Rola gel û medyaya gel di teşekirina pêşeroja Îranê de

Besê Şamarî, têkildarî xwepêşandanên Îranê diyar kir ku ger civak bi awayek rêxistinî tevnegere û alternatîfek kolektîf ava neke, wê tenê desthilat ji kesek bighê kesek din û got: “Ya diyarker, hişyarbûna gel e.”

ŞEHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Li Îranê carek din xwepêşandanên civakî yên li dijî qeyrana aborî û zextên rejîmê belav bûn. Ev xwepêşandan, derbarê berteka desthilatê û rêya li ber civaka Îranê de pirsgirêkên cidî tînin rojevê. Di vê çarçoveyê de ajansa me têkildarî geşedanên siyasî yên tên jiyîn, asta civakî û siyasî, bi Endama Konseya Koordînasyona Jinên Demokratîk a ji Netewê Wêdetir, Besê Şamarî re axivî.

‘Her tim bazar wek termometreya siyasetê hatiye bikaranîn’

Besê Şamarî bal kişand ser pêla nû ya xwepêşandanên li Îranê destpê kirine û wiha got: “Li Îranê em cardin dibin şahidê xwepêşandanan. Ev pêl ji bazarê destpê kir. Di dîroka Îranê de her tim bazar wek termometreya siyasetê hatiye bikaranîn. Dema bazar disekine, agirê civakê bilind dibe. Greva bazarê ne projeyek ewlehiyê ye, ne jî weke ku hinek analîstan angaştiye  pêvajoyek ku ji aliyê olîgarşiyên desthilatê ve hatiye organîzekirin e. Li beramberî vê, hê ji rojên destpêkê ve ên ku vê pêvajoyê wek perçeyek projeya guherîna rejîmê di nava desthilatê de nirxandin, ne kêm bûn. Bazar bûye qurbana torên rantê.”

‘Tirsa xizaniyê belavî hemû beşên civakê bûye’

Besê Şamarî da zanîn ku piştî şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de, beşên ku wek stûnên bingehîn ên pergalê dihatin dîtin, ji derfetên aborî û ewlehiya wê, kêm mane û wiha pê de çû: “Berê jî tirsa ku di nava beşên kêm ên civakê de digeriya, di vê pêvajoyê de belavî beşa navîn jî bû û îro ev fikara pêşerokê di bazaran de tê dîtin. Enflasyon, kêmbûna danûstandinê, girtinê û aboriya bê ewle, weke kêzika darê zirarê dane welat. Berteka bazarê bersivek xwezayî ya ku daye vê merhelê ye. Dema ji herdû aliyan ve li mijarê bê nihêrtin jî, ji aliyê beşek desthilatê ve li bazarê di encama hedefên siyasî de bi hewldana sûdgirtinê encam girt. Îro beşên zengîn ku îro ewlehiya sermiyanê mîsoger kirine, êdî ji pêşeroja xwe bi fikar in.”

‘Dibe ku daxwazên pîşeyî vegerin tevgerek civakî’

Besê Şamarî anî ziman ku xwepêşandanên li bazarê destpê kirin, weke agirek ku bi bayê mezin li bajaran belavî bû û di torên rast ên jiyana rojane de şîn bû, gihîşt karker, mamoste, hemşîre û hemû beşên civakê û wiha domand: “Dema bazar disekine, hemû beşên din jî disekinin. Ji ber vê dibe ku daxwazên pîşeyî vegere tevgerek civakî. Lê belê bersiva desthilatê ne rêveberiya krîzê bû, zexta eşkere bû. Bi taybetî li herêma Zagrosê, Melîkşah di nav de, ev zext bi tundiya giran hat pêkanîn. Li Rojhilatê Kurdistanê jî gule li xwepêşanderên bê çek hat barandin, welatî hatin kuştin û birîndar bûn. Hate belgekirin ku hêzên ewlehiyê ketine nexweşxaneyan, hewl dane ku birîndaran birevînin. Ev çalakî ne pêşandana hêzê ye, îşareta hilweşîna kontrola siyasî ye. Desthilatek ku êrîşî spartgeha dawî ya civaka sivîl, nexweşxaneyan dike, bi fîîlî li xwe mikur tê ku amûrên siyasetê tune bûye, tenê serî li bikaranîna zorê didin.”

‘Siyaset li qadê tê kirin’

Besê Şamarî anî ziman ku ev dem demeke dîrokî ye û mînaka êrîşa Emrîkayê ya li hember Venezuelayê nîşan da. Besê diyar kir ku mînakên wek Venezuela nîşan dide ku, rewatiya hêzên alternatîf, ancax bi bingeha civakî û desteka rast a gel dikare derkeve. Besê Şamarî wiha dirêjî da gotinên xwe: “Kes û beşên ku di medyaya gerdûnî de derdixin pêş, ger ji desteka navxweyî bê par be, ji bo pêşerojê nabe bijarteyek. Siyaset li qadê tê kirin, ne li studyoyên ku berê senaryoya wê hatin nivîsandin. Ev mantiq dema di Îrana îro de were berhevkirin, encam aşkera ye. Beşên ku ji aboriya civakî bê par in, alîgirên monarşiyê jî, di pergala pêşerojê ya Îranê de cihê wê nîne. Di demên dawî de di hinek xwepêşandanan de van navan derxistine pêş û dîmenên çalakiyan manîpule kirine. Ev ji avakirina alternatîfa siyasî zêdetir, xwê li birîna baweriyê kiriye. Ji perçekirin û lawazkirina yekîtiya ku ji hêzên civakî û netewên cûda ava dibe re xizmet kiriye.”

Xwepêşandanên gel

Besê Şamarî bal kişand ku civakek ku dixwaze here ber pergalek ku rizî bûye, venagere paşeroja ku bi xwe bûye perçeyek ji pirsgirêkan û wiha berdewam kir: “Alîgirên monarşî û têgîna ‘Şah û Şeyh’ bi salan bi armanca di nava gel de lawaztî û parçebûnê ava bike, wek amûrek tê bikaranîn. Hem pergala sermaye, hem jî desthilata li Îranê, ji bo astengkirina yekîtî û baweriya di nava gel de ava bûye, ji van pirsgirêkan sûdê digre. Daxuyaniyên Hamaney ên piştî şerê 12 rojan ê di navbera Îsraîl û Îranê de, nîşan dide ku desthilat hê hewl dide rewabûna xwe bi rêya zext û gefê biparêze. Qaşo mafê xwepêşandanan erê kiriye û hemwext tepesandiye, nîşan dide ku rejîm ne di rewabûnê de amadeye, ne jî xwedî çareseriyekê ye. Avakirina cûdakariya pergalî ku di navbera xwepêşandan û tevliheviyê de, hewldana rewakirina tundiya li dijî gel e. Daxwazên îro pergalî ne û ji pirsgirêkên derbas bibe wêdetir e. Şertên herêmî, baregehên ewlehiyê û li gel lawazbûna şirîkên stratejîk, nîşan dide ku zexta di hundîr de zêde kiriye.”

Li dijî xespkirina protestoyan, rêya rêxistinbûna mayînde

Besê Şamarî diyar kir ku dema çeperê paş vala dibe, dengê kolanan bi hêztir derdikeve û got: “Pirsa bingehîn, civak dê çawa zivrîneka dewrê desthilata di nava pergala ewlehî û sermayeya civakê de asteng bike. Ceribandina xwepêşandanên dawî, nîşan dide ku di navbera aborî û siyasetê de avakirina pêwendiyek aşkera neçarî ye. Her greva ku bi pêvajoyên biryardayîna gel ve neyê girêdan û protestoyên pîşeyî, xeteriya xesbkirinê hildigre.

Rêxistina xwecihî, koordînasyon û biryargirtina zelal di navbera bazar, karker, xwendekar û kedkarên tenduristiyê de stunên bingehîn ên berxwedana demdirêj e û gihîştina lîder a desthilatê zor dike. Divê tevger ji rantvanan û muxelefetên ne bingeha civaka serbixwe bin, divê dengê rast ê civakê nîşan bide. Berovajîkirina nûçeyan, daxwazên gel berovajî dike û perçebûnê ava dike. Piştevaniya di navbera herêm û gelan de, girîngiya jiyanî ye. Zextên ku li Zagros, Kurdistan, Huzistan û Belucistanê tê jiyîn, ne pirsgirêkek xwecihî ye, xeleka zincîra netewî ye û jê re bersivek kolektîf lazim e.” 

‘Jin, Jiyan, Azadî; rola gel û medyaya gel di teşekirina pêşeroja Îranê de’

Besê Şamarî  anî ziman ku diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’, di pêvajoya dawî ya şoreşê de, domandina rêya dayîk û bavan li goristanan ku rihên şoreşgerî dida zarokên xwe ye û got: “Kurdistan carek din rola pêşeng dilîze û desteka gelên herêmê ya vê rêyê tê dîtin.

Di hedefên tevgerê de li cihê şefaftî û guherîna ruyan, têkiliya di nava baldariya veguherîna pergalê û bi diruşmeyan a van hedefan, pisûlaya pêşerojê ye. Medyaya gel xwedî rola jiyanî ye, ew bîra kolektîf a civakê ne, rastiyê qeyd dikin, berovajîkirinan têk dibin û bajara bi hevdû ve girê didin.”

‘Ya diyarker hişyarbûna gel e’

Besê Şamarî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Xwepêşandanên îro yên Îranê ne tenê aborî ye, qonaxek nû ya kûr ku rewabûna rejîmên lêpirsîn dike ye. Ne pêşandana hêza zextê ye, îşareta rizîbûna desthilatê ye. Ger civak bi awayek rêxistinî tevnegere û alternatîfek kolektîf ava neke, wê tenê desthlat ji kesek bighê kesek din. Ya diyarker, hişyarbûna gelce. Piştevanî, protestoyên ji sermaye û desthilatê serbixwe, ne tenê Komara Îslamê, ji serî heta binî dikare hilberîna desthilatê bi hemû mantiqan bê lêpirsînkirin û di dîrokê de xalek werçerxê bê avakirin.”