubeyên hev sûd digrin û pirsigrêkên welatên xwe bi hev re nîqaş dikin û riyên çareseriyê tên dayin, ji xwe re xeterê dibînin. Ji lewre êrîş bi zanebûn tê kirin û dixwazin hêza jinan qels bikin. Dizanibûn ku ev sedsal wê bibe sedsala jinan, ji ber wê jî polîtîkayên xwe mezintir û berfirehtir kirine û li her welatekî bi nav, artêş û komên cuda êrîşan dibin ser jinan. Da ku em bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin, divê ku em sîstema xwe ya parastinê xurtir bikin."
"Sûcên li ser jinan belge dikin û radestî saziyên navneteweyî tê kirin"
Jiyan Hisên anî ziman ku sûcên li dijî jinan tên kirin belge dikin û wiha pêde çû: "Wekî erkekî me ye ku bûyer û sûcên derheqê jinan de pêk tên tên belgekirin û radestî aliyê pêwindîdar tê kirin. Her wiha ji saziyên ku qaşo dibêjin em mafê jin û zarokan diparêzin re tê şandin. Dibe ku bersiva nameyên me neyê, lê erka ku dikeve ser milên me em pêk tînin, ji ber wê jî di Adara 2022'an de me Konferansek derbarê rewşa jinan li herêmên dagirkirî de lidar xist. Encamnameya konferansê bi 20 xalan bi dawî bû ku em çawa bikaribin hîn bêtir binpêkirinan belge bikin û wê radestî aliyên pêwindîdar bikin, ji saziyên hiqûqî heya navneteweyî û jinan. Me xwest ku komîteyeke dîtina rastiyên li herêmên dagirkirî tê jiyîn were avakirin û derbasî wir bibe û rastiyên heyî belge bike. Heya dawî em ê bi erkê xwe ve rabin û bikaribin wan jin û zarokan ji qirkirina heyî xilas bikin."
"Divê hemû jin dengê xwe bigihîjînin aliyên pêwendîdar"
Jiyan Hisên bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Êdî şerm e ku kesek bibêje ez bûyer, sûc û binpêkirinên li dijî jinên li herêmên dagirkirî dibin nabînim. Ji ber ku di medyaya civakî, sazî û dezgehên çapemeniyê de tê ragihandin. Ji lewre divê ku saziyên dibêjin em mafên jinan diparêzin ji bêdengiya xwe derkevin helwestên xwe nîşan bidin û destekê bidin têkoşîna jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em bang li tevahî tevgerên jin dikin ku li kîjan welatî dibin bila bibin divê ku ew xalên ji bo parastina mafê jinan li ser kaxezê hatiye nivîsandin were bicih anîn. Her wiha divê ku em van jinan ji qirkirinê xilas bikin. Ger em bêdeng bimînin wê qirkirin berfirehtir bibe heman wextê de jî qirkirina li ser jinên siyasetmedar zêde bibin. Divê ku em dengê xwe bigihîjînin hemû saziyên pêwendîdar û vî şerî bidin rawestandin."