Rêxistinên civaka sivîl li Lîbyayê piştgiriya hilbijartinan dikin

Hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl li bajarê Bîngaziyê, nemaze yên ku jin rêveberiya wan dikin, ji bo piştgiriya hilbijartinan dest bi pêkanîna gelek çalakiyan kirin. Lîbya di 24'ê Kanûna îsal de dê di qonaxek girîng de derbas bibe.

 
IBTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Çalakiyên ji bo piştgiriya hilbijartinan, ji hêla rêxistinên civaka sivîl ve, di navbera hişmendî û perwerdeya li ser çavdêrîkirin û tomarkirinê û amadekirina lojîstîkî de cur be cur bûn. Ji bo ku em fêr bibin ka ev rêxistin çawa piştgiriyê didin jinan ji ku bibin namzed û beşdarî hilbijartinan bibin, me hevdîtin bi hejmarek jinan re pêk anî. 
Rêvebera Rêxistina Aştiyê ya Navneteweyî ya Lîbyayê ji bo Jinan, Salwa Al-Majri dibêje: "Em hemû di damezrandina dewleta Lîbyayê de israr dikin, em serokwezîr dixwazin, em parlamento dixwazin û em der barê hilbijartinan de ramana rasyonel dixwazin lewre ezmûnê ev yek fêrî me kir. Divê hilbijartin di wexta xwe de bên kirin heya ku em bi cih bibin, ji ber vê yekê em wekî rêxistin bi Partiya Lîbyayê ya ji bo her kesê re civiyan, me li hev kir ku hilbijartin di wextê xwe de bin û em guhertinê qebûl nakin." 
“Pêvajoya hişmendî û perwerdeyê bi xebata rêxistinî tê meşandin”
Salwa Al-Majri got: "Serdema xebata dilxwazî û xêrxwaziyê qonaxek xebata rêxistinê ye û em hê jî pê re berdewam dikin lê niha em berê xwe didin hişmendiya siyasî ya jinan, ji ber ku hejmara jinên mafên xwe yên siyasî û jiyanî dizanin, pir hindik e , ji ber vê yekê em ê li ser vê xalê bisekinin û li wan bigerin da ku wan perwerde bikin."
 Selwa-Al Majiri diyar kir ku pêvajoya hişmendî û perwerdeyê yan bi xebata rêxistinê tê meşandin an jî her yek ji endamên rêxistinê li ciyên cuda hişmendiyê bilind dike û got: “Di heyama dawîn de, ez çûm havîngehê û min li wir dest bi perwerdeya jinan kir, min ew li ser mafên wan ên tomarkirinê hişyar kir. Bi rastî jî di pergala hilbijartinê de qeyd bûn piştî ku wan du rûniştin li dar xistin û em bi riya rûpela Facebookê ya rêxistinê, gelek pirs û bersivên girêdayî hilbijartinan dikin."
“Ji bo beşdarbûna jinan a hilbijartinan me dest bi xebatê kir”
Salwa Majri destnîşan dike ku wan Odeya Tevgerê ya 24’ê Kanûnê damezrandine da ku hişmendiyê bilind bikin û dibêje: "Me dest bi beşdariya jinan di hilbijartinên pêşerojê de kir. Ez di heman demê de hatim teşwîqkirin ku beşdar bibim, li ser bingeha wan tiştên ku me ji welat re pêşkêş kirine. Hemû rêxistinên civakê ji bo piştgiriya hilbijartinên li Lîbyayê yek dest in." 
Der barê encamên berbiçav ên di çarçoveya xebata wan de di warê hişmendiya hilbijartinê de jî dibêje; "Divê ku mirov bibîne jin di warên cur be cur de hene û amade ne ku li ser mafên xwe yên hilbijartinê fêr bibin an beşdarî çavdêriya hilbijartinan bibin. Di heyama dawîn de, me kurseke çavdêriyê ya hilbijartinê li dar xist ku tê de 40 jin beşdar bûn, di nav de bijîşk, hemşîre û profesorên zanîngehan hebûn û ev nîşaneyek baş û sozdar a hişmendiya jinan e ji bo girîngiya rola wan a di vî warî de."
“Em her tim hewl didin jinan bi pêş bixin”
Li aliyê din, Seroka Rêxistina Tanweer ji bo Pêşketina Berfireh, Huda Al-Manfi, dibêje: "Karê rêxistina Tanweer tenê lidarxistina kursên pêşketinê û dersên hişmendiyê ye. Em sê sal in  dixebitin, me hesabê Telegramê vekir ku bala hejmarek mezin ji xort û keçan kişand. Me bijîjk ji Iraq, Lubnan, Tûnis û Misirê anîn, nêzî 500 xort û keçan jê sûd wergirtin." 
Der barê rola wan di hişyarkirina hilbijartinan û piştgiriya jinan ji bo beşdarbûna wan de dibêje; "Niha em li ser çavdêriya hilbijartinan û naskirina tam ji dengdar re dixebitin. Me çend komxebat li dar xistin ku karsaz, meclisên herêmî û rêxistinên civaka sivîl kirine armanc, û em giraniyê didin ciwanan û piştgiriya wan dikin."
Der barê tiştên ku rêxistin pêşkêşî jinan dike de dibêje; "Em her dem hewl didin jinan pêşve bixin. Em hewl didin bi wan re têkiliyê daynin û dixebitin ku wan di qada ku ew hilbijêrin de bi pêş bixin."
 Li ser piştgiriya jinan di pêvajoya hilbijartinê de, Huda Al-Manfi dibêje; "Hefteya pêş, em ê mamosteyên jin li Nivîsgeha Perwerdeyê ya Selewî bikin armanc. Em hewl didin wan perwerde bikin û wan bi qada çavdêriyê bidin nasîn, ji ber ku piraniya navendên dengdanê dibistan in her wiha em ê ji bo namzedên jin komxebat û kursên amadekariyê bidin destpêkirin û di nav wan de nîqaşan bikin, wekî piştgiriyek ji bo wan."
Em di navbera namzedên jin de nîqaşan pêk tînin
Rêvebera Cîbicîkar a Rêxistina Netaj ji bo Pêşxistina Kapasîteya Jinan, Fethia El-Medenî, der barê piştgiriya rêxistinê ya ji jinan re di hilbijartinan de wiha dibêje: "Di perwerdekirina jinên ku di rêxistinê de kursan digrin de rolek me ya mezin heye. Me alîkariya wan kir ku di pergala hilbijartinê de tomar bibin da ku paşê deng bidin û dûre em ê bi jinên ku beşdarî hilbijartinê bûne re bikevin têkiliyê ku em daxwaz ji her jinek ku dixwaze xwe hilbijêre, xwe bide nasîn, gelo bernameya wê çi ye bikin û plana ku dê pêk bîne çi ye. Dê çawa jinan bide îqnakirin ku wê hilbijêrin? Dê  çawa bernameyek wê ya hilbijartinê ya baş hebe? Em sozên vala naxwazin. Em ê di navbera namzedên jin de nîqaşan bikin da ku tiştê herî baş were xuyakirin, em ê ji jinan re eşkere bikin ku divê ew a rast hilbijêrin."
https://www.youtube.com/watch?v=FkuhGaDuh1U