Ronak Mecîd: Baykotkirina hilbijartinê wê di berjewendiyê desthilatê de be

Berendama serbixwe Ronak Mecîd da diyarkirin ku sedemê bê hêvîbûna hemwelatiyan ji hilbijartinê sozên ku partiyên siyasî dane û pêk neanîn e ye û da zanîn ku partiyên siyasî jinan ji bo berjewendiyê xwe dixin nava xebatên siyasetê û rê nadin ku jin bi fikir û îradeya xwe kar bikin.

TEWAR PÊNCEWANÎ
Silêmanî– Xebatên hilbijartinên Iraqê yên ku dê di 10’ê Cotmehê de despêbike bi lez didomin. Berendama serbixwe ya jimare 24 di bazneya 2 ya bajarê Silêmanî de Ronak Mecîd di derbarê kar û pirojeyên xwe de nirxandin kir. Ronak Mecîd daxwaz ji hemwelatiyan kir ku biçin ser sindoqan dengê xwe bi karbinin û nunerê xwe yê rast hilbijêrin, bila kes hilbijartinê baykot neke û meyîdanê ji desthilatdaran re nehêlin. Ronak Mecîd di derbarê rewşa siyaseta Iraq û herêma Kurdistanê de bi bîr xist ku reqabeta heyî di berjewendiyê partî û şexsan de ne û wiha domand: “Me hîs kir ku divê îradeya gel nebe qurbaniyê berjewendî û reqabetên aliyên siyasî. Ji ber berpirsyartiya me li beramberî gelê me heye.
“Welatî bê hêvî kirine daku neçin ser sindoqan”
Ronak Mecîd da zanîn ku piştî serhildana sala 1991’an hikumeta herêma Kurdistanê nekariye xizmetê ji hemwelatiyan re bike û wiha berdewam kir: “Parlementerên Kurd li herêmê û Bexda nekarîne mafê gel bi parêze, ev jî bû sedemê bêhiviyê û hebûna hikumetekê xizmetê ji gel re bike. Desthilat piropagandeya boykotkirina hilbijartinê dike û dibêje ger qerta dengdanê derbixê jî kursî diyarin. Eve tenê wisan dike ku hemwelatî dengê xwe bi karneyînin û neçin ser sindoqên dengdanê. Ji ber wê pêwîste hemwelatî hişyar bin, bi dengên xwe û hilbijartina berendamên baş bersîva piropagandeyên desthilatan bidin. Ji ber herêm li gora destura Iraqê tevnagere, her diçe pirsgirêk kurtir dibin û ev yek jî bandorê li ser hemwelatiyan dike. hikumeta herêmê neftê radestî Bexda nake, li beramberî wê jî Iraq butçe û muçeyên herêmê rênake. Ev reqabete bûye sedemê qeyranan û her ku diçe rewşa hemwelatiyan berbi xirabûnê ve diçe.”
“Hewceye jin bi nêrîna xwe di siyasetê de hebe”
Ronak Mecîd bal kişand li ser civaka li ser aqlê mêrsalar tê rêvebirin ji ber wê nikare bawerî bi hêz û îradeya jinan bîne ku jin dikarin di sayesetê de rola rast bileyîzin û wiha dom kir: “Partiyên siyasî hemû bi aqlê mêrsalarî tên rêvebirin û jinan jî li ser vî aqlî tevlî xebatê dikin. Eve jî bû sedem ku berendamên jin rêjeya dengên xwe temam nekin, ji ber bi hişmendiya jin nikarin siyasetê bikin nêz dibin. Ger jin di mala xwe de siyaset û rêvebirinê neke, mal bi rêve naçe, di her şoreşekê de ger jin nebe ew şoreş bi ser nakeve.”
“Pirojeyên min di çarçoveya perwerde, tenduristî û jîngeparêziyê de ne”
Ronak Mecîd girêdayî pirojeyên daniye pêşiya xwe jî ev tişt got: “Gelek pirojeyên me hene, ger em biçin parlemenê emê pirojeyên din yên di berjewendiyê gel de jî lê zêde bikin. Niha pirojeyên min di çarçoveya perwerde û tendirustiya de ne. Ev dû mijarên bingehînin, her kesek û mafê her hemwelatiyekê ye ku xwendinê temam bike û bingehek tendirustî hebe. Yek ji pirojeyên din ên min jî di derbarê jingehê de ye ku pişesaziyek ya jingeparêzan bi rêve biçe. Ez daxwaz ji hemwelatiyan dikim ku biçin ser sindoqên denganê û dengên xwe bi karbînin.
Ji bo nunerên rast hilbijêrin da ku maf û qotayan bi parêzin.”