Sekna Tirkiyeyê ya mûjîlkirinê gefê li hevsengiya stratejîk a aştiyê dixwe

Hiqûqnas û siyasetmedaran hişyarî kirin ku bandorên nêzikatiya Tirkiyeyê li Sûriyeyê jî teyîsiye û diyar kirin ku ‘mafê hêviyê’ ji bo Abdullah Ocalan di aliyê pêkanîna aştiyê de gaveke bingehîn e.

SÎLVA EL ÎBRAHÎM

Navenda Nûçeyan – Di raya giştî ya Kurd û derdorên mafên mirovan de, rexneyên li ser siyaseta Tirkiyeyê ya der barê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin zêde dibin. Tê gotin ku neavêtina gavên qanûnî û pratîkî yên Tirkiyeyê li cihê aştiya mayînde tê wateya ferzkirina ‘teslîmbûna siyasî.’ Hat diyarkirin ku helwesta ne jidil a Enqereyê hewldanên aramkirina herêmê lawaz dike, nasname û çanda Kurdî hedef digre.

Hiqûqnas û siyasetmedaran hişyarî dan ku bandorên nêzikatiya dûrxistina Tirkiyeyê, li Sûriyeyê jî teyîsî û diyar kirin ku redkirina pêvajoya zagonî ji aliyê Enqereyê ve nasname û çanda Kurdî hedef digre. Di daxuyaniyan de tekez kirin ku ‘mafê hêviyê’ ji bo Abdullah Ocalan di aliyê pêkanîna aştiyê de gaveke bingehîn e û bang li civaka navneteweyî kirin ku li ser vê mijarê zextê li Tirkiyeyê bikin.

Felsefeya Abdullah Ocalan û têgihîştina Tirkiyeyê ya ‘demokrasiya şeklî’

Yek ji jinên ku di salên 1990’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û asta civakî ya hewldanên aştiyê nirxand Wahîde Seyîd Ehmed, bal kişand ser bandora fikrê Abdullah Ocalan li ser jinan û wiha got: “Bi salan jin di bin siya desthilatdariya bav û birayên xwe de jiyan. Ocalan li dijî vê zihniyetê derket û asoyên azadiya jinan berfireh kir. Jinan jî hewl dan civakên xwe li gorî felsefeya wî ber bi azadiyê ve bibin.”

Wahîde Seyîd Ehmed diyar kir ku banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hem ji bo gelê Kurd, hem jî ji bo gelên din ên ku bi hev re dijîn pir girîng e û got ku heta niha Tirkiyeyê der barê vê pêvajoyê de tu gavên qanûnî neavêtiye û ev tişt got: “Wekî gelê Kurd, em dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk, diyalog û rêbazên aştiyane were çareserkirin. Em dixwazin êdî kes neyê kuştin, ji ber ku me gelek windahî dane. Ev bang ji bo azadî û mafê hemû gelan di aliyê avakirina civakeke demokratîk de gaveke erênî ye.”

Wahîde Seyîd Ehmed, pêkneanîna Tirkiyeyê di pêşketina pêvajoya aştiyê de bi nêzîkatiya wê ya nirxên demokratîk ve gire dide û got: “Tirkiye ji ber rêveberiya xwe ya heyî nikare gavên wêrek bavêje. Her çendî ew xwe wekî demokrasiyê nîşan dide jî di pratîkê de em tam berevajî vê yekê dibînin. Ger bi rastî pabendî pêvajoya aştiyê bûya dê gavên pêwîst ên qanûnî bavêta.”

Her wiha destnîşan kir ku yek ji sedemên dudiliya Tirkiyeyê li ser vê pêvajoyê ew e ku ditirsin binpêkirinên dîrokî yên li dijî Kurdan û gelên din werin rojevê.

‘Aştiya teslîmbûnê’ û hevsengiyên navneteweyî

Parêzer Selwa Osman diyar kir ku Tirkiye ne di aliyê hiqûqî de, bi nêzîkatiya siyasî nêzî pêvajoya aştiyê dibe û got: “Tirkiye naxwaze di bersiva gavên dîrokî yên ku ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatine avêtin de tu însiyatîfê bigre û vê yekê wekî serkeftinek ji bo xwe pêşkêş dike. Ev rewş nîşan dide ku Enqere ji aştiya ku mafên destûrî yên Kurdan nas bike zêdetir, aştiya li ser bingeha teslîmbûnê dixwaze.”

‘Pêvajoya aştiyê bi tawîzên yekalî bi ser nakeve’

Selwa Osman diyar kir ku neavêtina gavên qanûnî ji aliyê Tirkiyeyê ve şansa serkeftina pêvajoyê lawaz kiriye û got: “Pêvajoya aştiyê bi tawîzên yekalî nikare bi ser bikeve.”

Selwa Osman da zanîn ku Abdullah Ocalan, tevî ku di girtîgehê de ye jî hê teşe dide pêvajoyê lê Tirkiye tevî salek di ser bangê re derbas bûye jî tu gavên berbiçav neavêtiye.

‘Divê Abdullah Ocalan di çarçoveya qanûnên mafên mirovan de ji mafê hêviyê sûdê bigre’

Selwa Osman anî ziman ku nedayîna ‘mafê hêviyê’ ji bo Abdullah Ocalan lawaziya helwesta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser vê mijarê nîşan dide, diyar kir ku dema ji bo Hezîranê hatibû destnîşankirin ji hêla hevsengiyên herêmî ve girîng e, serkeftin an têkçûna pêvajoyê bi van hevsengiyan ve girêdayî ye û got: “Divê Abdullah Ocalan di çarçoveya qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî de ji mafê hêviyê sûdê bigre û divê komîsyona çavdêriyê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye damezirandin, civîneke çapemeniyê li dar bixe da ku qonaxa pêvajoyê rave bike, sedemên derengketinê bi raya giştî re parve bike û piştrast bike ku mafê hêviyê tê bicîhanîn.”

Selwa Osman hişyarî da ku ger Tirkiye sekna xwe ya mijûlkirinê bidomîne, dibe ku pêvajo têk biçe û got ku ev yek dê bandorê li çar perçeyên Kurdistanê bike.

Hegemonyaya çandî û bandorên wê yên li ser Kurdên Sûriyeyê

Koordînatorê Kongra Star li Kobanî Peyman Aloş jî rexne li nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û îfade kir ku polîtîkayên Enqereyê li ser bingeha têgihîştina ‘yek reng, yek al, yek netewe, yek ziman û yek çand’ hatiye damezrandin.

Peyman Aloş diyar kir ku kiryarên Tirkiyeyê û gavên derengmayî yên li hemberî partiyên din ên siyasî nîşaneyên eşkere yên vê nêzîkatiyê ne û her çend ji banga aştiyê zêdetirî salek derbas bûye jî Enqereyê tu gavên qanûnî yên berbiçav neavêtine û got: “Berevajî vê, tevgera azadiya Kurd hewldanên dîrokî yên wekî fesihkirina rêxistina PKK’ê û danîna çekan kiriye û tekez kir ku serdemeke rastîn a aştî û demokrasiyê bi gavên yekalî nayê avakirin. Polîtîkayên Tirkiyeyê ne tenê bandoreke neyînî li ser pirsgirêka Kurd a di nava sînorên wê de, di heman demê de li ser pirsgirêka Kurd a li Sûriyeyê jî dike. Bandora Enqereyê bi taybetî di pirsgirêkên ku di pêvajoyên entegrasyonê yên der barê mafên jinan û mafên ziman û çandî de têne jiyîn de bi bandor e.”

Peyman Aloş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser peyama dawî ya Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê Tirkiye bêyî derengmayînê erkên xwe yên qanûnî bi cih bîne.

Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li aliyekê di navbera gavên dîrokî û yekalî yên ji aliyê Kurd ve hatine avêtin, li aliyê din jî di nava nêzîkatiya Tirkiyeyê ya reva ji rêziknameyên qanûnî û destûrî de asê maye. Tê payîn ku hevsengiyên herêmî yên di mehên pêş de derkevin holê, pêşeroja pêvajoya aştiyê û pêşketinên der barê mafên rewa yên gelên herêmê de diyar bikin.