Stêr Qasim: Dê bersiva gel bihêz be

Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye Stêr Qasim der barê êrîşên dewleta tirk yên li ser herêmê dimeşîne û li hemberî êrişan biryardariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re nirxand.

ROJ HOZAN

Qamişlo - Dewleta tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazên qirker êrîşî vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dike. Berî çend rojan dewleta tirk careke din gefên xwe bi dagirkirina herêmê nû kir û bi hovîtiyeke mezin gundewarên Kobanê, Dirbêsiyê û Dêrikê topbaran kir. Di encama van êrîşên hovana de hêjmarek ji gel jiyana xwe jidest dan. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye bi hemû pêkhatiyên xwe rabûne li ser piyan û helwesteke xurt li dijî êrîşên dagirker nişan dan. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye Stêr Qasim nirxandin kir û bi me re parve kir.

‘Dewleta tirk dixwaze berî hilbijratinan dagirkeriyeke nû di herêmê de pêk bîne’

Stêr Qasim helwesta xwe li dijî van êrîşên dawî anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di despêkê de em sersaxiyê ji malbatên şehîdên komkujiya Dêrikê re û şifaya acil ji bo birîndaran dixwazin. Dewleta tirk tu carî gefên wê li ser herêma me ne hatine rawestandin û li gelek bihaneya digeriya da ku careke din herêma me bi operesyonê tehdîd bike taybet piştî senaryoya teqîna Istenbolê. Di encama van tehdîdan de hêjmarek sivîl şehîd û birîndar bûn. Helbet ev yek li pêşiya çavê hemû cîhanê pêk hat, em baş dizanin ku pilana wê berî niha hatibû kirin û dewletên navnetewî ji vê yekê agahdar bû. Dewleta tirk dixwaze berî hilbijratinan dagirkeriyeke nû di Bakur û Rojhilatê Sûriye de pêk bîne, da ku bikaribe dengayan qezenc bike û bi ser bikeve. Hesabên şaş ên dewleta tirk encama siyaseteke faşîst e ji ber di esasê dewletê de tevlîheviyeke mezin heye. Dewleta tirk xwedî roleke girînge di kûrkirina aloziya li Sûriye ji bo wê heya ji destê wî tê berî bi dawîbûna Lozanê parçeyên din ji Sûriye dagir bike. Dewleta tirk ji bo xwe ji kirîza hundirîn derbixe tu rêyên wê ji bilî dagirkeriyê ne mane ji bo wê li ser hesabê gelê aram komkujyan pêk tîne. Dewleta tirk bi êrîşên li ser herêmê birînên binkeftina xwe derman dike.”

‘Xeteriya dewleta tirk li ser Rojhilata Navîn bi giştî heye’

Stêr Qasim destnîşan kir ku xeteriya dewleta tirk li ser Rojhilata Navîn bi giştî heye û wiha pê de çû: “Dewleta tirk heya ji bo dewleta xwe jî tu tiştekî baş nekiriye ji bo wê em dibînin gelek partiyên mûxalif û gelê Tirkiyê bi xwe jî nema dixwazin Erdogan li ser hikûm bimîne.  Bûyerên li ser vê xakê diqewimin encamên neyînî ji bo ewlehiya vê civakê bi xwe re tîne. Dewleta tirk xeteriya wê li ser Rojhilata Navîn tevahî heye û bûye mîna kabûsekî di herêmê de.  Dewleta tirk li ser xwînmijandina gelan xwe avakiriye û mînaka wê jî gelek komkujî berê li dijî Gelê Ermen û Sûriyanan, Ereb û Elewiya de pêk aniye. Yanî bi rengekî giştî tu netew, pêkhate û civak hebûna dewleta tirk li ser vê axê qebûl nakin. Wê bersivdayina gelê me jî ji van komkujiyên dewleta tirk re hebe û xurt be. Em li ser axa xwe ne û parastina axa xwe dikin mafê dewleta tirk tune ye bê êrîşan li ser me bide meşandin.”

‘Bila jin bi israreke xurt li dijî kiryarên dagirkeriyê bisekinin’

Stêr Qasim banga xurtkirina helwesta jinan li dijî kiryarên dagirkeriyê kir û wiha dawî li gotina xwe anî: “Sîstem û rêjîmên nîjatperest her tim jinan dike armanca xwe û mînaka wê jî îro li Kurdistanê diyar e. Kiryarên dewleta tirk êdî nema di asteke biçûk de sînordar in, lê belê êdî hemû civak,netew û mezheban hedef digre. Bi vê armancê em bang li hemû jinan dikin ku bi israreke xurt li dijî kiryarên dewleta tirk bisekine û têkoşîna xwe bidomînin.”