Serokwezîra Tûnisê ya nû Najla Bouden Romdhane ye

Najla Bouden Romdhane dûh ji aliyê serokomarê Tûnisê Kais Saied ve weke serokwezîr hat peyîwirdar kirin.

Tûnis- Prosefesora Jeofizîkê Najla Bouden Romdhane duh weke serokwezîra Tunisê hat destnîşankirin. Najla Bouden Romdhane hem li Tûnisê hem jî di tevahî welatên Ereban de bû yekem serokwerzîra jin. Serokomarê Tûnisê Kais Said ji bo avakirina hikumeta nû pêdivî bi guherînên bingehîn dît û di wê çarçovê de peyîwira serokwezîriyê da profesora jeofizîkê Najla Bouden Romdhane. 
Najla Bouden Ramdhane di sala 1958’an de li bajarê Kairouan ê Tûnisê hatiye dinê. Najla Ramdhane, ku li paytextê dibistana Endezyariyê ya Tûnisê mamosteya erdnasiyê ye, li Wezareta Perwerdehiya Bilind ku di tevahiya kariyera xwe de erk girt, herî dawî li ser pêkanîna bernameyan di Banka Cîhanî de dixebitî.