Rûken Ehmed: Êrîşa 19’ê Midarê hedef girtina şoreşa jin e

Hevseroka Tev-Dem’ê Rûken Ehmed êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand û got: “Têkbirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo tevahî cîhanê xetere ye, loma parastina vê şoreşê ji herkesî tê xwestin.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo - Dewleta Tirk di her gavê de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikir û herî dawî da ku bi hincetekî dest bi hovitiyekî mezin bike, senaryoya Stenbolê pêk anî ku hemû cîhan destnîşan kirin ku ev senaryo bi destê dewleta Tirk bi xwe pêk hatiye. Dewleta tirk bi hinceta senaryoya ku li Stenbolê pêk hatiye di 19’ê Mijdarê de êrîşek berfireh ya hewayî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê da destpêkirin. Li gor bilançoya herî dawî ku derketibû ji 20 zêdetir kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene. Di van êrîşan de windahiyên Hikûmeta Şamê jî heye ku heta niha li dijî vê yekê hikûmeta Şamê bêdengiya xwe wek hêzên navdewletî diparêzin û hember hemû êrîşan bertekek mezin ji aliyê hêzên navdewletî ve pêk nehatiye. Her wiha di encama van êrîşan de binesaziya herêmê tên hedefgirtin. Li dijî van êrîşan Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Rûken Ehmed bi riya gotibêjekî bersiva pirsên ajansa me da.

Armanca bingehîn a êrîşên dewleta tirk ku şeva 19’ê Mijdarê da destpêkirin çiye û girêdana wê bi teqîna Stenbûlê re çiye?

Di serî de kesên ku di êrîşên dewleta tirk ên ku di 19’ê Mijdarê de şehîd ketine sersaxî û kesên birîndar bûne şifayê dixwazim. Armanca êrîşên dewleta tirk ên 19’ê Mijdarê ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin, hedefgirtina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha hedefgirtina pêşengtiya ku jin ji şoreşê re dike ye. Di sala 2011’an de him li Rojhilata Navîn, him jî li Sûriyê zihniyeta yek reng, rêxistin, al û fikir serwer bû, ev yek jî civakê dorpeç kiribû. Bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku pêşengiya vê şoreşê Rojavayê Kurdistanê dikir, nefesek da civakê. Di Rojhilata Navîn de civak xwe bêbawer bibû û netew dewlet civakê dorpeçkiribû ku digotin bê dewlet civak nikarê bijî. Fikir û felsefaya şoreşê hişt ku civak û jin bi xwe bawer bin û civak ji destê netew-dewletan hate girtin. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû îlhama Rojhilata Navîn. Şoreşa Rojava ne niha bûye hedefa dewleta tik, ji destpêka şoreşê her dibû hedefa dewleta tirk. Di wan deman de dewleta tirk yekser êrîş nedikir, bi riya çeteyan êrîş pêk dianî. Tişta ku dewleta tirk xist tengasî û hişt ku di roja îro de êrîş bike, hilandina têkçûna DAIŞ’ê di hundirê Kobanê de bû. Kobanê bajarek biçûk bû, lê bû çavkaniya îlhamê û têkbirina çeteyên DAIŞ’ê. Kobanê hişt ku seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li her aliyê serbikeve û bû çavkanî ku civak bawerî qezenç bike. Îro hedefgirtina şoreşê di 19’ê Mijdarê de destpênekir, lê têkçûna dewleta tirk ku di hundirê xwe de ku desthilatdarî di destê wî de neçi, senorya ava dike û êrîşî van herêman dike. Dewleta tirk ev 7 mehin li dijî şervanên azadiyê şer dike û têk çûye, loma bi riya senaryoya Stenbûlê êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.  

Di van êrîşan de rola hêzên navneteweyî yên mîna DYE û Rusyayê heye gelo?

Li ber çavên DYE û Rûsyayê qetlîam li Dêrîkê û êrîşên li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Berjewendiyên van hêzan bi Tirkiyê re heye. Dewleta tirk dibêje ez destûr ji kesekî nagirim êrîşê Rojava bikim, lê bi tifaq, hevdîtin û destûra DYE û Rûsya êrîş pêk tên. Emerîka û Rusya xwe garantora vê herêmê dibînin û xwe hevkarên QSD’ê dibînin û bi hev re gelek kampên penaberan bi rê ve dibin, lê em dikarin bêjin ku ew jî di vê êrîşê de bûn hevkar. Gelê me vê hevkariyê dibîne û hesap ji wan dixwaze. Dewleta tirk a dagirker û faşîst ku dixwaze gel tune bike û nakokî di nav pêkhateyan de derbixîne. Gelê me ji DYE Û Rusya hesap dixwaze ku yan tu yê dewleta tirk bidê sekinandin, yan jî tu yê biryar derbarê van êrîşan de bidê. Heta niha helwestên DYE û Rûsya têkildarî van êrîşan derneketiye holê. Di van êrîşan de topbaran, bombebaran û qetîlkirina sivîlan pêk tê, lê heta niha dengek ji kesekî derneketiye. Heta Hikûmeta Şamê jî ku nêzî 20 leşkerên wî di van êrîşan de hatine qetîlkirin, li hember vê êrîşî tu dengê Hikûmetê derneketiye, ev yek jî xeteriya hevkariyê raber dike. Gelê Sûriyê vê yekê qebûl neke ku herêmên Sûriyê bên dagirkirin û nehêlin împaratoriya Osmaniyan di vê axê de pêk werê. Bê helwestî hevkariyê raber dike, ger ne hevkarin dê van êrîşan bidin rawestandin.

Hûn li hember van êrîşan bersivek çawa didin?

Gelê me roja ku êrîş pêk hatiye, ji Ewrûpa bigire, heta Rojavayê Kurdistanê daketin qadan û helwestek pîroz raber kirin. Helwesta gel li hember van êrîşan pir zelal bû ku merasîma li Dêrîkê vê helwestê raber kir. Çi êrîş dibe bila bibe, dê gel li pêşî rawestin û xewn û xeyalên dewleta tirk pêk nayê. Helwesta hemû hêzên leşkerî û jinan zelal bû, tenê riya ku hilbijartin berxwedanî û azadî ye. Em banga dewletên navneteweyî nakin ji ber berjewendiyên wan bi dewleta tirk re heye, ji lewra em banga civaka navneteweyî dikin ku li hember êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabin serhildanê. Gelê me yê Ewropa ku dema êrîş şev destpêkir hemû rabûn ser piyan, lê hîn jî helwest û berxwedanek mezin tê xwestin. Dewleta tirk aboriya civakê jî dike hedef ku hemû binesaziyên aboriyê dike armanca êrîşan. Bedelên azadiyê rehet nîne, loma divê em têbikoşin.

Li Îranê jî serhildanek heye ku pêşenga vê serhildanê jine û Dewleta Îranê jî bi komkujiyan bersiv dide. Bi êrîşên dewleta tirk re hemwext  pêşketina van komkujiyan pênaseya çi dike?

Gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi pêşengtiya Jîna Emînî karibû xenikandina dewleta Îranê ku li ser civakê dabû çêkirin, bibe serhildana gelan. Dewleteke ku ji tayê porê jinekî ditirse û li nava taxan polîsên exlaqê avakirine, ev yek cihê nirxandinêye ku mirov bibîne netew-dewlet gihîştine çi astê û têkbirina xwe bi kîn û nefretê li ser civakê derdixîne. Ruxmê bi sedan însan di wê serhildanê de hatin qetîlkirin, girtin û li ber darê îdamê ne, lê dev ji serhildana xwe bernedan. Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî ku deng veda, bû dirûşmeya cîhanî. Pergala ku li Îran, Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê tê meşandin, gihîştin wê astê ku li hember civakê nikarin xwe bigirin, loma komkujiyên mîna aborî, çandî, civakî û siyasî dide meşandin. Dewleta tirk bi dawîbûna sedsala Lozanê tê, bi van êrîşan dixwaze cardin sedsalek din bi civakê bide windakirin, lê hêrsa civakê nahêle ku sedsalek din winda bikin. Dê ev sedsal bibe têkbirina desthilatdar û netew dewletan.

Ev pêvajoya ku em weke şerê cîhanê yê sêyemîn pênase dikin, Kurd xwedî cihek girîng û diyarker in bi têkoşîn û berxwedana xwe pêşdeçûna dîrokê diguherin, têkoşîna ku gelê Kurd dide û terzê modernîteya demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêş xistiye dê di dîrokê de cihek çawa ji bo Kurdan ava bike?

Rêber Apo got dê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan. Şerê cîhanê ya sêyemîn navenda wê bibe Rojhilata Navîn û di nav wê de jî bibe Kurdistan. Em vê yekê û tespîtê îro dijîn, raste em weke gelê Kurd ne dewlet in, lê em wek gelê Kurd navenda şerê cîhanê ya sêyemîn de ne û divê em pêşengtiya wê bikin. Modernîtiye Kapîtalîzmê ku îro civakê bê ruh kiriye, berovajî netewa demokratîk civak bi ruh kiriye û hêz daye. Di pêşengtiya netewa demokratîk de jin heye. Netewa demokratîk ji bo me gelek girîng e ku dê guhertina zîhniyeta modernîteya kapîtalîzm ku civakê dida şerkirin, çareser bike. Fikir û felsefeya Rêber Apo ya netewa demokratîk ruh di civakê de ava kir, loma civak şerê cîhanê yê sêyemîn bi rê ve bibin û sinor di nava civakê de bê rakirin. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê di civaka vir re sinordar nema û gelek cihan beşdarbûn pêk hat û şehîd jî dan. Gelek kesên biyanî û enternasyonalîst beşdarî vê şoreşê bûn û azadiya xwe di vê şoreşê de dîtin, ji lewra ev ruhê ku li Rojhilata Navîn de pêk hat, netew-dewlet ji xwe re xeter dît ku dewleta tirk bi kînek mezin dibêjin em ê wan têk bibin. Netew-dewlet têk diçe, netewa demokratîk ruhê civakê dike yek. Şerê cîhanê ya sêyemîn dê li Kurdistan be û pêşenga wê gelê kurd be ku ev îspat bûye.

Herî dawî li hember van êrîşan û bûyerên ku tên jiyîn, banga we ji jinan, gelan û hêzên demokratîk çiye?

Banga me di serî de hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye ku em hemû li hember xeteriyek mezin de ne, pêwist e em şiyar bin û bizanibin ku ev êrîş ne xurtbûna dewleta tirk e û têkbirina wê ye. Dewleta tirk sivîlan dike armanc û hemû cîhan bêdeng e, ev yek destnîşan dike em xurt in û divê em xurtir bin û li qadan bin. Her wiha em gund, bajar û taxên xwe bernedin, bi hev re dakevin qadan. Em bang her aliyê Kurdistanê dikin ku xwedî li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin. Em banga civaka navneteweyî dikin ku dextê li dewletên xwe bikin. Têkbirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo tevahî cîhanê xetere ye, loma parastina vê şoreşê ji herkesî bi taybet ji jin û ciwanan tê xwestin. Divê em hemû demjimêrên xwe li ser piyanbin û li hember tundiya ku li dijî civakê, çand, siyaset û qirkirinê civakê pêk tê em şiyar bin û li ser piyabin.