Serdanên "Ji Xizaniya Jinê re Na" li Serhedê bi dawî bû

Serdanên Serhedê yên kampanyaya "Ji Xizaniya Jinê re Na" ya Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi dawî bû. Jin îro li ser erdê firingiyan ê Tetwanê bi jinên kedkar re hatin gel hev.

 
Bedlîs - Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" çû serdana kedkarên jin ên li ser erdan dixebitin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, Parlamentera Stenbolê Oya Ersoy, ji Meclîsa Jinê ya HDP'ê Mukaddes Erdogdu, ji Koordînasyona Jinê Feray Mertoglu, Tulay Koçak û Hazal Karabey, ji meclîsa partiyê Hatice Akdag û ji Tevgera Jinên Azad (TJA)  Hacer Karaoglan di nava heyetê de cihê xwe digirin. 
Heyetê bi jinên li Quntarê Girê Girfeqiyê li ser erdên firingiyan dixebitin sohbet kir. Jinên ji saet 05.00'an heta 18.00'an dixebitin diyar kirin ku ew tenê di dema xwarinê de navberê didin xebata xwe. Jinên rojê tenê 80 TL'yî digirin wiha dibêjin:"Bi pereye em ji vir digirin carinan tenê em dikarin dohn ji bo mutbexa xwe bigirin. Li hinek malan 9 li hinek malan 11 kes dimînin. Tenê hatina me pereyê ji ser erd e. Sîgortaya me jî nayê razandin. Em tenê dixwazin debara xwe bikin. Wekî din daxwaza me tune ye. Piştî em li ser erd dixebitin em tên li malê jî xizmetê dikin. Dema em bêhna xwe vedin tune ye." 
Xwendekareke lîseyê ya li ser erd dixebite wiha got:"Ez xwendekara lîseyê me. Ji ber ez têm ser erd ez nikarim bixebitim. Ez tenê dixwazim bixebitim û bibim xwediyê pîşeyekî. Dema me hemû li vir derbas dibe. Em nikarin berdêla keda xwe bigirin. Lê em mecbûr in vî karî bikin."
Jina diyar kir firîngiyên ji ser erd bi 50 quruşî tên girtin li bazar û marketê bi 6-7 TL'yî tên firotin wiha got:"Li malê baxçe heye em li wir jî dixebitin. Zarokên min hene lê yek beşdarî dersê dibe lê yê din nikare. Ji ber tablet tune ye. Sîgorta tune ye ewlehî tune ye. Carinan ji hefteyê carekê carinan ji mehê carekê carinan jî heta firîngî dernekevin pereyê me nadin. 5 zarokên min hene hemû xwendekarên lê nikarin perwerdeyê bigirin. Pereyê em digirin têrê nake. Hevjînê min naxebite. Em ewqas saet dixebitin û 80 TL'yî digirin. Em nikarin bi vî pereyî tiştekî bigirin. 
Heyeta Meclîsa Jinê piştî li pirsgirêkên jinan ên li ser erdan dixebitin guhdar kirin bi jinan re stran got û govend gerand. 
Heyetê serdanên xwe yên li Serhedê bi dawî kir û ew ê di rojên pêş de hevdîtinên di çarçoveya kampanyayê de bidomîne.