"Rêveberiya Xweser vîna me ye û tekane riya çareseriya aloziya Sûriyeyê ye"

Jinên ji gundewarên rojhilatê Dêrazorê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke niştimanî ye ku yekitiya axa Sûriyeyê misoger dike, aştiyê pêk tîne û vîna hemû beş û pêkhateyan temsîl dike

 
ZEYNEB XELÎF
 
Dêrazor -  Jinên ji gundewarên rojhilatê Dêra Zorê bang li civaka navneteweyî kirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî tekane rêya bi dawîkirina aloziya Sûriyeyê ku ev zêdetirî 10 salan e didome ye.
 Di 23'ê Adara 2019'an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi rizgarkirina herêma Baxozê têkbirina çeteyên DAIŞ'ê ragihandin ev jî  piştî ku şer şeş mehan domiya ji şerê “Têkoşîna li dijî terorê” qonaxa dawî ya pêngava Bahoza Cizîrê ya ku di 18'ê Îlona  2018'an de hatibû destpêkirin pêk hat.
Jina bi navê Hala Îbrahîm a ku ji bajarê Baxozê ye wiha got: "Rêveberiya Xweser çar sal berê ji rizgarkirina Dêra Zorê serkeftina projeya serweriya gel e. Tevî derfetên kêm ên Rêveberiya Xweser jî projeya rêveberiya xweser dikaribû aborî, ewlehiya civakî û siyasî ji bo gelên herêmê bi dest bixe.”
“Tekane riya çareseriya pirsigirêkan e”
Der barê mekanîzmaya karê Rêveberiya Xweser ji bo birêxistinkirina gel de Hala Îbrahîm bal kişand û got: "Bi aktîfkirina meclisan her kes beşdarî projeya rêveberiya xweser bû û di Rêveberiyê de sê kanton çebûn." Her wiha wê teqez kir ku beriya rêveberiya xweser herêmê birêve bibe ew ewlehî û aramî nedijyan lê piştî wergirtina Rêveberiya Xweser a herêmê û danûstendina wê ya rasterast bi gel re, bi aştî û aramî jiyane.
Der barê sedemên ku dihêle Rêveberiya Xweser bibe wekî çareserî ji aloziya Sûriyeyê re Hala Îbrahîm dibêje: "Projeya Rêveberiya Xweser tekane riya çareseriya aloziya Sûriyeyê ye ji ber ku rêveberiya xweser bi awayekî demokratîk nîzîkatiyek raber dike û temsîl dike, li gorî vê yekê her kes dikare baweriya xwe pêk bîne bêyî ku zirarê bide kesên din. Di heman demê de mafên jinan dide û diparêze û mafê karkirinê dide jinan. Her wiha herêmên ku projeya rêveberiya xweser li wan çalak e di warê aborî de ji deverên din ên Sûriyeyê baştir in."
Rêveberiya xweser piştgirî da hemû gelan
Seroka desteya şaredariya gel a herêma Baxozê Şemsa Elî Şilaş jî pişterast kir ku pêwîst e jin piştgiriya  projeya xweseriya demokratîk bikin ji ber ku vê projeyê hemû mafên jinan têkûz kiriye û diparêze. Her wiha wê teqez kir ku çareseriya bi dawîkirina aloziya li Sûriyeyê projeya demokratîk e ku nûnertiya vîna gelan dike û got: “Rêveberiya Xweser piştgirî da hemû gelan û mafên wan ê derbirîna nêrîna xwe û para jinan a herî mezin di pêkanîna rola xwe di civakê de bû  bi vê yekê rê da jinan ku bikaribin  xwe di hemû waran de îsbat bikin û di wan de bi ser bikevin. Rêveberiyê ji bo pêşkêşkirina hemû xizmet piştgirî û parastina herêmê û dagirkeriya Tirk tevî kêmbûna şêneyên xwe kar kir û ji  gelek aliyan ve li hundir û derve şer kirin.”
Şemsa Elî Şilaş wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya xweser in ji bo ku vê projeyê bi pêş bixin, Rêveberiyek serkeftî bi dest bixin û daxwaza naskirina Rêveberiya xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û bi dawîkirina êşên  gelê wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Di 6'ê îlona  2018'an de gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi avakirina Rêveberiya Xweser di civîna Encûmena Xwecihî ya Sûriyeyê, encûmenên xwecihî, rêveberiyên xweser û sivîl ên li herêmê de, pêngavek nû avêtin di riya demokrasiyê de.”
https://www.youtube.com/watch?v=NVSjrZ4srFE