Rozelîn Bekir: Paradîgmaya birêz Ocalan jiyana nû ji bo jinan afirand

Endama Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Rozelîn Bekir paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê azadiya jin û civakê de nirxand.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi felsefeya jiyana azad, heqîqetek nû di Kurdistan û cîhanê de ji tevahiya gelan re û bi taybetî ji jinan re bûye riya yekane ya çareseriya pirsgirêkên civakî û bidestxistina mafên jinan di hemû cihên biryardayînê de. Têkildarî mijarê Endama Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Rozelîn Bekir nirxandinên giring kir.

Rozelîn Bekir behsa desthilatdariya sîstemên serdest a li dijî jinan û alternatîfa projeya azadiyê wiha şîrove kir: “Rêber Ocalan projeya azadiyê ji bo jinan pêşkêş kiriye ku jin di hemû qadên jiyanê de bibin xwedî biryar. Di qada Rojhilata Navîn de bi taybetî cihê jinan di qada biryarê de tunebû alternatîfa vê neheqiya li jinan tê kirin ev rêgeza jiyanê ye. Dema paradîgmaya azadiya jinan cihê xwe girt pê re civak jî bi rengekî demokratîk tê rêxistinkirin. Jin di partiyan de îro hevserok in û di astên siyasî yên bilind de cih girtine mînak partiya HDP’ê li Bakurê Kurdistanê ku beşdarbûna jinan bi sîstema hevserokatiyê derbasî parlamentoya Tirkiyeyê kir, ev sîstem ne li gor berjewendiyên sîstemên desthilatdar e. Li hemû welatên ku sîstemên wan desthilatdar in zû beşdarbûna jinan qebûl nakin. Ji bo wê pêwîste jin bi vê projeya azad xwe ji van hemûyan xelas bike.”  

Giringiya dirûşma jin jiyan azadî

Rozelîn Bekir bal kişand ser têkoşîna jinan a bi diruşma jin jiyan azadî ku li dijî hêzên serdest çawa şoreşeke civakî bi xwe re anî û wiha domand: “Dirûşma ‘jin jiyan azadî’ ji bo me tevahî jinan felsefa jiyanê ye. Hemû qadên jiyanê bûne cihê têkoşîna jinan. Her wiha têkoşîna jinan li dijî hêzên terorê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikaribû wê rengê hêza jinan derbixe holê. Jina têkoşer bûye mînaka şîroveyên hemû zanyar û lêkolîneran û bi bandoreke erênî deng veda. Di hevsengiya jiyanê de jiyan û azadî bê jin nabe, ji bo civak azad bibe destpêkê pêwîst e jin azad bibin.”

Rozelîn Bekir têkildarî tecrîda li ser birêz Ocalan jî tê meşandin sedema wê ya esasî ew e ku sîsteman projeya demokratîk asteng bike da nebe modelek ku hemû civak li ser esasê wê jiyana xwe bidomînin û wiha dom kir: “Em dibêjin proje sînorên wan derbas dike û siyasetên wan ên berjewendîperest xera dike. Mirovekî weke birêz Ocalan ji bo berjewendiyên civakê û mirovan dixebite ji bo wê hêzên desthilatdar wê tecrîdê girantir bikin û heya ji wan bê nahêlin ku ev proje bigihîje serî.”