Rûken Ehmed: Erdhej karesata netew dewletan nîşan da

Hevseroka Tev-Dem’ê Rûken Ehmed der barê karesata erdhejê ya li Bakurê Kurdistan, Sûriyê û Tirkiyê pêk hatiye destnîşan kir ku sedemê giranbûna encamên vê karesatê çavkaniya xwe ji siyaset û polîtîkayên netew-dewletan digre.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo – Di 6’ê Sibatê de li navend Bazarcix a Mereşê erdhejek rû da û gelek bajarên li Bakurê Kurdistan, Tirkiyê, Bakur û Rojhilatê Sûriye û Sûriyê bû sedema hilweşînên mezin. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Rûken Ehmed der barê erdheja ku li navend Bazarcix a Gurgumê pêk hat axivî û bal kişand ku sedemê giranbûna bîlançoya erdhejê encama siyaset û polîtîkayên dewleta Tirk e.

Rûken Ehmed destnîşan kir ku piştî roja yekemîn a edrhejê jî êrişên dewleta Tirk ên li ser heremê dom kirine, ji bo kewandina birînên karesatê jî banga yekîtiya netewî kir.

Rûken Ehmed sersaxî ji malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana  xwe ji dest dane xwest û ji birîndaran re şîfayê xwest. Rûken Ehmed wiha got: “Ev meh ji bo gelê Kurd û tevahî gelê Rojhilatê Sûriyê mehek bi êşe ku ev erdhej jî ji bo gelê me bû êşek pir mezin. Ya herî bi êş jî ew bû ku demsal zivistan bû û piştî erdhejê midaxeleye dewleta tirk cihê bûyerê pir dereng pêk hat ku hin cih hene heta niha jî midaxele nekirine. Ya herî ber bi çav ew bû ku gel bê ku dewlet hebe xwedî li hev derketin û ev yek cihê rêzê bû. Ruxmê gel nedikarî tiştekî bikin, lê bi destê xwe kawilan dikolandin û keviran radikirin û ji bo ku bibin dengê kesên ku di bin kawilê de mane xilas bikin. Divê erdhejê de jî me dît ku gel çiqas li hember dewleta tirk bêhêvî bûne. Dema bûyerên wiha diqewime, gel bêhesab, bê ku bêje ev kurd, ereb û tirk e hevgirtinek ava dike, ev yek jî di erdheja ku de pêk hatiye xuyanî kir û hebûna netew dewlet bêwate kirin. Peyama civak ji niha ve diyar e ku gel xwe benda dewlet, desthilatdar û berjwendiyên wan nahêle.”

‘Erdhej karesata netew dewletan nîşan da’

Rûken Ehmed bal bikaşd polîtîkayên şer ên netew dewletan ku rê li karesatên min vedike û wiha got, “Sed sal e jiyan bi şer derbas dibe û heta niha jî şer dewam dike û bi van şeran bingeha xweza hejiya. Neticeya ku îro bi erdhejê re derket holê, bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane û her ku diçe hêjmar zêde dibe. Ji bo ku dewlet tenê berjewendiyên xwe biparêzin bin erdê civakê hejandin. Erdhej li Bakurê Kurdistan û Sûriyê çêbû ku kes hawarê gelê Idlib, Efrîn û Helebê jî neçû, çima biçin? Têrê xwe dizî kirin, talan kirin, demografî guhertin û hemû berjewendiyên xwe pêk anîn, dema ku gel di bin kawilan de ma kesek neçû hawara wan. Ev erdhej keraseta netew-dewletê yên ku tenê berjewendiyên xwe esas digire nîşanî herkesî kir. Dewlet sebebên şer e û bêxemiya desthilatdariye. Piştî erdhejê derket holê ku yên ku alîkariya civakê dike civak bi xwe ye û dewlet alîkariya gel nake. Dewlet dizane ger hebûna civakê hebe, hebûna wê nîne, bi tunebûna civakê re hebûna xwe dibîne.”

‘Siyaseta dewletê mirovan bi mirinê re rû bi rû dihêle’

Rûken Ehmed bal lê kişand ku ruxmê çend roj li ser erdhejê derbas bû tu alîkariya dewleê ji bo gel çênebûye, rûxmê vê jî alikariyên gel ên ji bo Bakurê Kurdistanê hatine astengkirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Heta niha jî alavên ku kawilan rabike û ekîbên ku bikaribe kawilan rabike rênekirine cihê bûyeran. Siyaseta ku tê kirin tunekirina civakê ye, çiqas tunekirina civakê bikin ewqas siyaseta wan bi ser dikeve. Nijadperestiyek li ser gel tê meşandin û ferq û cudahî dixin di nav civakê de. Li Bakurê Kurdistanê jî xuya dibe ku cihê ku dixwazin bi hezaran amûr û ekîp şandine, lê cihê ku nexwestine tu tişt û alîkarî rênekirine. Ev siyaset civakê ji mirinê re rû bi rû dihêlîn e. Gotinek heye û dibêjin ‘Dikûje û pêre dimeşê’ îro dewleta tirk vê gotinê pêk tîne. Ev erdhej wijdana mirovahiyê kir tevgerê ku îro bi hezaran mirov din bin kawilan de benda xilasiyê ye, lê amûr û ekîb nehatin şandin, ev yek jî encama siyaseta dewleta tirk a ku civakê terkê mirinê dike ye.

‘Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser heremê nedaye rawestandin’

Rûken Ehmed a got ku di nav 10 salan de li heremê gelek şer qewimî ne, anî ziman ku dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser heremê nedaye rawestandin û wiha got, “Bakur û Rojhilatê Sûriyê herdem di nava şer û amadekariya şer de bû. Tehdît û siyaseta dewleta tirk nehişt ku ev gel bi aramî bijî. Herî dawî dewleta tirk di 19’ê Mijdarê de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û binesaziya herêmê bingeh girt da ku civakê bê aborî û di nava alozî de bihêlîne. Civak li hember hemû êrîşan dikeve asta xwe parastinê, loma gel ev 11 sal in zehmetiyên mezin dijî. Êrîş û herî dawî jî ev erdhej neticeya heyî raber dike. Civak çiqas di nava aloziyê de be, desthilatdar ewqas xwe dide meşandin. Em nikarin bêjin ku bi erdhejê re ev felaket hatiye serê vê civakê.”

‘Di vê rewşê de jî dewleta Tirk êrişî heremê dike’

Ruken Ehmed got ku rojek piştî erdhejê jî dewleta Tirk bi topan êrişî Til Rifetê kiriye û wiha got: “Bûyerek bi êşe ku gelê Helebê ji ber erdhejê berê xwe dabûn Til Rifat û Şehbayê, lê dewleta tirk piştî erdhejê rojekî, bi topan êrîşî Til Rifat kir. Li ser tunekirina jiyana gelan Erdogan xwe dide jiyankirin. Ji bo ku tenê di hilbijartinê de encam bigire, çi ji dest tê dike. îro siyasetek qirkirinê li ser gelê me tê meşandin û gelê me jî di wê ferqê de ne. Ruxmê hemû êrîş û aloziyan jî gel ji bo komploya navneteweyî û tecrîda girankirî xwe amade kirin û çalakiyên xwe li dar xistin. Rihê ku di nava civakê de hatiye avakirin, nahêle dewleta tirk encam bigire.”

‘Hemu butce ji bo şer xerckirin’

Rûken Ehmed bal kişand siyaseta hikumeta AKP-MHP’ê ya ku hemu butceyên ji bo erdhejê daye şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pêl da axaftina xwe: “Siyaseta AKP-MHP gelê Tirkiyê jî xist zehmetiyek mezin û aboriya civakê ji bo şeran xeriçkirin. Ev 8 mehên dawiyê dewleta tirk bûtçeya civakê di şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başurê Kurdistanê de xerç kir. Cihê ku bûtçeya gel ji bo şer xerçbikira û çekên xetertir bikiriya, wan bûtçeyan bixista xizmeta gel û tedbîrên binerda civakê bigirtana, encama erdhejê wiha nedibû. Siyaseta dewleta tirk ji bo hebûna civakê tuneye, loma siyaseta ku AKP-MHP dimeşîne siyaseta qirkirina civak û çandê ye. Ji bo wan ne giringe ku civak di bin kawilan de bimîne, civak rastî mirinê werê, ji bo wan a girîng desthilatdariya wan e.”

Banga seferberî û yekîtiya netewî

Bi gotinaYekitiya neteweyî ji bo me divê demê de pir girîng e, divê em xwedî li hev derkevin û yekitiya gelan ava bikin.” Rûken Ehmed îşaret bi girîngiya yekîtiya netewî kir û wiha pêl da gotinên xwe: “Em di sala 2023’an de ji bo ku em bikaribin di warî siyasî, rêxistinî û ewlekariyê de qezenç bikin û Rêber Apo di aliyê fizîkî azad bikin û desthilatdariya heyî hilweşînin. Îro serhildanek li Îranê jî heye ku pêşengtiya wê jin dikin, Îran di bin ezmeyekê pir mezin de ye. Li Bakurê Kurdistanê de siyasetek mezin li ser civakê tê meşandin ku gelê tirk, kurd, ereb, fars û hemû pêkhate dibin qurbaniya desthilatdariyê. Ger gel xwe bi rêxistin bike, nabin qurbaniya desthilatdaran. Fikir û felsefeya Rêber Apo ya netewa demokratîk îro ji bo hemû gelan çavkaniya îlhamê ye, ji bo ku em vê çavkaniya îlhamê bikaribin rast fêm bikin, benda desthilatdariya heyî nemînin. Hêza gel têrê dike ku em bikaribin yekitiya neteweyî ava bikin, ji bo ku pêk werê em bang li gel û bi taybet jinan dikin. Ji ber divê erdhejê de zirarê herî zêde dît jin bû, yên ku dawiya desthilatdarî jî bîne jin e û tecrîda girankirî bişkîne hêz û baweriya jin e.”