Siyasetmedaran bêdengiya hikûmeta Iraqê şermezar kirin

Piştî ku rojnameger Nesrîn Husên di dema şopandina xwepêşandanên beriya çend rojan de ku li Şengalê rûdabûn de birîndar bûn, gelek siyasetmedaran helwestên xwe ji bêdengiya hikûmeta Iraqê li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê nîşan dan û hedefgirtina rojnameger û xebatkarên medyayê şermezar kirin.

XOFRAN AL-RADÎ
Bexda- Li şengalê gelê Êzidî gelek caran rastî êrîşan hatiye. Dewleta tirk li dijî navçeyê di 7'ê Kanûnê de dest bi operasyonê kir û piştre jî di 11'ê Kanûnê de Meclisa Gel a Xanesorê ya Şengalê hat bombebarankirin. 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser herêma Şengalê û xemsarî û bêdengiya  hikûmeta Iraqê li hemberî êrîşên dewleta tirk xwepêşandan li herêmê rûdan û ber bi şer û pevçûnê ve çûn. Di encamê de rojnamevana bi navê Nisrîn Husên û ciwanekî din bi navê Erdal birîndar bûn her wiha di nava yekîneyên parastina Şengalê de jî birîndar çêbûn. 
"Erdogan li Iraqê xetên sor derbas kirin"
Her wiha li ser bûyerên ku herî dawî li Şengalê rûdabûn çalakvana siyasî Macida El-Ardawî ji ajansa me re piştrast kir ku xewn û xeyalên Erdogan ên ji bo kontrolkirina Nînovayê gihîştine asta herî bilind û wiha got: "Erdogan xetên sor li Iraqê derbas kirine û niha di xewn û xeyalên berfirehbûna kolonyalîzmê de dijî û hewl dide qonaxa veguhestina siyasî û cudahiya bîr û baweriyên di navbera partiyan de bixîne.
Macida El-Ardawî wiha domand: "Mixabin, Fikûmeta Federal a Herêma Kurdistanê li hemberî hebûna hêzên dijmin ku hewl didin ewlehiya sivîlan li Şengalê têk bibin bêdeng e."
Der barê hedefgirtina rojnamevan Nisrîn Husên de jî got: "Hedefgirtina rojnamegerên jin xemeke mezin e. Em naxwazin aramî û ewlekariya ku herêmê çêbûye zirarê bibîne.
Di çarçoveya mafên rewa yên derbirînê de, tu hincet ji bo gulebarankirin û hedefgirtina rojnameyeke ku bûyerê radigihîne, nîn e.
Berdevkê Bloka Siyasî ya El-Nehc Muhannad Al-Otaibi xemgîniya xwe ya li hemberî helwesta bêdeng a hikûmetê ya ji bo êrîşên Tirkiyeyê anî ziman û got: "Ez xemgîn im ku îradeya hikûmetê li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li ser ax, serwerî û gelê Iraqê hîn lawaz e.”
"Divê ku hikûmeta Iraqê jiyana welatiyên Iraqê bipêrazê"
Her wiha teqez kir ku parastina can û aştiya welatiyan erka hikûmetê ye û divê hikûmeta Iraqê jî bi heman awayî bersivê bide û bombebarana Tirkiyeyê li ser axa Iraqê rawestîne. Di heman demê de wî bal kişand ser girîngiya berpirsyariya navdewletî û got ku Tirkiyeyê bi êrîşên xwe yên dubare li ser xaka Iraqê qanûnên navdewletî binpê kiriye.
Muhannad Al-Otaibî li ser rola dîplomasiya Iraqê li ser rûbirûbûna mijarên girîng ên serwerî û ewlehiya welat jî got ku eger rewş her wekî berê bimîne dê Iraq êsîrê Tirkiyeyê bimîne.
Der barê birîndarbûna rojnameger Nisrîn Husên ku dema xwepêşandanên bombebarana Tirkiyeyê dişopand de birîndar bû, rojnamevan Amna Abdel Nabi got ku ew bi tundî şermezar dikin û wiha got: "Em hedefgirtina rojnameger û xebatkarên çapemeniyê bi taybetî jinan, şermezar dikin, bi zanîn di dema pevçûnan de rojnamegeran hedef digrin.
"Armanc dagirkirin e"
Siyasetmedar Muhammad El-Shabki jî got: "Armancên tirkan ên li Mûsilê bi piştgiriya çeteyên DAIŞ'ê, di demeke ku Iraq û welatên herêmê bi metirsiya van çeteyan re rû bi rû ne bi awayekî eşkere xuya bûye.”
Her wiha bal kişand ku pêwîst e aramî vegere Şingalê, bi riya hevkarîkirina xelkê bi hêzên ewlehiyê re, ji bo rêgirtina li her şerekî ku aştiyê têk dibe û hêzên Tirkiyeyê sûdê ji rewşê digrin.
Siyasetmedar Muhammad El-Shabki diyar kir ku daxwazên Erdogan qonaxeke dîrokî digre, ji ber ku ew Mûsilê weke girêdana bi Osmaniyan re dibîne û di rewşeke xeyalî de dijî ku bi xewna vegerandina împaratoriya wan a kolonyal tê temsîlkirin.