‘Serkeftina jinên bakurê Kurdistanê dê ji bo têkoşînê bibe qonaxeke nû’

Hevseroka Kantona Qamişloyê Yisra Derwîş, ji bo pişgiriya jinên Rojavayê Kurdistanê ji hilbijêrên jin ên Partiya Çepên Kesk re got: “Weke jinên Rojavayê Kurdistanê em piştgiriyê didin jinên Bakurê Kurdistanê.”

ROJ HOZAN

Qamişlo - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 14’ê Gulanê de hilbijartinên parlamenterî û serokomariyê hene. Ger jin di van hilbijartinan de bi ser bikevin dê ji bo dîroka destkeftiyên jinan bibe merheleyek nû.  Li Rojavayê Kurdistanê jî jin bi meraqeke mezin li benda hilbijartinan in û pişgiriya xwe ya teqez ji bo jinên Bakurê Kurdistanê mayinde dikin. Têkildarî mijarê Hevseroka Kantona Qamişloyê Yisra Derwîş piştgiriya jinên Rojavayê Kurdistanê ji bo hilbijêrên jin ên Partiya Çepên Kesk li Bakurê Kurdistanê anî ziman.

‘Yekbûna xebatên ji bo têkoşîna jinan riya azadî û serkeftinê ye’

Yisra Dewîş bandora jinan a bi xebatên bi hev re û yekrêziya têkoşîna wan ji bo azadiya mayinde nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em di sedsala 21’emîn de dijîn ku em weke sedsala jinan pênase dikin. Jinan di vê sedsalê de roleke girîng di guhertina qedera bi hezara jinan ber bi azadî, xwedan nasname û hebûnê de, lîstin. Piştî ewqas salên zordarî û bindestiyê jinan heya radeyekê mafên xwe di gelek qadan de qezenc kir û mînaka wê jî rêxistinbûyîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Mijara herî xweş di nav hemû tevliheviyên sîsteman de bandorbûna jinan bi hev û yekrêziya xebatên wan ên têkoşîna ji bo azadiya mayinde ye. Helbet serkeftinên jinan bandorê wê li hemû jinan bike û dibe qezenc ji bo destkeftiyên me. Îro beşdarbûna jinên Bakurê Kurdistanê ji hilbijartinan re vê yekê dide nîşandan ku jin li ku derê bin hev hîs dikin û pêwîst e piştgiriyê bidin hev da ku bi xwe bibin bersiv ji pirsgirêkên jinan re.”      

‘Li Bakurê Kurdistanê jin dibin dengê demokrasî û wekheviyê’

Yisra Derwîş bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û beşdarbûna hilbijêrên jin anî ziman û wiha domand: “Li Bakurê Kurdistanê hilbijartin wê bên lidarxistin her wiha hilbijêrên jin ên Partiya Çepên Kesk li Bakurê Kurdistanê bi vîneke xurt xwe hilbijartine. Beşdarbûna jinan ji hilbijartinan re cihê kêfxweşiyê ye û em weke jinên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe ji wan re mayinde dikin. Îro li Bakurê Kurdistanê jin dibin dengê demokrasî û wekheviyê. Her wiha têkoşîneke mezin didin meşandin heya gihîştine vê astê, ji ber ku heya niha dewletê pêşengên vê civakê di girtîgehên xwe de hiştine û wan ji hemû mafan bêpar kiriye. Îro tenê beşdarbûna jin a van hilbijartinan bi serê xwe serkeftinek e û em di wê hêviyê de ne ku dê parlamenterên jin bi ser bikevin.”

‘Divê hemû jin dengê xwe bidin jinên Bakurê Kurdistanê’

Yisra Derwîş xitimandinên ku di civaka Tirkiyeyê de ji ber hişmendiya pergalê derketine şîrove kir û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê sîstema mêrperest a dewletê civakê aniye xala xetimandinê û  civak bi pirsgirêkan re rû bû hiştine bi taybetî jin. Em dixwazin bi ked û xebata jinan guhertineke bingehîn ji van pirsgirêkan re bê kirin ji bo wê girîng e îro hemû jin dengê xwe bidin jinan û piştgiriyê bidin. Bangewaziya me destpêkê ji jinên Sûriyeyê re yên ku koçberî Tirkiyeyê bûne heye ku dengê xwe bide hilbijêrên jin û nedin Erdogan ji ber Erdogan sedema pirsgirêka Sûriyeyê û bûye sedem ku jinên Sûriyeyî ji ber şer êş û azaran bikşînin koçber bibin. Di dawiyê de ez dibêjim em bi hemû hestên xwe yên manewî piştgiriya jinên hilbijêr ên Partiya Çepên Kesk a Bakurê Kurdistanê dikin.”