Sûad Hesen: Divê gelê me li hemberî êrîşên qirkirinê şiyar be û serî hilde

Rêveberiya Saziya Civaka Sivîl a bajarê Helebê Sûad Hesen êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê nirxand û bang li gelê Başûr û hikûmeta herêmê kir ku li hemberî êrîşên qirkirinê serî hildin û xwedî helwestên cidî bin lewre armanca dewleta tirk ji êrîşan dagirkirina tevahî Kurdistanê ye.

SARA ŞÊX HESEN
Heleb- Ji dîroka 23’ê Nîsanê ve dewleta tirk bi çekên herî giran êrîşî xaka Başûr û çiyayên Kurdistanê dike. şer bi awayekî dijwar û tund li herêma Başûrê Kurdistanê berdewam dike, bi van êrîşan re dewleta tirk peyamê dide ku dê êrîşên xwe yên qirkirinê li dijî gelê Kurd dijwartir bike û bidomîne. Li hemberî van êrîşan rojane çalakiyên nerazîbûnê ji aliyê gel ve tên nîşandan. Têkildarî mijarê Rêveberiya Saziya Civaka Sivîl a bajarê Helebê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûad Hesen ji me re nirxandin kir. 
“Hebûna dewleta tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê dagirkerî ye”
Sûad bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Kurdistanê dide meşandin û hedefgirtina îradeya Kurdan û wiha got: “Ev êrîşên niha li ser axa başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve pêk tên em bi tundî şermezar. Dawleta tirk ji bo mayîndekirina dagirkeriya xwe li ser civaka gelan her dem êrîşên xwe nû dike û bi rêbazên cuda êrîşî hemû deverên Kurdistanê dike. Niha jî êrîşên pir giran li ser çiyayên azad û şervanên Tevgera Azadiyê pêk tên, dixwaze di şexsê şervanên azadiyê de êrîşê xwe li ser hemû Kurdistanê bidomîne. Armanca dewleta tirk tunekirina hebûna Kurdan e, ev mijar jî ne nû ye ji dîrokê ve heya roja îro hewldanên vê qirkirinê dide meşandin. Bi hinceta hebûna şervanên Tevgera Azadiyê dixwaze xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Hebûna dewleta tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê dagirkerî ye, em vê dagirkeriyê qebûl nakin. Me dît li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û niha jî li Başûrê Kurdistanê bi çi rêbazan êrîş tê kirin û çiqas komkujî bi serê gelê Kurd de pêk tên. Beriya çend rojan jî Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Denîz Poyraz di encama êrîşên dewleta tirk li ser avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê hat qetilkirin, ev hemû bûyerên plankirî ne. Dewleta tirk bi van rêbazan dixwaze îradeya gelê azadîxwaz bişkîne.”
“Armanc bi êrîşên li ser axa Başûrê Kurdistanê berfirehkirina dagirkeriyê ye”
Sûad behsa armanca dewleta tirk bi êrîşên ser axa Başûrê kurdistanê kir û her wiha bertekên gelê Kurdistan li hember êrîşan û wiha domand: “Di van demên dewiyê de me gavên pir serkeftî di aliyê bidestxistina hin qezencên dîrokî de, avêtin. Misogeriya serkeftina gelê me, kîna dewleta tirk gurtir kir û berxwedaniya me hemû planên wan vala derxistin. Serkeftinên li Çiyayên Kurdistanê, serkeftina rêxistina me û hevgirtina gelê me li derdora xweseriya demokratîk her wiha têkoşîna gelê me di konên koçberiyê de, ev hemû dewleta tirk wekî metirsiyek li ser xwe dibîne. Dewleta tirk bi riya êrîşan gund û herêman ji şêniyên resen vala dike, xwezayê têk dibe, daristanan dişewitîne û xaka mirovan dagir dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dixwaze projeya Netewa Demokratîk têk bibe. Armanc bi êrîşên li ser axa Başûrê Kurdistanê berfirehkirina dagirkeriyê ye. Helbet bertekên pir bi helwest ji aliyê me ve jî tên nîşandan, ji ber ger mirov xwedî li ax û hebûna xwe dernekeve, wê rûmeta mirovan jî biçe.”
Li dijî êrîşên qirkirinê serhildan
Sûad bang li gelê Kurd kir ku hevgirtin û yekitiya xwe li hemberî dagirkirina Kurdistanê ava bikin û wiha bi dawî kir: “Divê li hemberî siyasetên qirkirin û tunekirina gelê kurd, em yekitiya Kurdan esas bigirin. Bila gelê me şiyar be, dijmin dixwaze şerê birakujiyê di navbera me de derbixe. Bila aliyên Kurdî hemû nakokî û pirsgirêkên xwe deynin aliyekî, azadiya Kurdistanê bikin armanca xwe û ji bo civaka Kurd tevbigerin. Piştre em ê bi riya diyelogan pirsgirêkên xwe çareser bikin. Serkeftina me bi hevgirtin û serhildanê wê mayinde bibe.”